Di Felsefeyê de Rêbaza Deduksiyonê

Di Felsefeyê de Rêbaza Deduksiyonê
Rêbazekê mentiqî a beravajiya enduksiyonê ye. Di vê rêbazê de, ji pêşniyarek tevayî/tumel tê destpêkirin û di dawiyê de jî, encamên tîkel (qismî) têne bidestxistin. Bi pirranî ji aliyê Arîstotales ve hatiye bikaranîn û dîsa ê ku delk û şeklên biakranîna vê rêbazê destnîşan kiriye, Arîstotales e. Rêbaza Deduksiyonê heta dawiya Serdema Navîn jî, girîngiya xwe parastiye û hatiye bikaranîn. Cihêrengiya deduksiyonê ya ji enduksîyonê ew e ku, encamên ku bi rêya deduksiyonê ve têne bidestxistin, encamên misoger/qutebir in. Encam, bi awayekî bêgav ji aliyê pêşhatiyan ve têne destnîşankirin.
Mînakek bo rêbaza deduksiyonê:
‘Hemû mirov, bi mirin in.’ – Pêşniyara Tevayî –
‘Sokrates jî, mirovek e.’ – Pêşhatî-
‘Nexwe/ku wisa be, Sokrates jî bi mirin e.’ – Encam –
Ji mînakan jî tê dîtin ku encam bi awayekî bêgav/bivênevê, ji pêşhatiyan derdikeve. Rewşeka beravajiya vê yekê, ji ber ku wê rê li nakokiya aqil veke, dê ne derbasdar be.
Ali Gurdilî
02.02.2015
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021