Empirisîzm

Empirisîzm

Empirisîzm [Deneyparêzî- Ezmûngerî- Empirîzm]

Li cîhana Rojava tevgereke bandordar ya felsefeyê ye û wekî dijberê rasyonalîzmêhatîye dîtin. Navê gellek fîlozofan di vê lodê de cîh bigre jî, fîlozofên sereke ên vê bizavê, John Locke û David Hume ne. John Locke û David Hume, du ezmûngerê Îngilîz in û du navên sereke ê ekola ezmûngerîyê ne.

Du Taybetmendîyên Girîng Yê Empirîsîzmê Hene

1- Empirîzm ji bo behskirina tiştekî, berîya her tiştî pêwîstî bi delîlan dibîne. Yanî divê dema ku em behsa tiştekî bikin, derheqê wê yekê de divê delîlên me hebin û ev delîl jî, divê ji ezmûnê (azmayîşê) werin. Wek mînak: Dema em ji ufoyan (seyareyên fezayî) behs bikin, divê ya me ufoyan dîtibe, ya jî divê me destê xwe dabe wan. Hege di vê babetê de azmayîşeka me tunebe, wê demê di vê babetê de divê em xeber nedin.

2- Ezmûngerî, rêbaza zanistê (ezmûnê) bikar tîne û vê yekê ji xwe re wek modeleke dibîne. Ji bo ku em bikaribin bawerîyeka xwe bidin der, di destê me de divê delîlên me yên ku ji ezmûnê hatibin hebin. Du taybetmendîyên ezmûngerîyê yên navborî, wiha kirine ku mirov di babeta zanayîyê de xwe bi sînor bike. Lê wan zanayîyên ku ne ji ezmûnê tetin jî, wan wek zanayîyên ne rast, an derzanayî daye nîşandan. Ev yek jî, aliyê sar ê ezmûngerîyê ye.

1- John Locke (1632- 1704)

John Locke, wek damezranerê ezmûngerîya Îngilîz tê hesibandin. John Locke ramana Descartes ya îdeyê ji bo ramanên xwe wek bingeh hilbijartiye, ku îde tê wateya hemû tiştên ku mirov li ser difikire. Descartesî wiha pêbawerbû ku mirov ji zayîna xwe ve xwedîyê van îdeya ye. Belam John Lockê ezmûnger, bi temamî li dijê vê ramanê bû. Li gor bîr û bawerîya John Lock jî, mirov tu tiştî (îde, raman an jî têgeh) ji zayîna xwe ve nayne. Di destpêka jiyanê de zêhn, bi rêya têgîhan û fikirînê bidest dixe.

Taybetmendîyên Sereke Ên Felsefeya John Locke.

1- John Locke di navbera îde û azmayîşê de têkilîyeka dualî ava dike. Ya yekemîn: Zêhna mirov di destpêkê de wekî Lewheyeka Vale (Tabula Rasa) dest pê dike û her diçe (bi berfirehbûnê re) îdeyan bidest dixe. Ya duyemîn: Hemû tiştên ku em pê dizanin ji azmayîşan têtin. Ji bo ku em bikaribin tiştekî weke zanayî bipejirînin, berîya her tiştî divê sedemên wê yekê ên ku ji azmayîşê têtin, hebin. Herweha divê teorîyên me yên zanistî jî, ji birêvebirinên aqlî ên razber zêdetir ji azamayîşan werin û xwe bispêrin azmayîşan.

2- Azmayîş, ji aliyê John Locke ve wek du beş hatiye bikaranîn. Li alîyekî ezmûna derveyî, ku xwe dispêre pênc (5) livokên me yên sehekî. Li alîyê din jî ezmûna hundûrîn heye, ku di vê yekê de jî îdeyên ku bi rêya ezmûna devreyî têne bidestxistin, têne bikaranîn.

Li Gor Bîr Û Bawerîya John Locke

Hemû zanayîyên me bi rêya pênc livokên me yên sehekî ne, ku bi rêya ezmûna derveyî têne bidestxistin. Piştra ev daneyên ku bi rêya sehekan têne bidesxistin (ku ev pêşnîyarên basîd in, wek zer, dirêj û tirş, ku wesfên yekemîn in) li hevdu têne girêdan û îdeyên tevlîhev, têne hilberandin.

3- Joh Locke îdeyan dike du beş

1- îdeyên basîd

2- Îdeyên tevlîhev

Îdeyên tevlîhev, bi rêya hevûdûdana îdeyên basîd têne hilberandin. Îdeyên basîd jî, bi rêya bandora nesneyan ku li ser sehekên me dihêlin, têne hilberandin. Îdeyên basîd gellekî vekirî ne, lê îdeyên tevlîhev gellekî berfireh (bergehdar) in. Wek mînak: Em derheqê nesneyekî de dibêjin ku ew zer e, tirş e, mezin e û hwd. Em van têgehan digihînin leymon û rojê. (Bi wan ve girêdidin) Bi vî awayî em dibêjin: ‘Leymon tirş e, an jî tîrêjên rojê zer in.’ Û em xwe digihênin îdeyên kompleks.

4- John Locke li gor taybetmendiyên wan, dibêje îdeyên basîd xwedîyê du wesfên cuda ne.

1- Wesfên bingehîn (sereke, esas) : wek hejmar, şekil û tevgerê.  

2- Wesfên talî (wesfên di rêza duyem de) : Wek deng, reng û têhm.  

Wesfên bingehîn, ji nesneyan têtin û hege ew tunebin, em nikarin têbigihêjin wan. Wek tirşbûna leymonê, ku em nikarin îdeya tirşê ji îdeya leymonê cuda bikin. Wesfên talî jî, li gor yê ku têdigihêjîyê diguhere. Mesela leymon di heman demê de zer e jî, lê li gor ronahîyê dikare bi rengekî cihêreng jî were têgihiştin.

5- John Locek wiha difikire ku nesne têne gihîştin. (têne îdraq kirin.) Têgihîştin bi bandora nesneyan ku bi rêya wesfên xwe yên bingehîn û talî, li me dikin; pêk tê. Îdeyên ku ji nesneyan têne têgihîştin, xwediyê wê hêze ne ku di zêhna mirov de nesneyan temsîl bikin. Bi vî awayî îdeyên ku di zêhna me de hene, amizgerê nesneyên xwe û nûnerên wan in.

6- Pejirandin an nepejirandina îdeyan, amizgerîya wan an jî neamizgerîya wan; zanayîyê derdixe holê.

7- John Lock dibêje 4 hêmanên ku zanayîyê derdixin holê hene.

1- Jevbûn (jêbûn, hemanî, eynîtî, wekhevîbûn/Cihêrengî (ciyewazî, cudayî)

Veqetandina heyînekê ji heyîneka din û raxistina cihêrengîya wê ya holê. Mesela em dikarin bibêjin ku ‘dar’ eynî xwe ye û ji ‘hesin’ cihêreng e.

2- Tekilî

Diyarkirina têkiliya di navbera du heyînan de. Mesela wek diyarkirina têkiliya di navbera sêkoşe û çarkoşe de.

3- Girêdana bivênevê û hebûna bi hevre

Ji bo pêkhatina îdeyeke tevlîhev, pêdivî bi gellek îdeyên basîd heye. Mesela îdeya televîzyonê. Em dizanin ku îdeya televîzyonê ji gelek îdeyên biçûk pêk tê, lê ew hemû bi hevdû re îdeya televîzyonê pêk tînin.

4- Hebûna rasteqînî

Divê îdeyek bi rastî jî nesneyeka ku heye, temsîl bike. Mesela dema em behsa darê bikin, divê ev têgeh di xwezayê de temsîla darê bike.

2- David Hume (1711-1776)

David Hume jî navekî girîng ê ezmûngerîya Îngilîz e û bi gumankerîya (şikberîya) xwe navdar e. Nemaze bi regeza sedemîtîyê, bandoreka mezin li ser fîlozofan hiştiye. David Hume, xebatên Newton ji xwe re wek mînak hilbijartiye. Hume, di destpêkê de xwestiye ku rêbaza xebitîna mejîyê mirov fêr bibe û prensîbên xebîtîna mirov destnîşan bike. Di babeta felsefeya zanayîyê de lêzêdekirina wî ya herî mezin, dahûrandina (analîz kirin, dewiyandin) wî ya li ser sedemîtîyê ye. David Hume di babetên zanayî û zanistî de, têgihîştibû ku ramana sedemîtîyê gellekî girîng e û xwedîroleka bingehîn e. Lê David Hume bi bi şik, nêzîkê vê yekê bû.

Lewra li gor bîr û bawerîya Hume, ramana sedemîtîyê di navbera du bûyeran de girêdanek bû û bi temamî, ji hînbûnîyên me dihat. Lewra dema ku em di navbera du bûyerên ku li pey hevdu tên de girêdanek pêk bînin û em bûyera yekemîn wek sedemê ya duyemîn bihesibînin; sedemê vê yekê, hînbûnî û azmayîşên me ne. Li gor bawerîya Hume, em di navbera du bûyeran de ku li pey hev têtin; girêdanîyeke sedemîtîyê ava dikin. Wek mînak: Her sibê roj hiltê û êvaran jî diçe ava. Herweha piştî rojê jî, şev tê.

Ev yek wiha dike ku em di navbera wan de têkîlîyeka sedemîtîyê ava dikin. Lê bingeha sedemîtîya di vir de, bi temamî psîkolojîk e, ji azmayîşên me pêk tê û tiştekî ku dotira rojê jî, vê bûyerê sewgiran (garantî- temînat) bike tune. Ev yek bi temamî encameka hînbûnî û hêvîyên me ne. Li gor bîr û bawerîya David Hume; hinek caran jî sedemê ramana (fikrê) sedemîtîyê, rêbaza enduksîyonê ye. Wek mînak: Dema ku em dersê xwe dişûxulin û em nescafeyeke vedixwin û vexwarina nescafeyê ji me re baş tê, di dawîyê de em digihêjin vê encamê: ‘vexwarina nescafeyê di dema dersşixulînê de, ji mirov re baş tê.’

Ango di dema dersşuxulînê de sedemê baştêgihiştina me, nescafe ye. Lê li gor hume ev tiştekî xapînok e û tu sedemîtiyek di vê têkilîyê de tune. Vê yekê em li vê têkiliyê bar dikin û rêbaza enduksîyonê jî, her dem encamên rast nadin me. Herweha, David Hume bawerîya xwe bi azmayîşên me yên sehekî dianî û wiha bawer dikir ku, divê zanayîyên me ji azmayîşên me yên sehekî werin. Belam, em pêdizanin ku ramana sedemîtîyê ji azmayîşên me nayên û em nikarin wan biceribînin. (Wan ezmûn bikin) Çimku, em naikarin di nav azmayîşên xwe de sedemîtîyê bihewînin. Ji ber vê çendê jî sedemîtî, bi temamî hînbûnîyek e.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin