Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be

Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be

CEJNA ZIMANÊ KURDİ PİROZ BE

     15ê Gulanê 1932yan da kovara Hawarê bi destê Celadet Eli Bedirxan li bajarê Şamê dest bi weşana xwe kir. Celadet di hejmara yekem da armanc û mebesta derxistina Hawarê wiha dinivîsîne: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîne, xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ku ziman şerta heyînê ya pêşîn e…”

     Celadet tê gihîştibu ku neteweyek hebûna xwe bê ziman nikare bidomîne. Lewma jî weha dibêje: “Milleten bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan bi qeweta du çekan diparêzin: yek dîn dudo ziman. Lê ger dînê milletên serdest û bindest yek be hingê çek dimîne yek ew jî zimane”

     Gava ku em dinêrin pêşîya Celadet ta 1694anda di Mem û Zîn de weha gotiye Ehmedê Xanî:

“Saf’î şemirand vexwarî durdî
Manendê durrê lîsanê Kurdî”

     Xanî ji xeynî zimane kurdî erebî, farisî û bi tirkî jî dizanibû. Lê wî pirtûka xwe bi zimanê xwe bi zimanê dayika xwe yani bi kurdî nivîsî. Di wê demê da wan her sê zimanê din wekî meya safî û xwerû bûne. Kurdî jî wekî kefa ser wê meyê buye ku kef tu qedr û qîmet nîne. Lê dîsa jî Ehmedê Xanî meya xwerû danîye alîki û kefa serê vexwarîye.

    Gava ku em dinêrin em dibînin ku Feqî Huseyîn Sagnıç di derheqê ziman de wiha gotiye“Di nav me û dagirkera da yek cudahiyek heye ew jî ziman e. Rengê me, erdnîgariya me, dînê me hemû vana hemanê bi ê dagirkeran re. Ger ew jî ji destê me kurda here ev çax wê dawiya me bê”  û daye nîşan ku “ziman derya ye”.

     Belê bi ratsî jî ziman derya ye. Lê ka em binêrin zimanê me di çi halî da ye. Nemir Celadet Elî Bedirxan wiha digot di derheqê zimanê me de: “Zimanê me îro hem fireh hem teng e. Fireh e: Bi her tiştî ko kurd pê mijûl bûne, dest dane wan, di wî warî de zimanê kurdî hing zimanên din û ji hinan bêtir pêş ve çûye, û kemiliye, û ji tu zimanê kemilî şûn de ne maye.

     Teng e: Herçî ko ji kurdan re nenas mane û kurd pê mijûl ne bûne, di wî warî de zimanê me rawestiyaye, pêş ve ne çûye, di cihê xwe de maye.”

     Belê bi rastî jî divê mirov heq bide mîrê kurda. Em kurd ku xwediyê zimanekî hewkas dewlemend û têr û tije ne lê sed heyf û mixabîn me sînorê zimanê xwe wisa teng kiriye ku nemir Seydayê Tîrêj helbesta xwe ya bi navê “Ziman” nivîstiye. De ka em li çend çarînê vê helbestê binêrin:

“Gelî Kurdên bîrewer keç û xortên xwendewar
Ev zimanê mey şêrîn xuyayê tê ber bi xwar

Gelek şerm û fihêt e zimanê bav û kala
Em îro va dibînin ji hev dibe tar û mar

Gelek peyvên biyanî yên firs û tirk û tazî

Cih girtine di navê tê de bûn bizmar

Mane û hebûna me zar û zimanê me ye

Ku ew herin namîne ji mer tu kok û bintar 

Her wekî laz û qecer ku zimanê xwe berdan

Ew ro bi ro winda bûn tev mane bê cih û war

Ji hev ketin ji wan re nema tu erd û ezman

Ji cîhanê beta bûn di bin çengê koledar 

Bi ziman û tora xwe xwe deranîn bi xurtî

Ketin warê jiyanî ji nav pencên setemkar

Millet bi zimanê xwe pêktînî hebûna xwe

Di nav gelê cîhanê navê wî tête hejmar”

     Hema bibêje hemû nivîskar, rewşenbîr û ronakbîrên kurd ji bo pêşveçûna zimanê kurdî hewl dane û didin, xebatên bêhempa kirine û dikin. Lê mixabîn û sed mixabîn gelê kurd di jîyana xwe ya rojane de, di axaftina xwe û di xwendina xwe de zimanê kurdî pir hindik bi kar tînin. Bi rastî jî pir kêmasiyên me hene ku divê bi teqezî em wan zûzûka pêk bînin. Yekem kêmasiyê me ev in ku em bi zimanê kurdî berhemên felsefî, civaknasî û dêrûnî  yê cîhanê û di heman demê da jî berhemên tenduristî, teknolojîk û botanîk û hwd. nabînin yan jî pir kêm in. Yanî em dikarin bibêjin ku em kurd me geşebûn û bipêşveçûnê ku di cîhanê de kewimîn bi zimanê xwe şîrove nekir û neşopand. Belê di derheqê wan de xebat hene lê pir kêmin. Ez dizanim derfêt û îmkanên me jî kêm in lê ez bawerim ku em ji Elyêzer bin Yehûda bi sihûdtir in ku ew yek kesekî bû û zimanê wî jî li ber sekeratê bû. De îca bifikirin ku wî nêzî 140  sal berê di nav bêderfêtî, neçarî, kêmasiya alavan û ê herî girîng jî eve ku tunebûna kesekî ku dikaribe bi zimanê wî biaxife lê dîsa jî wî zimanê xwe ji nû ve vejandiye û derxistiye asta zimanê bihêz û bi bandor. Lê çima em kurd emê nikaribin vî tiştê di sedsala 21an de bikin?

     Di dawîya vê nivîsê da ez dixwazim guh bidim şîret a Celadet Elî Bedirxan ku di Kovara Hawarê di hejmara 27an da bi navê “Xwedîyê Hawarê” wiha nivîsîye: “Malxerabno! Ma we ev çend wext nîne, hon ko ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salan ve xebitîne û îro jî dixebitin, ji bona bikarin ‘fînfoneke’ derewîn bi lêv bikin. Kuro eyb e, şerm e, fihêt e, an hînê zimanê xwe bibin, an mebêjin em kurd in. Bê ziman kurdîtî ji me ra ne tu rûmete, ji me ra rûreşîye ke giran e.”

      Bi hêvî ya ku hemû gelê kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û bê kêmasî biaxifin û bixweynin û di jîyana xwe ya rojane de bi kar binin. Di heman demê de jî ez hêvîdarim ku di gelek nêzik de emê dikaribin hemû cureyê pirtûkan bi zimanê xwe bixweynin û hemû geşebûn û bipêşveçûnê li ser cîhanê, çi di warê wêjeyî, Çi di warê felsefîk, çi di warê ciwaknasî, çi di warê polîtîkayê û hwd de, emê dikaribin bi kurdî bixweynin û bişopînin.
15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.

Emrê MÛHARGÎNÎ

15.05.2016 

Emre Mûhargînî

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.