Pirsgirêka Şuûrê Li Cem Nietzsche

Pirsgirêka Şuûrê Li Cem Nietzsche

Pirsgirêka Şuûrê Li Cem Nietzsche

        Ji bo Nietzsche ‘misogeriya bixweber’, ‘tişta di xwe de” û ‘venasîna qutîbir’ tune ye. Nirxa tiştekî li gor peywendiya wê ya bi tiştek din re dihê destnîşankirin. Kiryarek: di xwe de û ji bal xwe de xirab an jî qenc nîne. Li bal çê/qenc û sik/xirab de parvebûna kiryaran ji ber cebr/zorpêdana civakê ye ji bo ku endamên wê bi kirin û ne kirina hin kiryaran ve sazûmana heyî biparêzin.

Di derbarê pênase û têgihîştina şuûrê de Nietzsche bi tundî dijî angaşta ”cogito, ergo sum ” a Descartes derdikeve, û vê dijderketina xwe di pirtûka xwe ya binav «Par-delà le bien et le mal» de wiha tîne zimên: «Tiştek ku dihizire heye, ev hizirîn kiryar û encamek e ji ber hebûnek ku sedemê vê çalakiya hizirînê ye rûdide…hizirîn kiryarek e û hemû kiryar hewceyê hebûna kirdeyekê ne ji bo bihên pêkhatin… ”kirdeya ez” mercê pêvebera ”dihizirim”ê ye, ev ”dihizirim” ne ku bixweber pêvajoya xwe bixwe ye lê şirovekirina pêvajoyekê hildigire nav xwe û dide pêwîstkirin ku divê rewşne din ên kesbûna min ên ku ez bikaribim rewşa xwe ya a-niha bi wan re bidim ber hevûdu hebin. Ev rewşa niha ya wek sedem di têkiliya xwe ya bi rewşên din re de ji tu ”misogeriyek bixweber” re cîh nahêle…»

Nietzsche li ser têgîna şuûra exlaqê radiweste, nêrîn û bîrûbaweriyên ku vê têgînê di xwezaya mirovî de wek  dîmenek transandan dibînin rexne dike. Li gorî Nietzsche şuûra exlaqê ne ew niqandinek hindurîn e ku ji aliyê hebûnek derve ve di xwezaya mirovî de hatiye niqandin, û ne jî çalakiya gewherek xweser e di derûniya hebûna wî de, lê ew ezmûn û ceribandin e, ferd pê  dibe kirde û digihîje şuûra berpirsyariya kiryarên xwe yên ku bi wan ve di heman demê de hebûna xwe ya di nav koma ketiye bin bandora wê de diparêze. Şuûr di tora peywendîdanîna di navbera mirovan de wek encamek jêneger ji hewcetiya xwe-ragihandinê diseride û di bin pest/tazyîka vê hewcetiyê de pêş ve diçe li gor radeya kêrhatîbûn û sûdmendiyê.

Her çi qas xwe wek xwezaya mirovî raber bike jî şuûr hebûnek di xwezaya mirovî de bicîhbûyî nîne, bi tenê senptoma civakîbûnê ye, ku ji xwemalîyek aydê hebûna mirov a ferdî zêdetir di nav aferişa wî ya ku ji bo jîyana wî ya komî û garanî re pêwîste de dihê dîtin.  Kiryar, ponij, hest û tevgerên me yên berhiş encama wê pêwîstiya hêwilnak/dehşet e ku mirov bi demên dirêj di bin bandora wê de jîyaye. Wek zindî (ajal)ê li ber gefên herî sawdar ên xwezayê û heyînên din, û di bin metirsî, telûkeyên herî mezin de mirov hewceyê xweparastinek bê eman bûye, pêdiviya wî bi alîkarî û bi hebûna yên wek wî çêbûye. Di bin çews û zêrandina van pêwîstiyan de mecbûr bûye ku hewcetî û tengezariya xwe bide ragihandin bi dest, îşaret, nihêrîn, jest û ziman ve. Neçar bûye xwe hînê pê-zanînê bike ka çi ye kêmasiya wî, çi ne telûkeyên ku hebûna wî tehdit dikin, û pê re jî diviyabû rewş/temtêla xwe ya derûnî têbigihîşta (bi têgij/şuûr bûbûya)…

Nietzsche dibêje hemû kiryarên me bi awakî bêhûde yekane û ferdî ne, lê dema em dixwazin wana wergerînin bal şuûrê bi dest re ji wek xwebûna xwe derdikevin. Ji ber vî qasî ye ku xwezaya şuûra ajalî zêdetir derbirîna cîhanek tenik û rûqalkî ye; ew cîhana vulger,gelemperbûyî ya ku têde hemû tiştên derdikevin bal şuûrê di heman demê de dibin peyd, nîşan û hêmaya garanê bi tev têkilîyek tenikbûn, haşivandin û rûqalkîbûnê. 

Pêwîste li vir ramanên Nietzsche yên di derbarê ”têgij/şuûra sik” de bihên ragihandin. Nietzsche dibêje  «şuûra sik/xirab ji star de ketina mirovî ye ji ber nexwaşiya ku mirov piştî rûdana dilqguhêzîn/transformasiyona herî kûr a nedîtî, pê ketiye. Ev dilqguhêzîn gava mirov bi awayekî mayînde xwe di bin nîrê civak û aşitiyê de dît qewimîye. Mîna bi temamî wek zindîyên deryayê gava rûbirû dimînin bi zorpêdana yan bûbûn/veguherîna zindîyên bejî yan jî ji holê rabûnê re; ev heyî/zindîyê nîv-ajal ê ku bi awayekî serkeftî xwe rikibandibû cîhanek hov û jîyanek bi şer, bi serpêhatî, ji nişka ve hemû navajoyên wî hatin hilawestandin, û ji nirxên xwe ketin xarê… pêwîstbû êdî di bin giraniyek erjeng de xwe li ser pêyên xwe rabigirta.

Hemû berate û nîşanên berê winda bûbûn di vê cîhana nû ya nenas de. Tevahiya navajo û navkudên jê re pêşengî dikirin diviyabû xwe ji nû ve saz bikirana, bikaribûna terkîba sedem-encam û jêderxistinan pêk bihaniyana: Ango veguheriyana bal hesibandin, hizirînê, li bal têgi-hiş-tinê… Ez bawer dikim li ser rûyê erdê hest û pêjina tengezarî û şayîşek wiha tu car nehatiye dîtin.  Digel vê yekê ev navajoyên bingegirtî û qedîm wisa di carekî de dawî bi hebûna xwe û hewcetiyên vê hebûnê neanîn, lê di nav van mercên nû de bidestxistina têrbûn û çarvebûnan êdî dijwar bû ji bo van navajoyan, diviyabû bi awayekî di nav qewar û binzemînan de li çarvebûnan bihata gerîn êdî. Hemû navajoyên ku nikaribûn xwe derbikin û derkevin derve ber bi hindur zivirîn, ev e ya ku ez wek ”berehindurbûna mirov” binav dikim, di vir de ye li cem mirov dest bi hêşînbûnê dike ewa ku dê dû re wek gîyana wî bihê binavkirin.

Di rêjeya ku pêşî li derbûn/derbirîna van navajoyan dihê girtin de, ev navajo di wê rêjeyê de di hindur de berfirehî, berzbûn û kûrahî vedirikînin/bidest dixin. Sazîyên civakî sebaret bi cezakirinê ve xwe li hember van navajoyên kevnare dane parastin. Ev cezakirin bûye sedem ku hemû evan navajoyên mirovê azad, hov, koçer dîsa berê xwe bidin mirov bixwe. Mirovê ku bêsekin xwe bi caxên qefesa têde birîndar dike, di tunebûna dijmin û berxwedanek derve de tundtûjiya van navajoyên xwe li xwe dizivirîne; dijminatî, cewirkarî/zalimî,  şahîya tehde, pêdanser, êrişkarî, rûxandin û wêrankariyê berê xwe dide hilgirê van navajoyan, bingeh/orîjîna şuûra sik ev e. Ev hêçketî, ev girtîyê nostaljîk ê bêhêvî di nav jêbûn û veqetiyana ji rabirdûya xwe ya ajalî de û bi ketina nav rewş û mercên heyîbûnek nû, bi îlana cengek dijî navajoyên kevnare yên ku hilgirê wan şahî û hêza xwe ya jîyînê ji wan hildigire ve bi nexwaşiya herî giran û erjeng dikeve: Nexwaşiya bi êşa xwe ve êşîn! Mirov bi êşa ji xwe ve diêşê!»

Orhan Agirî 

27.03.2014

Jêder

Par-delà le bien et le mal. LGF, 2000. Friedrich NIETZSCHE

Le Gai Savoir. LGF, 1993. Friedrich NIETZSCHE

La Conscience,  Flammarion, Paris, 2005. Olivier Putoi.

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin