Akhîlleus û Kîso

Akhîlleus û Kîso

 Akhîlleus û Kîso 

Di nav şagirtên Parmanîdesî de bi navê Zenonê Eleayî, yekî zîrek û zana hebû. (Wekî tê zanîn, bi navê Zenonê Qibrîsî jî fîlozofek heye. Lê kesê ku di vê çîrokê de behsa wî tê kirin, Zenonê Eleayî ye.) Zenonê Eleayî bi riya paradoksên xwe, herdem xelkê gêj kiriye û mirov dikare bibêje ku di vê yekê de hoste bû. Çîroka Akhîlleus û Kîso, yek ji wan paradoksa ye. Akhîlleus û kîsoyek, rojekê dikevin pêşbirkekî. Akhîlleus ji ber ku ji kîsoyî bileztir bû (jê çêtir dibeziya), hinek muhletê dide kîso. 

JI HÊLA MANTIQÎ VE PEYÎTANDINEKA BÊHEMPA KU ME DIBE ENCAMEKA ÇEWT 

Zenon dibêje ku dema Akhîlleus bigihêje ciyê ku kîso dest pê kiriye, dê kîso bigihêje nîvê riya xwe a ku dest pê kiriye. Dema ku Akhîlleus xwe bigihîne wir jî, dîsa dê kîso nîvê dûrahiyê here û ev rewş, heta hetayê jî wisa here. Her dema ku Akhîlleus digihêje ciyê berê ê kîso, kîso dîsa dê nîvê dûrahiyê biqedîne. Lewma jî ti caran, Akhîlleus nikare bigihêje kîso. Helbet, hûn dikarin baweriya xwe bi vê çîrokê neynin û bibêjin, ku Akhîlleus dikare bigihêje wî kîsoyî. Heta hûn dikarin vê çîrokê, mîna çîrokeka beredayî jî bihesibînin. Lê divê hûn mebesta/armanca çîrokê jibîr nekin. Çimku, a girîng armanca çîrokê ye.            

Rast e, helbet Akhîleus dikare bigihêje wî kîsoyî. Wekî we, vê yekê Zenon jî baş dizanibû. Meseleya di çîrokê de hebûna rêvebirina aqilekî mantiqî ye, ku mirovan digihîne encameka çewt. Baş e, em ê ji vê yekê re çî bibêjin? Xwiyaye ku di vê çîrokê de peyîtandineka bêhempa heye, ku mirovan digihîne encemeka çewt. Nexwe heke wiha be, tevlîheviyek mezin li benda pêşniyarên me yên derheqê hawirdora me û dinyayê de ne, ye. Mirovan, mîna ramaneka hilweşîner li vê ramanê mêze kirine. Diva bû ku ev yek, çewtiyek mantiqî bûya. Lê heta a niha jî, sebebê vê çewtiyê ti kesî nîşan nedaye. 

PARADÎGMAYA XAÇEPİRSEKA FELSEFΠ 

Ji ber vê yekê Gilbertê ku fîlozofekî sedsala 20 a ye, derheqê vê çîrokê de wiha nivîsiye: <Mirov dikare vê çîrokê, mîna paradîgmaya xaçepirseka felsefî jî biwesfîne.>

Bêguman dibe ku ev hişkegirêk jî mîna teorema Fermat ya dawî, rojekê çareser bibe. 

Werger: Ali Gurdilî

Çavkanî: Profesor Bryan Magee. Kurteçîroka Felsefeyê. Weş. Dost.

Bersivekê binivîsin