Çima peyva neqenc, yan Azazîl li Êzdiya kirine bar?
Çima peyva neqenc, yan Azazîl li Êzdiya kirine bar?
Min beriya vê gotarê nivisîbû ku; çima êzdî wê peyvê bikar naynin. Lê ya rast ew peyva beriya îslamê jî hebû. Di ola Zerdeştiyê Ehrîman, di ya Cihûya de, Azazîl û di Latînî de jî Diaboulûs û di Yewnanî û Spanî de jî weke Dîabolo tê naskirin. Di Elmanî de Teufel e. Di Kurdî de jî nêzîkî peyva şeyda ye. Tê wateya dîn û harîtiyê. Lê di vira de qet tu grêdana wê bi Tawisî Melek re nîn e.
Wateya wê jî ; hêz û giyanê di ser hêz û heyî re, û fêlbaz. Her ol û civakê li gorî xwe şîrove kirin e. Ji mîtolojiya Yewnana kevn bigire, û bi olên Cihûtî, Xiristiyanî û Îslamê domiya ye heta roje îro. Ango ew peyv, pîvan û nêrîneke di wêje û dirûzê her ol devokê her civakê de. Li Ewropa weke mirovê bi qiloç û hincik tête naskirin. Yan jî weke cin û pîrebok tête naskirin. Lewma jî li Elmanya gellek kes û jin dihatin kuştin, ew weke “Hekse” ango pîrebok didan naskirin û di şewitandin.
Di ola Îslamê de, weke kesê ku fermanê Xwedê di haman kêliyê pêkneaniye tê nîşandan. Çendku wî ebadeta Adem nekiriye. Lê di dawiyê de tê pejirandin; Xwedê desthelat û fermandarê her milyaket û zindiye. Jixwe êzdî jî di heman nêrîn û baweriyê de ne. Xwedayê ku evd, ango Adem û Hewa çêkir, helbet ne ji bo li behiştê bijîn afirandin. Helbet armanc û daxwazek hebû.
Lê çima ev anîne bi Êzdiya û bi ola êzdîtiyê ve grêdan e? Kê aniye û çima?
Helbet ev bihatina ola îslamê re hatiye Kurdistanê. Û xwestine bi vê peyvê re Êzdiya û êzdîtiyê ji ser rûyê erdê rakin. Xwestine bi hatina şerîhatê re, hemû hêz, û olên şerîhat ne pejirandine, bînin ser “rêya rast”. Lewma jî kes û welatên li ser rêya wan kelembûn ji holê rakin û ola Îslamê û yasayê wê şerîhatê bikin desthelat. Xwestine, axaftina bi Xwedê re, bikin erebî. Çendku Êzdî bi Xwedayê xwe re xurû bi kurdî diaxifin. Ayîn, Qewl û dirûzê wan tik û tenê bi kurdî ne.
Lê em dibînin, ne di devoka ereban de, û nejî di ya tirkan de grêdana wê peyvê bi êzdiya re kêm e, yan jî qet nîn e.
Yên grêdana wê peyvê bi êzdatiyê ve kirine Şêx, Mella, Seyîd, Axa û êlên kurda ne, yê ola îslamê pejirandine. Helbet kurdên ku ola îslamê pejirandine, bûne şervan û desthelatê dewleta îslamê. Lewma jî mirov dikare destpêka BRAKUJIYÊ Kurda di wê serdemê bibîne. Wûsa jî ola eşkere û ola veşartî li vir destpêdike. Axa û Mîrên kurd yên ku ola îslamê pejirandin, dibûn mezin û mîrê dewlata Elî û Osman. Yê ne dipejirandin, dibûn kafir û neqencperest. Kuştina wan wacib û ferz bû, li ser her mominê Ola îslamê. Pêre destê wan “kesk” dibû, ciyê wan li cem Xwedê bilind dibû. Ez hêjî nizanim çawa qesas, komelkuj û zalim ciyê wan li cem Xwedê heye?
Ango di wê peyvê de; êrîşa hizr, çand, ziman, û hebûna kurd û grêdan bi dîroka kevnar û reseniya kurd re heye.
Di wê peyvê de jenosîd û tunekirina êzdîtiyê, sêdar, mirin, talan û dagerkerî heye.
Weke ku li Hecê kevir tê avêtin, xwestine wûsa kevira li êzdiya bibarînin û wan ji ser rêya Ola wan bibin. Êzdî qala heftêûdu fermana dikin, ev kêmin. Heftêûdu ferman ji Devê guhin, ji deryayê dilopekin.
Ji bo çi? Û ji bo kê?
Bi wê peyvê re mebest kuştin û bêmafkirina êzdiya ye. Kuştina êzdiya ne ji bo Xwedê ye, çendku Xwedê ew êzdî dane vê cîhanê. Qet têkiliya wê bi ne bi pirtûkên pîroz re heye û nejî bi olê re. Bi kuştina mirovan re Xwedê mezin nabe, berevajî Xwedê biçûk dikin. Yê ew zindî daye Xwedê ye, yê dikuje li dij keramet û afirandiyê Xwedê ye.
Gellek remz, ji bo ola siyasî hatine bikaranîn. Yê ev bikaranîne, xirabî bi ew remz û nirxên pîroz kirin e. Bi hêviya remzê Olî ji bo kuştin û tunekirina mirov û xwezayê neyên bikaranîn. Bila her nebat bi reng û bêhna xwe hebe. Her ol û netewe bi ayîn û çanda xwe hebe. Dijberî û rik neyara , evîn û xoşewîstî aştî û bratiyê diafirîn e.
Newaf Miro
newafmiro@gmx.de
15.01.14
Ger çavkaniya gotarê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…