Eros: Ji Xwedayên Zindebar Ê Herî Delal

Eros: Ji Xwedayên Zindebar Ê Herî Delal

Eros: Ji Xwedayên Zindebar Ê Herî Delal  

Li çiyayê Olîmposê çend Xwedayên din jî hene, ew jî ji rêza duyem in. Ê herî girîng jî Eros e. Hesîodos wî bi ‘Ji Xwedayên zindebar ê herî delal’ dide danasîn. Belengaz, bikêrhatî û dilfikarê Eros, di navbera Xweda û mirovan de navcîtiyê dike. Li hawirdorê kesayetiya wî; di babeta wêjeyê de eleqeyeke mezin pêk hatiye û ev pêwendî, zêdetir wî kiriye kesayetiyeke balkêş. Platon di gotûbêja Symposion de, wî di asteka di navbera Xweda û mirovan de dibîne û wî wek qasidê (navbeynkarê) di navbera dinyaya ku tê fikirîn û ya ku tê hîskirin de dihesibîne. Berhema Symposionê, ji wan nîqaşên ku di şahiya helbestkarê Agathon de derketibûn holê, pêk tê. Di şahîyê de herî dawî Sokrates dest bi gotinê dike û gotinên rahîbeya Dîotîmeyê, ku di wextekî de jêre vegotibû; bi bîr tîne.

Li hember gotina Sokrates ku gotiye ‘Evîn, Xwedayek e,’ 

Dîotîmeyê jî gotiye ku, ‘Na. Evîn, Daîmonek e.’

Daîmon, di navebra yên bergorn û zindebar de qasîd e û li gor wê, gelek Daîmon jî hene û evîn jî, Daîmonek e.

SOKRATES jê dipirse û dibêje: ‘Ê baş e, dê û bavê vê Daîmonê kê ne?’

Dîotîme wiha bersivê dide Sokrates: “Roja ku Aphrodîte tê dinyayê Xwedayan, şahiyeke pêk anîne. Di nav vexwendiyan de Poros (Çare) jî hebû ye. Piştî xwarinê, di nav qincên parsekan (ebeboz, pêxwas) de Penîa (Feqîrtî) jî tê şahiyê. Porosê ku ji şerabê serxweş dibe, diçe bexçê Zeus û li wir, ji xwe diçe. Penîa dixwaze ku ji Poros, zarokeka wê çêbibe. Ji lewma jî, diçe xwe li cem wî dirêj dike. Pev şa dibin û Penîa dibe ducaniya Evînê.” 

Ango Evîn, zaroka Çare û feqîrtiyê ye. Evîn belengaz e, bêteşe ye, pîs e, tazî ye û li wî alî vî alî radizê; bêwelat e û bi vê helwesta xwe, zaroka diya xwe ye. Li pey delalî û başiyê ye; merd e, şervan e û her dem li lêyîstikan difikire û digere. Bi vê helwesta xwe re jî, zaroka bavê xwe ye. Bi demê re Eros wiha hatiye fikirîn ku, ew zarokekî bibask e û tîrên xwe, li dilên mirovan dadiqiçîne. Eros di serdema me de jî, bûye wek sembola hewldan û xwestekên cinsî. Di wêjeya cinsîtî û zanista giyanê de jî Eros, hêleka evîna mirovî şirove dike. 

PİERRE BURNEY di vekolana xwe a bi navê “EVÎN” de wiha dibêje: “Bi giştî navê Eros û Agape, li du hêlên evîna mirovî dikin. Eros hêleka wê, Agape jî a din. Bi vê yekê re wan rûbirû dikin. Eros, evîna xwestinê ye, girêder û xweperest e. Heçku AGAPE, başîperest e. Eros bêminet e, lewra; bi awayekî kûr, xweperest e. Lê di heman demê de bang li me dike, da ku em qalikê xwe bişkênin û xwe binasin jî.” ‘Amor taharit amantem extra se’ – ‘Evîn, evîndaran ji xwe dibe.’ 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin