Tesewuf
Tesewuf
Tesewuf; wateya mîstîsîzma îslamê ye û di wateya “tevger” , “tevgerîn” û “vejiyînê” de ye û nêrînekê dinyayê ye. Di tesewufê de mîna felsefeya hîndûyan, ji dinyayê dûrketin û bi tinebûnê re yekbûn tune. Lê, ji xwiyakirinan tiştan revek û lêgereka bingeha xwiyakirinê heye. Di tesewufê de gihêjtina zanayiyê û carekê din, dagerîna dinyayê heye.
Li gorî felsefeya tesewufê, ev dem bi sê têgehan tê şirovekirin.
1-Terka dinyayê “Terkî dinya”
2-Terka axretê “Terkî uklav”
3-Terka terkê. “Ji pêvajoya terkê derketin.”
Ji bona felsefeyê giringiya tesewufê
1- Di ola îslamê de jiyana civakî, tevgerên mirovan û çarenûsa wan, bi zagonên bêdro hatiye girêdan û sînorkirin.
2– Di ola îslamê de rêxistinekê wek dêrê tune, di navbera Xwedê û ebdên wî de tu rêxistin xwiya nakin. Lê dîsa jî; şeklê jiyana civakî, seranser bi zagonan hatiye kifşkirin.
3- Di tesewufê de pirs hene, wekî: “Ev xwiyakirin; kaşil in, tiştên nixumî ne, xwiyakirin in û rastiya tiştan jî, di naveroka wan de veşatî ye.” Pirsên çima, çawa û bi çî awayî? felsefeyê vedikin, ku ev jî dibe tesewuf. Li gorî hindek fîlozofan, tesewuf di bin bandûra antîk yewnan de maye û jê ketumet bûye.
4- Tesewuf, ji nêrînên kevneşopî derketinek e, çerçoweyeka pisporî û zanistî ye.
5– Tesewuf lêgerîna rastiyê, bi awayekî mirovî pêk tîne, dilêrîneka pisporî û zanistî ye. Di tesewufê de; şertên zanistiyê hene û ew mirovên ku bixwazin bibin zanyar an pispor, pêwîst e li hemberê çend zagonên kifşkirî ranebin û lê werin. Ev zagon jî, riya jiyana mirova ye û ev mirov jî, li jiyanekê rast digerin.
6- Bingeha ramana tesewufê, lixwevegerînek e. Mirov, ancax ku li xwe vegere dikare bigihêje jiyanekê rast. Herwiha, baweriya hêzên mirovan û şexsan heye û ev yek, di tesewfê de niqteyeka hevpar e.
7- Ji ber ku tesewuf, ji çerçoweya îslamê derketiye û ji ber wesfên şexsî bi “ehlê sinetê” (zagonên îslamê yên naguher û bêdro) re, dikeve nakokiyê.
8- Di tesewufê de; mirov ji bîr û baweriyên banegehî dûr dibin û hilika jiyana xwe, xurt û fireh dikin.
9- Di tesewufê de; mirov hem bi xwe re û hem jî bi hawîrdorê xwe re dikeve têkçûyîn û hesapdayînê.
10– Di nêrîna tesewufê de mirov, her rastiyê mîna koran napejirîne. Belam, li hember zagonên naguher û bêdro, lêrabûnek heye. Di tesewufê de zagonên naguher û bêdro, cihên xwe ji ked û xebatên şexsî re dihêlin. Ji ber vê yekê, tesewuf xwediyê wesfên şoreşger e û di dîrokê de bi alîkariya tesewufê, civak zêdetir nêzîkê hevdu bûne û hevdu naskirine.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Di Sed Pirsan de Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.