Sibê Dereng e

Sibê Dereng e

Tiştê li Şengalê qewimîne ez naxwazim li ser rawestim, ji xwe ji raya giştî ve eyane. Lê rûdan û kuştinê dikarin hê bi qewimin, dê qet karê ji tu aliya re neyne. Ger şer derket, êdî encama dê li ku bisekine kesek nikare baş bi hesibîne. Em dizanin şerê li Sûriyê derket hê jî didome û çiqas hê wê bidome kesek nikare dawiya wî şerî bibîne. Şer ne tenê kuştinê û malwêraniyê, perçebûna civakê û brînên derûnî di civakê de diafirîne. Ger civak bi ruhî parçe bû, êdî kesek nikare bicebirîn e. Komkujiya êzîdiya li Şengalê û karesata ku rû da, hê jî karesata bi xwe re tîn e. Brînê 72 fermana, yan 74 fermana hê jî vekirîne. Her alî va brîna bi rengekî ji renga ji bo siyaseta xwe bikar tîne. Lê wa diyare wê ji brîna êzîdiya dê biherike gelek nêm û xwîne . Yê brîn peçandin û yê niha jî dermanke nîne. Ger hebûya dê ev rûdanên nû di nav civaka bi travma de rû nedidan. Lê ez dizanim ku gilî û gazin nikarin ziyan û kuştiyên karesatê bi paşve vegerînin. Rewş xirabe, dikare xerabtirîn encamê din bi xwe re bîne. Ev şerê ku bi qewime, dê karvedanên nû bi xwe re bîne. Şer weke agire, kesek nema dizane ku dê heta ku bişewitîne. Karesata Şengalê Êzîdî bi babetekî giyanî ji kurdayetiyê qut kirin. Ev şer û propogandayên partîzanî vê qutbûnê xurtir dike. Şerê ku derkeve, dê kurdên bakur, başûr û rojava ji hev qut bike. Êdî kesekê nikaribe, vê agirî vemirîne, dê her kesê li dû wan were gurrtir bike. Agir dê beriya herkesî yên bêalî berteref bike. Kara şer ji kurda re nîne. Şerê baweriya biyaniya bi kurda û siyaseta kurda bişkîne. Divê PKK û PDK li ser Xweseriya Şengalê, bi êzîdiya re lihev bikin. Ev ne xwesteke ev erkekî mirovî û gerdûnÎ ye. Ger siyasetmedar bihêlin, ku bi çeka çareserî were dîtin, nexwe ew siyaseteke mirî ye. Dawiya hemû şera hevpejirandineke bi ziyanên du aliye. Ji hemû Şera re na! Şerê brakujiyê, xwekujiye! Şer ne çareseriye! Îro çereserî, sibê derenge!

newafmiro@gmx.de

06.03.17

Bersivekê binivîsin