Civaknas Dr. Îsmaîl Beşikçî

Civaknas Dr. Îsmaîl Beşikçî

Çi dema ku tevgera kurdan hêzdar dibe, ji aliyê dewlet û rewşenbîrên tirk ve nêrînek tê îcadkirin û li gor vê nêrînê, tê gotin ku ji hemû komên etnîkî re dewlet ne pêwîst e. Nabêjin ka ji kê re pêwîst e yan ji kê re ne pêwîst e, lê biryara xwe dan ku dewlet ji kurdan re ne sûdewer e û ne pêwîst e.

Li dinyayê, qasî 10 hezaran komên etnikî hene. Ji rewşenbîrên tirk beşeke mezin, baş dizanin îro 40 dewletên ku hene, nifusa wan ji mîlyoneke jî kêmtir e.  Ligel vê yekê derheqê kurdan de, ku li Rojhilata Navîn nifusa wan ji 40 mîlyonan jî zêdetir e; tiştekî nabêjin û çawa ku meseleyeke wuha qet tunebe tevdigerin.

Civaknas Dr. Îsmaîl Beşikçî

Bersivekê binivîsin