Di Felsefeyê de Rêbaza Diyalektîk

Di Felsefeyê de Rêbaza Diyalektîk

Di Felsefeyê de Rêbaza Diyalektîk  

Diyalektîk, riyeka fikirînê ye. Bi vê rêyê, yên nakok yan jî dijber, têne cem hevdu û yekîtiyeke diafirînin/pêk tînin. Di encama vê yekê de jî, pêşveçûnek dertê holê. Cara yekemîn, mirov dikare bibêje ku li cem Herakleîtos hatiye dîtin û di dewra hemdem de jî, ji aliyê Hegel ve hatiye bikaranîn.

Di diyalektîkê de du têgehên dijber, tez û antîtezê pêk tînin û ev du dijber, digihêjin sentezê. Sentez jî, piştra carekê din ji hev dabeş dibe û dibe tez û antîtezeke din yên nû û ev pêvajo, her wusa berdewam dike. Mesela: Reş (tez) û spî (antîtez) bila du têgehên dijber bin. Wê senteza wan, cûn (grî-boz) be. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

22.12.2014 

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye.

Bersivekê binivîsin