Di Felsefeyê de Rêbaza Dahûrîner

Di Felsefeyê de Rêbaza Dahûrîner (Analîtîk-Çareserker)
Ev rêbaza mentîqî, hema hema mirov dikare bibêje ku ji destpêka felsefeyê ve tê bikaranîn. Di vê rêbazê de, hemû/gişt (wateyek tevayî), ji perçeyên xwe yên ku hemûyê anîne holê têne cihêkirin û bi vî awayî lê tê vekolandin. Felsefe dema ku destê xwe diavêje babetekî, we babetê bi hemû aliyan vedikole, lê hûr dibe, yeko yeko wek pêşniyaran ji hevdu vediçirîne/vediqetîne û tiştê ku dixwaze bibêje jî, bi vî awayî dibêje. Di felsefeya hemdem de ev rêbaz gelekî tê bikaranîn, nemaze di warê zimanzanistê (zimanzanînê de) xweş tê bikaranîn.
Tiştê ku bi vê yekê tê xwestin jî, jiholêrakirina pêşdaraz, têgihiştinên çewt û pejiraninên qelp e. Ango hilik, naverok, çêbûn, hebûn û têgehên hwd. ji ber ku ji aliyê gelek fîlozofan ve gelek caran hatine vekolandin, ew bi wateyên xwe ên rasteqîn li holê xwiya nakin. Rêbaza dahûrîner wiha dike ku wateya wan ya rasteqîn, çêtir tê têgihiştin.
Ali Gurdilî
02.02.2015
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021