Erkên Felsefeyê

Erkên Felsefeyê
1- Rexnekirina Zanistan: Felsefe, li ser pêşnîyar û hêmanên zanistên wek fizîk, kîmya, bîyolojî, ezmannasî, û hwd. radiweste, ku berê wek şaxekî felsefeyê bûn û dixwaze ku hêlên wan yên bi hêz û qels, destnîşan bike û bi vî rengî jî rewşa wan derxe holê. Bi vî awayî xumantiya (muxlaqîtiya) gelek têgehan destnîşan dike, ku her dem wek têgehên misoger hatine dîtin.
Li hêla din jî, felsefe li encamên zanistan jî vedikole û wan rexne dike. Encamên ku ji aliyê van zanistan ve hatine bidestxistin, gelo ew çiqasê amizgerê hîpotezê (feraziye, rawêj) ne, gelo têde çewtî hene an na? Di dema bidestxistina van encaman de, gelo mirov dikare bibêje ku prensîpa hevgirîyê heta dawîyê hatiye parastin?
Zanyar, gelo çiqasê girêdayê exlaqa zanistî mayê? Ev pirs û gelek pirsên bi vî rengî, ji layê felsefeyê ve têne pirsîn û felsefe van pirsan wekî pirsgirêkeke derdixe pêşîya zanistan.
Di encama van rexneyan de zanist li rê û rêbazên xwe difikirin, dinîrxînin û bi vî awayî di rêya xwe de dimeşin.
2- Pevgihandina Zanistan: Zanist, perçe perçe dest bi vekolandina gerdûnê dikin, bi awayekî perçekirî li gerdûnê vedikolin. Ango nêrîneka zanistan, ya tevayî tune. Zanist, bi darên daristanên eleqeder dibin. Lê, felsefe bi hemû daristanê re eleqeder e, li tevahiya daristanê vedikole.
Her zanistek (zanînek) xwedîyê sînorekî ye û babetên wê kifş in, ku li wan vedikole. Bi vî awayî hemû zanist, bi pirs an jî pirsgirêkên xwe re têkildar in û hewl didin ku bersivên pirsên xwe bidin, an jî pirsgirêkan çareser bikin. Ev avahîya perçekirî, ji alîyê felsefeyê ve tê pevgihîşhandin.
Lewra tu zanistek ji bo pêvajoya mirovahî, teknolojî û zanistîyê, li ser encaman ranaweste û wan nanirxîne. Mesela dîtina pusulayê, geşta di behran de, keşfa parzemînan, piştra jî keşfên ezmannasên wek Galîleî, Kepler û Kopernîk, bandorekî mezin li ser fîlozofan hişt, di encama van pêşveçûnan de, tevgerên Ronesans û Reformê dest pê kirin û di encama van tevgeran de parzemîna Ewropayê, bi temamî hate guherîn.
Bi taybetî jî, ji aliyê Newton ve bi zagonên mekanîk şirovekirina gerdûnê wiha kir ku di felsefeyê de jî şirovekirineka mekanîk ya gerdûnê dest pê bike û heta bibe serwer jî. Di encama van guherînan de tevgera zanistî dest pê kiriye, dev jî rêbaza deduksîyonê hatiye berdan û rêbaza endeksîyonê hatiye bikaranîn.
Felsefe, Keybanûya Zanista ye. Berê, hemû zanistên xwezayî û zanistên sosyal, beşekî felsefeyê bûn. Lê di roja me ya îroyîn de ev zanist, ji felsefeyê cuda bûne û wek zanistên serbixwe têne dîtin. Zanyarên berê, herçiqas li xwezayê vedikloyan jî, ew fîlozof bûn.
Di vê wateyê de, di dewra antîk de ezmannasê Batlamyus, di dewra Ronesans û Reformê de jî, Kepler, Kopernîk, Pascal û gelek zanyarên bi nav û deng, di dîrokê de wek fîlozof (feylesof) an jî zanyar, hatine dîtin.
Bandor û Encamên Felsefeyê: Fîlozof, gelek caran li ser wan babetên ku em ji wan direvin radiwestin. Mesela: li ser babetên wek “Wateya jiyanê çî ye?” , “Ol çî ye?” , “Rastî û çewtî çî ye?”, “Sînorên azadiyê çî ne?”, “Heq û edalet çî ne?”, “Zêhna mirov çawa dixebite?”, “Hêjahiya zanistê, wê çawa ware zanîn?” û hwd. radiwestin. Bi saya vekolandina van babetân, em nîrx û pêşdarazên xwe re rûbirû dibin û wan li ser bingehekê zexm didin rûniştandin.
Li hêla din jî felsefe, ji bilî kesayetîyan, li ser şaristaniyan jî xwedîbandor e û bi vê bandora xwe re di warê pêşveçûnê de dibe alîkarê şarîstaniyan.
Mesela: Hege Rousseau tunebûna, wê Şoreşa Fransî kêm pêk bihata, an jî wê tu carê pêk nehatibûya. Herweha dibe ku têgehên wek demokrasî û mafên mirovan, derneketibûna holê.
Ger Montesquie tunebûya, dibe ku zagonên me wek îro, ne bi hêz bûna. Nivîsarên Karl Marx bûne amadekarê Şoreşa Sovyetê û rê li vê şoreşê vekirine. Dîsa mirov dikare bibêje ku teoriyên John Locke û Willîam James ên lîberal, rê li avahiya civakî ya serbest vekiriye…
Ali Gurdilî
Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021