Anaksîmenes

Hewa aperîon e û bêsînor e. Yekîtiya laşê mirov bi alikariya hewayê zindî dimîne, hewa dibe giyan û xwe dormedor li dinyayê dipêçe. Herweha, hemû heyînan dixe bin bandûra xwe û dikeve nava wan. Hewa, xwediyê rûçikên bigewşîn e, heta dawiyê li fezayê bela dibe û dilive. Xwe bi xwe ango bi serê xwe, xwediyê hêza xwe ye û ev hêz, di naveroka wê de veşartî ye. Tiştê ku cosmîkê diafirîne jî, hewa bi xwe ye. Cosmîk, ji hewayê bi du şeklan diafirin: Bi tîrbûnê/condensation û bi bi firkbûnê/dilute. Hewa, herdem bi van herdu maweyan dilive; tîrbûn mîna serma û firkbûn jî, mîna germê ye. Lewra, hewa bi serê xwe xwiya nake. Belam, bi van herdu pêvajoyan re dibe agir û xwe wiha nîşanê me dide. Tîrbûn, di destpêkê de dicemide û hişk dibe. Piştre, dibe av, ax, ewr û kevir. Herweha, cosmîkên gerdûnî di bingeha xwe de ji bilî hewayê, ne tu tişt in.
Anaksîmenes | B.Z. 585-525
Têbinî: Anaksîmenes, şagirtê Anaksîmandros e û ji Enedolê ye. Di felsefeya Anaksîmenes de, cosmîk (arkhe, madeya pêşîn) hewa ye. Ango, hewa cosmîk e. Di felsefeya Anaksîmenes de, ramanekê hêja heye ku ew jî ev e: li ser hizra çêbûna hewayê rawestiya ye û cosmîkê, bi wesfê wê bi me daye nasandin.
Çavkanî: Jiyan û Felsefe – Ali Gurdilî
Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021