Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedawenda Afrodît

Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedawenda Afrodît

Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedawenda Afrodît  

Aphrodîteya navdar, Xwedawenda delalî û evînê ye. Li gor nêrîna Hesîodos, ew ji kefa pêlên deryayê çêbû ye… Heta navê wê jî ji wir tê: aphros. Bi yewnanî di wateya “kef” deye. Rojeka demsala biharê ye, ezmaneke vekirî. Pêlên deryayê, hêdî hêdî xwe li perava Qibrîsê didin. Ji nişka ve pêleke bilind, xwe li peravê da. Dema ku pêl vekişî, li ser doşekeka ji kevzê; keçeka bêdew hat dîtin. 

Ew Xwedawenda Aphrodîte bû û ji pêlên deryayê hatibû afirandin. Dema ku li peravê dimeşiya, di dewsa lingên wê de kulîlk dibişkivin. Horayên Xwedawendên demê, pêşwazî lê kirin; wê nokê ava behrê ya bi xweyê kirin û laşê wê ziwa kirin. Taceka zêrîn, bi serê wê ve kirin. Piştî van hemûyan Horayên Xwedawendên demê, wê bi kevokên spî re ber bi çiyayê Olîmposê bi rê kirin. Xwedayên Olîmposê li hember delalî, kena wê ya îlahî û çavên wê yên bişewq, şaş û matmayî man… Uranos (Di wateya Bavxwedayê azmanî ê mêr de ye.) hemû zarokên xwe ên ji Gaîayê, di bin axê de de vedişêre û ji ber vê yekê jî, axa diya mirovahiyê, êşaka giran digre.

Piştî vê êşê ax, dasekî dide destê kurê Uranos ê dawî, ew jî; bi vê dasê gunikên bavê xwe jê dike û diavêje deryayê. Kefên ku ji wê livoka Uranos der çûne, veguheziyane Aphrodîteyê. Ango Aphrodît, ji wê kefê çêbû ye. Li gor baweriya Homeros, Aphrodîte keça Dione ye, ku Dione jî keça Zeus û Okeanos e.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin