Xwendin û Têgihiştin

Xwendin û Têgihiştin
Zarokên xelkê, bi qasî 15-20 salan bi zimanê xwe ê dayê perwerde dibin û heftiyê du-sê seetan jî dersen rêziman û edebiyata xwe dibinin. Ligel vê yeke jî, heta ku berhemên serkeftî nanivîsînin, nabêjin ku <em nivîskar in!>
Li cem me mixabin rewş ne wusa ye û pirr aloz e. Heçiyê du-sê kitêbên kurdî dixwîne û karibe du-sê metelok û biwêjên kurdî jî deyne ser, di cih de dibe nivîskêr, rexnegir, rêzimanzan û nizanim çi?
Di desta yekem de, xwendineke çak pêdiviyek jêneger e û têgihiştineke çak riya afiranderiya meriv vedike. Heke ev nebe, ne pêkan e ku meriv baş têbigihêje mijara xwe. Ji xwe edebiyat, qadek cuda ye, jêre feraseteke mezin divê û qet naşibe mijarên din yên xwendinê.
Li cem me xerziyan gotinek heye dibêjin: <Heçiyê qetek cil xwe kir, derkete sûkê û go ez axa me!> Meseleya nivîskariyê jî, dişibe vê metelokê. Ji ber ku baş naxwînin, her û her gazin ji niviskaran û metnên wan têne kirin. Nivîskarên kurd jî, mixabin nema dikarin denge xwe bilind bikin û gelek gazinên derewîn jî, di encamê de wekî rastiyan tenê dîtin û nirxandin.
Bi hêviya xwendin û têgihiştineke çak ya hemû xwînerên kurdî…
Ali Gurdilî
03.01.2015
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021