Derbarê Çêbûna Alemê de du Nêrînên Sereke
Derbarê Çêbûna Alemê de du Nêrînên Sereke
Derbarê afirandin yan jî çêbûna alemê (gerdûn, cîhan) de, du helwestên sereke hene: helwest û feraseta pêşîn, helwesta Materyalîst e ku hemû alemê bi made, texlîd, zeman û nûveyên (unsurên) xwe re ezelî (bêdestpêk) dibîne û ji Xwedê jî bawer nake, ye.
Ya duyemîn jî nêrîna Îdealîst e, ku li gor vê nêrînê jî alem ezelî be jî Xwedayekî ku afiranderê wê ye heye û ê ku alemê îdare dike jî, dîsa Xwedê ye. Helbet di nêrîna Îdealîst de çend hewldanên cihêreng jî hene, ku meriv dikare wan jî wuha bihêjmêre:
1- ‘Xwedê texlîd û nûveyên tiştan, ji madeyeke ezelî afirandî ye.’ (Platon)
2- Xwedê, ezelî ye. Alem jî bi made, texlîd û dema xwe, ezelî ye. Lêbelê, ji hêla tevgerandin û livandina alemê ve, Xwedê <İllet-i Gâisa, Sebebê Armancê> ya alemê ye. Ev nêrîn jî, ji aliyê Arîsto û Îbnî Ruşd ve hatiye parastin.
3- Xwedê alemê ne ji madeyeke ezelî, lêbelê bi rêya sudûr’ê afirandiye. Ev sudûr, ezelî ye. Alem jî, ji hêla demê ve ezelî ye û ji aliyê zatî ve jî, mimkun e. Ev nêrîn jî, ji aliyê Plotîn, Farabî, Îbnî Sîna û gelek feylesofên din ve tê parastin.
4- Xwedê alemê ji tunehiya ku ne tiştek e afirandî ye, vê yekê bi bi rêya sudûrê û ne di ezelîyetê de, lebelê li gor îradeya xwe di demekê ku xwediyê destpêkekê ye de afirandî ye.
Ev nêrîn jî ya Xezalî û kelamzanan e.
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
29.01.2016