Erkevanî / Fonksîyonalîzm

Erkevanî / Fonksîyonalîzm

Erkevanî / Fonksîyonalîzm [William James/John Dewey] 

Çavkanîya nêzîkayîtêdana erkevanîyê, Amerîqa ye û di sedsala 20 an de derketiye holê. Ev nêzîkayîtêdan, bi şixulîna zêhnê û lihevhatina organîzmayê ya bi dorhêla xwe re, eleqeder dibe. Fonksîyonalîst li gor vê helwesta xwe, pirseka bi vî rengî ji xwe dikin: ‘Pêvajoyên zêhnî, dikarin çî bikin?’ Ferqa wan ya ji strûktûralîzmê ew e ku ew wekî wan zêhnê di yek bingehekê de şirove nakin. Li gor bawerîya wan zêhn an jî hêmanên zêhnê lodeka pêvajoya ye. Li gor bawerîya erkevanîparêzan zêhn, tevahîyeka erka ye, ku di cîhana rasteqîn de rê li encamên pratîk vedike. 

1- Pirsa sereke ya erkevanîparêzan, ‘zêhn, ji bo çî ye?’ ye.

2- Li bûyerên û avahîya zêhnî, bi rêbazên çavdêrî û çavdêrîya derûnî, vekolane. 

3- Li ser lihevhatina organîzmayê ya bi dorhêlê re û serkeftina wî/wê ya çareserkirina pirsgirêkan rawestiya ne. 

4- Li gor wan tevger, ‘ guncaneke çalak ya bi dorhêlê re’ ye. 

5- Ligel hiş, divê li tevgerên aheng/guncan jî were vekolandin. 

6- Girîngîyê dane xwepêşandan û feydexwazîyê. 

7- Demjiyanên derûnî, ji ketumetbûnên wê demê derketine holê. Li faqtorên ku bandûra wan li ser jiyana derûnî û tevgerên me hene, rawestîyane. 

8- Hege bersiva, pirsa ‘çima wiha tevdigere?’ were dîtin, wê lihevhatina organîzmayê hêsantir bibe.

9- Tevger li gor encamên xwe, baş, an jî xirab in.

Ali Gurdilî
info@felsefevan.org 

Bersivekê binivîsin