Agrippa (P.Z. Sedala 3an)

Agrippa (P.Z. Sedala 3an)
P.Z. di sedsala 3an de jiyaye û feylesofek î mîstîk ê romayî ye. Agrippa jî, wekî feylesofek î gumanber (şikber, septîk) hatiye dîtin. Derbarê Agrippa de, zaniniyên me gelekî kêm in. Lêbelê li gor zanînan Agrippa gelekî li ser tropeyên Aenesidemusî rawestiya ye û hejmara wan deh (10) tropeyan daxistiya (5) pêncan. Wekî tê zanîn Aenesidemus berê gotibû ku zaninî nê pêkan e û ji bo peyitandina vê teoriya xwe jî, deh (10) tropeyan raber kiribû.
5 tropeyên (delîl, sebeb, palpişt, hincet) Agrippa ev in:
1- Hem di jiyana me ya rojane de û hem jî, di nîqaşên feylesofan de, raman pev diçin.
2- Tu tişt, bi serê xwe nikare xwe rave bike. Her rave (explanation) jî pêşniyareke (proposition) nû ye û ev yek heta hetayê jî, dikare wiha bidome.
3- Têgihî (algı, perception) û daraz (yargı, dadbarî) jî, bi du wateyan îzafî ne: herdu jî li gor barbir (ozne, subjekt) diguherin û ji têgihiyên hawirdorî, ketumet dibin.
4- Feylesofên dogmatîk (feylesofên ku bawriya xwe bi zanînê tînin) ji ber ku newêrin heta dawiyê pêşniyarên xwe raber bikin, serî li ferzweriyên (varsayım, assumption) ku nikarin bipeyitînin didin.
5- Feylesof pirî caran yên ku bi sehekên me re têkildar in bi aqil, yên ku bi aqil re têkildar in jî, bi sehekan dipeyitînin û lewma jî, bivênevê bi du awayan dibin sebebê çewtiyan.
Axir meriv dikare bibêje ku Agrippa ji têgihijtina mirovan û ji ewledariya sehekan, ketiyê gumanê û gotiye ku îmkana zanîna heqîqetê tune. Bi vê helwesta xwe re jî, bandûrê li Michel de Montaigne (1533-1592) û Blaise Pascal (1623-1662) kiriye.
Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Alî Gurdilî
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021