Taybetmendiyên Felsefeyê

Taybetmendiyên Felsefeyê

Taybetmendiyên Felsefeyê

Felsefe dixwaze ku mirovan, xwezayê û pirsgirêkên mirovî, li gor pîvanên aqlî û mentiqî şirove bike. Bingeh, aqil û mentîq e. Di dema pêkanîna vê yekê de felsefe tu carê pişta xwe nade ol, mîtos an jî desthilateke din. Felsefe vê yekê, bi tenê bi rêya aqil pêk tîne û hemû şiroveyên xwe dispêre aqil.

1- Felsefe hunera fikirînê ye.

Arîstoteles, mirovan wek heywanên xwedîaqil dihesibîne û dinasîne. Lewra, taybetmendiya herî cihêreng ya mirov ew e ku mirov xwedîyê aqil e û difikire. Yên ku li ser jiyana xwe û mirovên din, li ser gerdûn û xwezayê, li ser wateya jiyanê difikire, dîsa mirov e.

Di pêkanîna van xebatan de jî, rêberê mirov aqil û hêmanên aqlî ne. Fikirîna rast û kûr, berhevdan û komkirina fikirînê, dibe ku wesfa hunerî a tekane ya felsefeyê be.

2- Felsefe xwe dispêre pirsan.

Felsefe bi pirsan, bi pirsîyaran xwe nêzîkê ê nenasbar (kesnezanî) dike. Ji destpêkê ve felsefeyê bi pirsan û pirskirinê dest bi karê xwe kiriye, ji bo têgihiştina gerdûn, mirov û hilika rasteqîn ya mirov, xweza û gerdûnê, bêrawestan pirsên xwe pirsî ye û bersivan hilberandiye. Her fîlozofekî pirsên xwe ên xwer pirsî ye an jî, wan pirsên ku berê hatine pirsîn parve kiriye.

Wek mînak: Pirsa ‘Gelo çavkanîya zanayîyê çî ye?’ ji bo hemû fîlozofan pirseka hevpar e. Lê, John Locke bi pirsa ‘Gelo zanayiyên me ji zayînê ve hene, an na?’ û Kant jî, bi pirsa; ‘Bîr (zêhn, hiş) dikare bi çî bizanibe û heta çî radeyê dikare bizanibe?’ xwe nêzîkê wê pirsa felsefî dikin.

Pirsên fîlozofan ji hev cihêreng bin jî, mirov dikare bibêje ku girîngiya wan her dem didome. Axirê, mirov dikare bibêje ku di felsefeyê de ji bersivan zêdetir, pirs girîng in.

3- Felsefe xwe ji şer nade paş.

Felsefe her dem gelek pirsên jibîrbûyî, an jî pirsên ku pirsîna wan nayê xwestin û têne temirandin, dipirse û wan tîne rojevê. Mirovan, bi xwe re rûbirû dike û wan bi xwe re tîne hemberê hev.

Bi taybetî jî, bersivandina pirsên felsefeya sîyaset û exlaqê, gelekî zehmet e. Mesela ji me were xwestin ku em ji du mirovên nexweş, ku yek ji wan zarokekî biçûk û ê din jî kalekî zanyar e; bi tenê yekî ji bo dermankirinê hilbijêrin, gelo wê em ê kîjanî hilbijêrin?

Gelo em kîjanî hilbijêrin? Wê kîjan hilbijartina me hilbijartinek exlaqî be? Em kîjanî hilbijêrin hilbijêrin, wê ji me; armanca biryara me were pirsîn.

4- Felsefe ji meraq û şwazîyê derketiye.

Tiştekî berbiçav e ku xwe felsefe ji meraq û şaşwazîya (ecêba) mirovî derketiye û berfireh bûye. Hê ji destpêkê ve guherîn, bihevketin û cardin hebûna lihevhatin û pêşveçûnê, bala fîlozofan kişandiye.

Fîlozof, li vê guherîn, bihevketin û lihevhatinê ecêbmayî mane û xwestine ku bingeha vê yekê bizanibin û xwe bigihînin prensîbek bingehîn. Ji bo têgihiştina vê yekê, dest bi lêkolînan kirine û ev helwest, her çiqas pirs û babet cihêreng bin jî; di hemû dewr û dewranan de berdewam kiriye.

5- Felsefe gumanker e.

Felsefe, ji kîjan çavkaniyê were bila were; wisa bi hêsanî tu daneyan qebûl nake. Ji kû were bila were, hizkî wek zagoneka civakî, hizkî bila hişkbaweriyek (doxmeyek) olî an jî, bila ew zanayîyeka sehekî be; felsefe bi şik (bi guman) xwe nêzîkê wî tiştî dike.

