Li Ser Mirinê

Li Ser Mirinê

Li Ser Mirinê| Qehar Orhan

Ger te sira jiyanê bizanibûya, tê ê ya mirinê jî pê derxista! / Omer Heyyam.  

<Tu çima weha di nav xedarî û hewaran de dilerizî? Kîjan arezûya reben e zorê dide me da ku em bijîn? Ma jixwe em her tim di nav heman çerx û çemberê de nazivirin bêyî bikaribin jê derbikevin? Dirêjkirina jîyanê dê çito û kîjan zewqek nû û nejîyayî bide te? Ka bizivire li para mêze bike! Tu dibînî bûye hîçbûn û tunetiyek çawa ev dema dirêj a di ser bûyîna te re derbas bûye? Ha ji te re mirêk/neynika ku xweza têde dehatûya piştî mirinê jî nîşanî te dide! Tu têde xûyanek erjeng/sawnak, tiştek bi xem û bi şîn dibînî? Ne ku rewşek hêmintir e ji xewek herî aram?> Lucrece. 

Belkû aliyê mirinê yê herî seyr û trajîk ew e ku, gava li zindîyê tijî ponij, wate, kelecanî, germahî, hest diqelibe, zindî bi dest re dike tiştekî bi temamî dijî rewşa wî ya kêliyek berê. Heke mijarên ku herî zêde dikevin ber wateya hevoka: «Bêyî tiştek gotin, gellek tişt gotin» bihên hilçinîn, bêguman yek ji wan  dê ”mirin” be. Kant dibêje «em nedikarin bi awayekî teqez îspat bikin ka mirin çi ye, çimku ji bo pêkhanîna vê peyîtandinê pêwîst e ku em bimirin».

Mirin destpêka tunebûnê ye an destpêka hebûnek din (nû) ye? Bi ya min, bersiv û ramanên ku mirinê wek destpêka jîyanek nû pênase dikin ji taybetmendiyek mirovî ya pir resen û xwerû fereste nîn in. Lewra ger bi awayekî objektîf û dirist bihê nihêrîn, dê were dîtin ku mirov ew zindî ye ku, li hewcetiyên xwe yên herî bîyolojîk ên jêneger  wateyên herî berz, bilind û şemildar bar kiriye-dike: Ji bo birçîbûnê çand û zerafeta xwarinê çêkiriye; pêdiviya zayendî/cinsî hildaye nav giloper/sfera evînê; di xewê de xewn afirandiye; li hember Xwezaya ku li pêşberê wê xwe di nav qelsî, bêşîyanî û lewaziyek qutîbir de dibîne, konsepta Xwedayekî bi bûrh, pêkarî, qudret û şîyanek mitlaq ve xemilandî afirandiye, ji bo piştî mirinê behiştek bi şeml û xeml çêkiriye.  Ango her wate û îdealek wî ya herî berz û pîroz dikeve ber hewcetiyek wî ya herî bîyolojîk û jêneger.

 Sokrat dibêje «felsefekirin xwe ji mirinê re amadekirin e».  Li wesaîta ku rêwiyên xwe teqez dibe kuştinê sîyarbûn û vê rêwîtiyê bi coş û kelecanî kudandin bûyerek mantiqî ye gelo? Helbet vê rêwîtiya ber bi kuştinê bi coş û şahî derbaskirin ji wêrekiyek lehengî zêdetir ji ber neçariyek jênefilitbar e, lewra di nav vê rêwîtiyê de bûbûn bi kiryara lê-sîyarbûnek bihemd ve na, bi bêhemdiyek netêgihîştbar ve pêk hatiye. Sigmund Freud dibêje: «Heke amanca jîyanê, xwe gîhandina bal rewşek ku berê tu carî lê nehatiye gihîştin bûya dê ev yek bûbûya dijberiyek mezin bi xwezaya parêzvan a navajoyan re. Lê ev amanc zêdetir ji bo gihîştina bal rewşek berê ye: rewşa neorganîka pêşîn a ku zindî di nav pêşveçûna bûjenî de jê veqetiyane…».

Li vir bi awayekî xwezayî gotina Sartre dihê bîra mirovî:   Şuûr dike ku xwe bigihîne aramî û tebatiya ”hebûna di xwe de”, û  helbet nêrîna tesewûfî ya ku bi vê hevokê ve hatiye tackirin: «Sofî ew kes e  beriya di cîhanê de bimire cîhan (jîyan) di wî de miriye». Ango tegihîştina mirovî her çi qas bi şiltax, ajîtasiyon, xelxele û qilqilînên jîyana lehzeyî ve lepandî be jî, kûrahiya wî bi bîrêkirin, keser û velivînek ji bo nebûbûna ewa ku ew e ve niximandî ye. Yanî li alîk di nav kelecaniyek hêçketî ve jîyîna jîyanê, li alîk din bi pesn û salix-dana mirinê ve raman û baweriyan li dar xistin! Vê nakokiyê Schopenhauer weha dihizwirîne: «wek zindîyek aydê xwezayê mirov bi daxwaza jîyanê ve tijî ye û bi kelecanî dijî, lê ji ber taybetmendiya xwe ya mistesna/ji rûyê xwediyê hişî bûbûna xwe de di bin bandora zagonên xwezayê de azar dikişîne û diêşe.».

Ev êşa mirovî bi şuûrdar bûbûna wî re heşkeheşk girêdayî ye, yanî gava mirov bi hebûna xwe dihese dest pê dike diêşê. Lê belê li hember êşek weha  helwesta jê rizgarbûnê hilçinîn, ango mirinê xwestin divê nebe tekane rê? Li gorî min bersiva pirsê ji ber giriftî û têkeliya xwezaya mirovî hem erê hem jî na ye. Çimku  gihîştina şuûra hebûna xwe/bi hebûna xwe hesîna  mirovî bûyerek herî seyr û derhozehî ye di warê zindîtiyê de rûdaye. Bi vê pê-hesînê ve mirovî ”xwebûn”a xwe ji heyîn û objeyên mayî veqetandiye û di dîmenek din a hebûnê de dest bi meşa heyîbûna xwe kiriye. Çi qas hêsan û ji rêzê were xwûyîn jî ev bûyer, di rastiya xwe de qrîzek ontolojîk bi xwe re afirandiye. Bi vê bûyer/rûdanê ve hebûna mirovî hatiye qelişandin, mirov ketiye nav pêvajoyek ku di heman demê de di du rêyan de dimeşe.

Du dîmenên dijberê hevûdu: Dîmena heyînê û Dîmena bûbûnê.  ”Dîmena heyîn”ê rasteqîniya mirovî ye, mirov têde bi tev hemû hêmanên xwe yên girgîn, pêvajoyên xwe yên bîyolojîk ango bi hemû termê xwe ve wek objeyek elalede aydê xwezayê ye û di bin zagonên wê de tevdigere. Mirov di vê dîmena xwe ya heyînê/cîsmanî de hepiskirî û têkirde ye/pasîv. Hewl dide ku ji vê heyînê rizgar bibe, bi gotinek din dixwaze di vê dîmenê de bimire. Li gorî hizra min, hemû raman û baweriyên bi amanca salix û pesin-dana mirinê ve hatine lidarxistin ji ber  nefreta ji vê heyîna têkirde/edîlgen bûye.

Lê ”dîmena bûbûn”ê destana mirovî ya di nav xwezayê de ye. Di vê ”dîmena bûbûn”ê de têkoşîn, daxwaz, amanc, keser, bîrêkirin, hewl û xebata wî ew e ku, bibe ewê ku ne ew e. Ev ”bûbûna ewa ku ne ew e” di nav rewşên jîyanê û dîmenên ontolojîk de hirikînek vîyanî, hêzî û ramanî ye. Nexweşê ku di nav jîyîna nexweşiya xwe de dixwaze û hewl dide bibet ewê êdî ne nexweş jî dikaret bibe mînakek ji bo naveroka vê ”dîmena bûbûn”ê; bi xeyal, xwastin û bizava firînê ve ber bi çêkirina balafirê çûyîn jî; û her weha bi bizav û amanca rizgarbûna ji têkirdetiya dîmena heyînê ve, jîyana xwe ya ku wek çîkek agir pekiyaye navbera du raştariyan ber bi bûbûna kirdeyê xwediyê zanîn û bûrhek raser ajotin jî. Yanî şahîya jîyanê û şîn/jana mirinê di heman demê de bi hevûdu re jîyîn ji ber hebûna du alternatîf, du pêkanan e: di dîmena heyînê de xwastina mirinê û di dîmena bûbûnê de xwastina vejîyînê.

Orhan Agirî 

08.04.2014

Jêder: Pensées Sur La Mort.  André Comte-Sponville. Le Monde comme volonté et comme représentation, Arthur Schopenhauer. 

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin