Heyîn di Felsefeya George Berkeley de

Heyîn di Felsefeya George Berkeley de

Heyîn di Felsefeya George Berkeley de

Li gorî bîr û baweriya George Berkeleyê (1685-1753) metran ku mirovekî îngilîz e, heyîn têgihîştin (bîrbirin, serwextbûn) e û li derveyê têgihîştin e û ramanên me jî, made tune.

Berkeley di pirtûka xwe ya bi navê <Treatise on the Princivles of Human Knowledge> (Lêkolîna Li Ser Hêmanên Zanayiya Mirovî 1970) de li ser vê babetê wiha dibeje: <Hemû kes dizanin ku pêşnûma, beyî zêhma mirovî tune nin û nikarin hebin jî. Herweha hinek tiştên ku em bi wan dihesin hebin jî, em dîsa dizanin ku ew li derveyê zêhna me nikarin hebin.>  

Heke em baş bi gotina <hebûnê> bizanibin, wê demê em ê çêtir têbigihêjine gotinên wî: Dema ku ez dibêjim <ev maseya ku ez li ser dinivîsînim>, di vê gotinê de armanca min ew e ku ez dixwazim bibêjim ku ez çav bi masê dikevim û destê xwe lê didim. Wekî vê yekê bêhnek hebû, jixwe ez bi bêhnê têgihîştimê; dengek hebû, ez bi deng têgihîştimê.

Eşkere ye: ya ku di vir de heye, a ku hatiye têgihîştin e.

George Berkeleyî bi vê angaşta xwe, li hemberê madeperestiyê/materyalîzmê têkoşiyaye. Berkeley ji xala ku dibêje <nesneyên fizikî pêşnûma ne.> dest pê dike û dibêje <pêşnûma jî bi têgihîştinê dikarin hebin û ji ber vê yekê jî, nesneyên fizikî; ji bilî têgihîştinê ne ti tişt in.>  

Dîsa di pirtûka xwe ya bi navê <Three Dialoques Between Hylas and Philonous – Sê Gotubêjên di navbera Hylas û Philonousî de> de jî, vê ramana xwe berfirehtir dike. Di vê pirtûka xwe de jî dibêje ku <gerdûna ku em têgihêjinê, ew gerdûn e ku em bi sehekên xwe têdigihêjinê. Herweha, ji bilî sehek û pêşnûmeyan, ti tişt nikare were têgihîştin û ti pêşnûma, ji bilî zêhna me; li ti dereka din nikare hebe jî.>

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

10.02.2015

Bersivekê binivîsin