Civak û Çanda Parsekiyê

Civak û Çanda Parsekiyê

Civak û Çanda Parsekiyê

Di têgeha xelkên rojhilatî de nan û xwarin, tenê dibe xêr û xwedê qebûl dike. Yên kiryar û vedîtin yan ji nêrîn û aqilekî ne jiberkirî na. Yan jî yê avahî, dezgehên bazirganiyê saz bike na. Heta ew gelek cara xafil tête dîtin. Lewma jî çavê wan her li destê hineka ye. Yan li bendê ne rizgarkarek were û wan ji vê rewşa kambax derxîne, yan jî baştir bike. Ev yek dibe Xwedê, yan Mehdî, ya Tawisî Melek, ya Mesîh yan dîktatorekî di asta Xwedê de tê dîtin. Ne di xwe de û ji xwe de destpêdikin, ji derveyî xwe. Lê hizûr û gencîneya her mirovî, û pêdiviyên wî yên bi dunya wî ya rasteqîn di hundurê wan de ne.

Heta ku mirov kêmendam be jî enerjiya wî ya erênî dikare bêyî bibe parsek li ser piyên xwe bisekine. Ger na ev erka dewleta ye ku kêm û kêmendama bi parêze. Ya dî li şûna karekî kêm jî herin mizgefa û ji Xwedê re daxwazên xwe rêz bikin. Yan dê çavê wan li bende duayê şêx û mella bin. Ger şêx û mella bi dua karîbana tiştê dixwazin bi destve bianiya dê bo xwe bikirana û ewê nebûna parsekê mirîda. Yan dê li benda axa, beg û seroka bin. Ya çewt ewe ku du nav berpirsiyarin ji gel û civakê, ne civak.

Civak bi erkên xwe yê hemwelatî re radibe, ger ranebe tê girtin û seza kirin. Lê weke em dizanin ji bo gendelî û karê ne li rê xelk dikeve dorê û dawiya karên ne li rê nayê. Yan jî dê li bende şens, nesîbê serê salê û qumarê bin. Yan jî li gencîneyên di bin erdê digerin. Her weha cara kêmasiya xwe nabînin, her yekî din gunehkar e. Lewma em dibînin ku xêr tenê nan û dan tê hesibandin. Ya din jî meriv ne li tiştên konkret û rasteqîn digerin. Her li navnîşanê ne diyar û eşkere bergeh û hêviya wan e. Ji ber ku hînî parsê bûne, parsa xwe pars nabînin. Yan jî yê bi nanekî mirova dikire şerm nabînin. Xêr ne tenê nane, emilyate jî. Ya mejî bi pirsê û ya can û derûnê ye jî. Ango; heta parsek zanibe dê bi parsê nanê xwe bi xwe dê parsê bike. Lê gava aqil û derfet hebe, dê fêr bibe û parsê neke. Ne her nanê meriv dide xêr e. Çenku meriv pê fêrí belaşî û parsê dibe.

Newaf Mîro

21.07.2016 

Bersivekê binivîsin