Mirov dikare bibêje ku felsefeyê, gumanê bi du şeklan bikar anîye: Ya yekemîn gumankeriya septîka ye û ya duyemîn jî, wek rêbazekî (azînekî) bikaranîna gumanê ye, ku ji aliyê fîlozofên wek Descartes û Gazalî ve ji bo têgihiştin an jî gihiştina zanayî û tevgera rast, hatiye bikaranîn.

Bi awayekî gumanker xwe nêzîkkirina babetan, wiha dike ku fîlozof serî li çavkanîya babetan bide û xwe bigihîne bingeha wan. Bêguman di encama vê fikirîn û lêkolînê de, an wê çewtiya wê were derxistin, an jî wê xîm û spartekên babetê werin piştrastkirin. Nexwe, wê di helwestekê beravajiya vê yekê de, dibe ku fîlozof bi awayekî hişkbawer (doxmetîk) tevbigere, ku wê ev yek jî ne helwestek fîlozofîk be.

6- Felsefe refleksîf e.

Felsefe refleksîf e. Ji bilî felsefeyê tu disiplînên din, xwe nakin mijara xwe û li ser xwe venakolin. Ango, mirov nikare fizîka zanista fizîkê, an jî genetîka bîyolojîyê bike. Ancax, mirov dikare li ser felsefeya felsefeyê bipeyîve.

Di nav hemû disiplînan de bi tenê felsefe, xwe dike babeta lêkolînên xwe û li xwe vedikole. Ev yek jî tê wê wateyê ku fîlozofek dikare cardin li babeta xwe bizivire û ji nû ve li babeteka xwe ya kevin vebikole.

Çawa ku di matematîkê de pirs têne çareserkirin, di felsefeyê de jî li ser mijarê cardin tê fikirîn û vekolandin. Bi vê yekê re jî, tê xwestin ku kêmasî an jî cihêrengiyên mijarê ên ku heta wê demê ne hatine dîtin, werin destnîşankirin.

7- Felsefe ji pêşdarazan dûr e.

Felsefe, tu cudakerîyê naxe nav zanayîyan. Mirovê fîlozof, divê ji hemû fikran re bi rûmet be. Divê bi baldarî lê bifikire, biponije, lêbikole û li bêjinga aqil û mentîqê bixe û li gor ramanên xwe wan binîrxîne. Hege li hember mirov, ramanek cihêreng hebe; wê demê mirov dikare jê hindek tiştan fêr bibe.

8- Felsefe çalakîyek rexnekar e.

Felsefe, bi awayekî rexneker (rexnegir) dest bi babetên xwe dike. Babet çî be bila be, felsefe bi şik (bi guman) xwe nêzîkê mijarê dike û bi vê yekê re dixwaze ku hêlên cihêreng û veşartî, yên wê babetê derxe holê.

Helbet ne bêgav e ku rexne her dem neyînî bin û ji xwe felsefe jî tu carê derheqê herênayên (îkîlemên) rast-çewt, mafdar-niheq û derbasdar-nederbasdar de tu darazan pêşkêş nake.

Berevajiya vê yekê felsefe, di çarçoweyek mentîqî de li mijaran vedikole û dixwaze ku bizanibe, ka mijar (an pêşnîyar-onerme) derbasdar û hevgirtî ye, yan na? Herweha ji pêşnîyaran dest pê dike û li encamê jî vedikole, ka ew pêşniyar rê li encamek wiha vedikin yan na?

9- Rêberê felsefeyê aqil e.

Bingeha felsefeyê aqil e. Lewra felsefe wek zanistên din ne xwediyê rêbazên çavdêrî û ezmûnê ye û van rêbazan (azînan) bikar nayne.

Fîlozof dema ku zanayîyeke pêşkêş dike, ne bi rêberiya çavdêrî û ezmûnê; bi tenê bi rêberiya aqil û hêmanên (prensîbên) fikirînê tevdigere. Gotina rastiya aqil, di roja me de vê yekê vedibêje û bi vê rêbazê felsefe, beyî ku serî li tu mîtos, şexs an jî gotinan bide; zanayîyan hildiberîne.

10- Felsefe desthilatîyê qebûl nake.

Felsefe li ser hemû mijaran gotûbêjan vedike. Çî mijarên zanistî, çî mijarên olî… Bi çavekî kor, bêrexne û bêlêkolînê, tu fikrî napejirîne. Belam ev yek nayê wê mahneyê ku felsefe tu rastiyê qebûl nake.

Nexêr, beriya pejirandinê, felsefe dixwaze ku babetê bi hemû hêlan bibîne, lêbikole û bi awayekî tevayî (tumel) mijarê raxe holê.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin