E. Durkheim

Li Gor E. Durkheim Grûb (Kom) Du Texlîd in
Durkheim li gor piştavanîya civakî koman dabeşandiye.
1- Grûbên Ku Piştevanîya Mekanîk Nîşan Didin
Di civakên ku bi pêş neketine yên berîya dewra sanayîyê de û di civakên ku jiyaneka kevneşopî didomînin de tê dîtin. Mirov, di karên ku dişibine hevdu de kar dikin. Di pirsgirêkeka grûbî de hemû endam, piştevanîya hevdu dikin. Zibare (îmece) ji bo vê curepiştevanîyê, mînakek baş e.
2- Grûbên Ku Piştevanîya Organîk Nîşan Didin
Ev curepiştevanî, di civakên pîşesazîbûyî de tê dîtin ku ev civak jî, civakên pêşketî ne. Çavkanîya vê piştevanîyê jî, zêdebûna nifûsê û cihêrengbûna kar e. Şexşên ku kar û hilberandineka cihêreng dikin, ne tenê pêdivîyên xwe, pêdivîyên mirovên din jî hildibirînin. Ji ber vê yekê jî, bi hevdu re dikevine nav piştevanîyeka aqilane. Mînak: Di amadekirina karê derxistina kovarekî de nivîskar, rêveberîya kovarê, çapxane û belavkarê kovarê, bi hevdu re dikevine nav karbeşîyekê û kovar, bi vî rengî çap dibe.
Ali Gurdilî
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021