Di dîrokê de 10 keyên herî navdar

Di dîrokê de 10 keyên herî navdar

Di dîrokê de 10 keyên herî navdar 

10. Frederik II yê Prûsyayê (1712-1786)

Bavê wî jê guman nedikir ku wê Frederik II bibe xwediyê hêzeke pirr xurt. Dema Frederik II 18 salî bû, hewl dide ji erkên xwe yên keyîtî dûr bisekine-direve. Bavê wî ji hewldanên wî yên ne bicîh anîna erkên keyîtî gellekî aciz bûye: lewre lawê xwe yê serîhisk bo demeke dirêj avêtiye zîndanê. Pishtî serbestberdanê, Frederik II bi awayeke ciddî dest bi keyîtî dike, ji Prûsyayê û Brandenburgê li Ewropayê hêzeke pirr xurt ava dike. Ji ber vîzyona xwe ya leshkerî pirr deng daye û Napoleon jê razibûna xwe ya ji Frederik II diyar kiriye.

9. Haile Selassie I

Di navbera salên 1930 heya 1936 û 1941 heya 1974an Haile Selassie I li Etîyopyayê keyîtî kiriye ku li Afrîkayê binav û deng bûye. Weke sembola serxwebûnê, ashîtî û pêshvechûyînê tê zanîn. Ji ber vê bandora xwe li ser ‘Dezgeha Yekbûyî ya Afrîkayî’ hebû ye û herwiha ji ber pêkanîna dîplomasiyê ya navneteweyî gellekî hatiye naskirin. Serî lêdana dewletên Ewropayî û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê kiriye.

8. Toetanchamon

Toetanchamon, belê, di temenê xwe yê zarotiyê de(9) li Misira kevn dibe key(farao). Vê wezîve ya xwe deh salan didomîne. Temenê Toetanchamon tenê dehûneh(19) sal bûye. Di wê serdemê de nishtecihên Misirê vedigerin li ser bîr û baweriya bav û kalan, û dîsa bi rêdana/destûra wî xwedawendên Misirî yên kevn tên birûmet kirin. Toetenchamon binavûdeng bûyîna xwe deyndarê gora xwe yê ne xerab bûyî ye ku di sala 1922an de ji aliyê Howard Carter ve hate vedîtin. Û di gora wî de 3.500 berhemên hunerî hebûne! Gelo em dikarin texmîn bikin ku xwediyê chiqas nirxeke dîrokî yê mezin e?

7. Peter I yê Rûsyayê

Peter I di navbera salên 1682 heya 1725an ku weke Peter I Aleksejevitsj Romanov hatiye dinê, li Rûsyayê keyîtî kiriye. Di sala 1721an de navê Rûsyayê diguherîne û dike Împaratoriyaya Rûsyayê, ev jî ji ber pêshvechûyînên ku wê demê pêk dihatin, bû. Di bin fermandariya Peter I ê de Împaratoriyaya Rûsyayê pirr modernîze dibe, ku em beshên zanist, pishesazî(sanayî) û tenduristiyê dikarin weke mînak hilbijêrin. Bi qasî du metreyan dirêj bûye û weke Peterê Dirêj hatiye binav kirin.

6. Hammurabî yê Babîlê

Hammurabî weke keyê 6an yê Babîlê tê nasîn. Di navbera salên 1795 heya 1750yî beriya zayina Îsa keyîtî kiriye. Em vê ji chi dizanin? Hammurabî hemû fermanên/qanûnên xwe daye tomarkirin. Di ‘Codex Hammurabî’ de ku kêvilbareke 2,5m dirêj e, mijarên li ser mirinê, diziyê, chandiniyê û xwedîkirina dewaran, hatine tomarkirin û dîsa pozîsyona jin û zarokan bala wî kishandiye. Kêvilbara ‘Codex Hammurabî’ chend caran bi talan kirinê re rû bi rû maye, dawiya dawîn di sala 1901ê de li ‘Susa’yê ji aliyê shûnwarnasan hate vedîtin.

Binêr: https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Zagonên_Hamurabî

5. Karel de Grote ango Karelê Mezin

Karelê Mezin di serdema navîn de li Ewropayê keyê herî xurt bûye. Bi ‘Keyê Împaratoriya ya Franken’ destpê keyîtî kiriye ku bi hemû keyên -dewletèn li Ewropayê re sher kiriye. Di sala 800î de ji aliyê Papayê ve weke keyê Rojavayê tê destnîshankirin. Ji bo rêvebirina cihên derdest kirî, bi mirovên zana yên ji cihên derdestkirî re rêbaza ‘kirê kirinê’ pêk tîne.

4. Kûrushê II yê Farisan

Kûrushê II, di dîrokê de cihê xwe weke avakarê Împaratoriyaya Farisan (Persia) girtiye. Herwiha bi navê Kûrushê Mezin jî tê nasîn. Kûrushê II bi wesfên xwe yên cuda binavûdeng bûye, lewre ne tenê weke serdarekî zîrek herwiha weke serdarekî xwediyê xweshbînî jî bûye. Li cihên derdestkirî serbestiya bîr û baweriyê ya nishtecihên wê welatê, domandiye. Rêz li jiyana rojane yên nishtecihan girtiye ku di wê serdemê de helwesteke pirr cuda bûye.

3. Alexander III yê Makedonyayê

Keyekî din bi navê Alexander III yê Makedonyayê ku di Serdema Berê de cihê xwe girtiye. Di 30 saliya xwe de împaratoriya wî ji chiyayên Hîmalayayê heya Deryaya Yonî serwer dibe. Li gorî ku tê gotin di tu têkoshînekê de têk nechûye û Alexander III vê yekê deyndarê taktîkên xwe bûye. Sal 2016 û hê jî di akademiyên leshkerî de dersa taktîkên Alexander III tê dayîn û herwiha di mîtolojiyên Yewnanî de jî behsa wî tê kirin.

2. Henry VIII yê Îngiltereyê

Yekbûna ango ashîtiya di navbera Îngeltereyê û Walesê(Galler?) di serdema wî de pêk hatiye. Bêyî xwestina xwe kedeke mezin daye reformasyona protestanan ku nakokiyên di navbera wî û Papayê bûye sebeba pishtgirtina protestanan. Alexander VIII weke keyekî chavsor tê zanîn lewre pirraniya dijber, xizmetkar û jinên xwe kushtiye ku bi shesh(6) jinan re zewicî ye û dudo ji jinên xwe serjêkiriye.

1. Lodewijk XIV

Dema Lodewijk XIV destpê keyîtî dike, Fransa yek ji dewletên herî hêzdar yê Ewropayê bûye lewre Lodewijk XIV xwe rasterast di nava têkoshînê de dibîne. Têkoshina li hember Hollandayiyan, têkoshîna neh(9) salan, têkoshîna betalbûnê û têkoshîna li hember Îspanyayiyan di serdema wî de pêk tê û em jê fahm dikin ku dewleta Fransayê wê demê xwediyê derfetên pirr zêde bûye. Pishtî mirina Lodewijk XIV dewleta Fransayê îflas dike.

Metîn Eser 

27.03.2016 

Sûd ji malpereke Zanistî ya bi zimanê Hollandî weshanê dike, hatiye wergirtin.

Bersivekê binivîsin