Douglas Adams

Douglas Adams

Dîn. Di naveroka/navenda xwe de hinek ramanan dihewîne û em jî wan bi pîroziyê bi nav dikin, yan jî bi têgehên bi wî rengî. Maneya vê yekê ev e: têgeh yan jî ramanek qedexe, ku hûn nikarin li ser bipeyîvin. Qedexe! Baş e çima em nikarin? Lew re qedexe ye!

Heke yek raya/dengê xwe nede partiya we, mafê we heye ku hûn pêre mineqeşe bikin. Herkes dê ramana xwe bibêje û dê ev yek, kesî aciz jî neke. Heke yek rabe û bixwaze ku li welêt bila bac girantir bibe, hûn dikarin têbiniya xwe ragihînin. Lê heke yek rabe û bibêje ku <roja septê/şemiyê, lembeyên mala/odeyên xwe venekin.> wê demê jî hûn wiha dibêjin: <rêz digrim.>

Çima piştgirî û xwedîlêderketina partiya kevneperest, demokrat yan lîberalan yan jî parastina modelên cuda yên ekonomîk û hilbijartin/piştevaniya Windows yan jî Macintoschê rewa/meşrû ye, lê çima derheqê afirandina cîhanê de, derbirîna ramanan qedexe ye? Gelo ma ji ber ku ew pîroz in?

Heke em bi awayekî mantiqî li mijarê hûr bibin, dê em ê bibînin ku sebebeke mantiqî ya vê yekê tune. Helbet, heke me bi yekdengî biryara qedexekirina vê yekê nedabe?

Douglas Adams

Çavkanî: Kovara Felsefevan, hejmara yekem.

 

Bersivekê binivîsin