Awirek Kurt Li Ser Tesewûf/Felsefeya Feqiyê Teyran (2)

Awirek Kurt Li Ser Tesewûf/Felsefeya Feqiyê Teyran (2)
Di nivîsa beriya vê de me gotibû ku hewla serwextbûna ji Xweda dê tu carî nebibe temasek rasterast bi xweberiya wî re. Çimku ramana ku têgihîştina Xweda têde ye, ew çalakiya zêhnî ye, ku navenda wê ya jê û pê rabûnê dîsa mirov bixwe ye wek kirdeyê hilgirê vê ramanê. Lewma ev çalakiya zêhnî ya di navbera ”yê digere” û ”yê lê dihêt gerîn de” bi bêgavî dê di bin dîyarkariya/determînasyona ”yê digere” de pêk were. Ji ber vî qasî, ji ber ku hebûna Xweda li ser tevahiya heyînên mayî dagirtinek gerdûnî ye, hemû daraz û têgihîştinên ku dê ji vê çalakiya zêhnî derbikevin di dawiya dawî de dê bibin zen û spekulasyonên kirdeyê. Bi îhtîmalek mezin tam jî ji ber vê sedemê ye hewlên serwextbûna ji Xweda bi navê pûtan ( Lat) hatiye pênasekirin.
Baş e, ferestebûna ji vê çeqûberê heye gelo? Her çi qas ji bo tesewûfê derketina ji vê çeqûberê exlebe girêdayî be jî bi encamek taybet a ku di dawiya ”seyr û silûk”ê de lê dihêt gihîştin, lê li vir ji bo me ya girîng ew e em bibînin ka Feqî çi çareseriyê hiziriye ji vê pirsgirêkê re. Bi hizra min, Feqî ramanên xwe yên ji bo çareseriya rizgarbûna ji vê çeqûberê di serpêhatiya Şêxê Sen’anî de haniye zimên. Feqî Şêxê Sen’anîyê ku gîyana wî di cîhana maddî de asêbûyî maye digihîne hezkiriya wî û bi vê gihîştinê ve jî dikuje.
Fikirîm neqşê bêzewal
Hal bê mecaz nahêt bal…
Leş qefes e sindûqek e
Qelban xere d me’şûqek e
Hemyan divê we’hdanetê
Li vir dîyar e ku Feqî hebûna mirovî wek pêvajoya heyîbûnek li derveyê wehdanetê dibîne û peywira rasteqîn û bingehîn a vê heyîbûnê weha îfade kiriye: «Hemyan (her heyîn) mirad (amanc gihîştina) eslê xwe ye». (Li vir dê kêrhatî be heke em konsepta ”Geîst”a Hegel bihînin bîra xwe, lewma em dê dû re li ser vê mijarê rawestin ).
Şûşeya nûra cesed lê
Dergeha muhra E’hed lê
Eks û nîşana Semed lê…
Şêx gote wan hûn zakir in
Guhdarî ilmê zahir in
Çirra ji me’bûd nakirin…
Perde dirrandin zahirî
Geh dikenî, geh digirî
Dîn kir keça sîma perî..
Halê li şêx re’hmanî ye
Da hûn mebên nefsanî ye
Wî yek dîye, yek zaniye
Dîn kir meya we’hdanetê
Li hi’dreta hev nagirin
Li ber surrê na sebirin
Herdu bi hevra dimirin
Li wê gîhane wesletê
Bêguman ev ”mirina ku bi gihîştina cotpara xwe ve pêk dihê” her çi qas bi bedenî û fîzikî be jî, mirinek ku ji ber sedemên bîyolojîk û fîzîkî diqewime nîne. Divê ev mirin ji fenomenek ku di cîhana maddî de rûdide zêdetir wek qewimînek metafîzîkî, wek halek taybet a ku di dîmena pêşveçûnek şuûrî de lê dihêt gihîştin were dîtin. Lewma derbarê mirina Zunnûnê Misrê de Ibnê Erebî, ku di tesewûfê de wek şêxê Ekber hatiye binavkirin, dibêje hatiye gotin ku dema Zunnûn miriye, li ser gora wî bi nivîsek ne ji rêzê ve hatiye nivîsandin: «Zunnûn ji ber îştiyaqa xwe yanî ji ber kesera gihîştina bal Xwedê mir», û Ibnê Erebî li ser mijara mirina bi vê teherê bi berdewamî di cîhek din de weha dibêje: Bêguman ji her parçe û zerreyên ”hebûn”ê qasî minasipbûna min ji min re jî hatiye dayînê. Gava ku ez xwe ji van bibim û bihilsimitînim li para bi tenê sirrek Rebbanî dimîne. Û ji ber ku hebûnek min a xwerû û aydê min tune ye, vêga ev sirr difitile nav meqamê xwe… û bi vî hawayî heyîbûn, hem ji bo me hem ji bo xwe, bi tenê bi xwe ve peyda dibe…
Orhan Agirî
19.04.2014
Nivis dê bidome
Jêder
1- Bir Sûffî’nin Portresi, Ibnê Erebî
2– Tasavvuf ve Tarikatlat, Dr. Selçuk Eraydin
3- Dîwana Feqiyê Teyran, Seîd Dêreşî
Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.
- Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye? - 28/02/2016
- Nihêrînek li ser Hebûnê, li derveyê hişmendiya mekanîk a Zanistê û li derveyê hişmendiya dogmatîk a Olê - 06/11/2015
- Hebûn Li Gorî Sartre(2) - 21/01/2015