Erdem di Felsefeya Antîsthenes de

Erdem di Felsefeya Antîsthenes de
Li gor bîr û baweriya Antîsthenesî tiştê herî girîng, erdem e û erdem jî bi zanyariyê bi dest dikeve û rewşeka wisa ye ku mirov dikare bibêje ku ev rewş, besî xwe ye. Mirov divê bikaribe xwe ji hemû pêdiviyan rizgar bike û bi tenê xwe bispêre xwe.
Di vê xalê de azadî, ji hemû pêdiviyan û ji gurzên civakî xwe rizgarkirin e. Di vê wateyê de ramanên Antîsthenes yên felsefik, rexnekirina nîrxên medeniyetê û nepejirandina wan diguncîne. Antîsthenes gelekî di bandora Gorgîasî de maye û di felsefeya wî de mirov dibîne ku gelekî şopên Sofîzmê jî hene. Di mijarên yekîtiya heyînê û nebesbûna/têrênekirina danasînên me de, ramanên wî gelekî nêzîkê nêzîkayîtêdana Gorgîas e.
Zanayî, peyvên binavkirina waneka/nesneyan ye û darazên me jî, bi tenê kombûna van peyvan e. Di vê xalê de ramanên wî ji ramanên Platonî cuda ne, ku Platonî têgehan weke tiştên rasteqîn didît û zêdetir wek ramaneka Nomînalîst e. Armanca jiyanê berxwîdarî/endaimonia ye û ev yek jî, encax bi erdemê dikare pêk were.
Erdem jî, zanyarî ye. Ango, besbûna <ji xwe re ji xwe re> ya mirovî ye.
Ali Gurdilî
15.01.2015
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021