Aqil, Xwedê û Hezkirin

Aqil, Xwedê û Hezkirin

Aqil, Xwedê û Hezkirin

Bi aqilê Xwedê ?

Yan bi aqilê mirov?

Mirov bi aqilê Xwedê dike?

Yan Xwedê bi aqilê mirov dike?

Ya jî Xwedê di aqil û dilê mirov de ye?

Yan jî mirovê kamil, Xweda yê kamil e?

Yan mirovê kêm, Xweda yê mezin e?

Xwedayê şer?

Yan yê aştiyê û hezkirinê?

Xwedê yê çêr û kufrê?

Yan Xweda yê dilovanî û ronahiyê?

Yan jî Xwedê hezkirin e?

Yan yê tirs û tariyê?

Xwedê bi qasî jiyanê yan bi qasî mirinê heye?

Bi qasî Xwedê jiyan e, jiyan jî Xwedê ye.

Bi qasî jiyanê em hene!

Hebûna Xwedê yan jî nebûna Xwedê bi qasî di hizrê me de heye, yan tune ye.

Newaf Mîro

16.06.16

Newaf Miro
Latest posts by Newaf Miro (see all)

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.