Êzidî û Nasnameya Netewî

Êzidî û Nasnameya Netewî

Êzidî û Nasnameya Netewî

Piştî sivikbûna bandora hizrên olî li ser civakê – li Eurpa- û lawazbûna desthelata dêrê hevçerxî pêşketiên li warê zanistî û felsefî de, hizra netewî hin bi hin belav bû û li dawiya sedsala 18an û sedsalan 19an de ev hizre gelek xurt bû û geha wî astî ku dewlet li ser têgeha netewî bêne avakirin. Wata piştî lawazbûna dêrê weke desthelata dewletê, êdî netewe bû nasnameya dewlet û welatiyên wê.

Netewe weke têgeh; destpêkê zana û hişmendên elmanî amaje bi wê çendê dan ku ew xelkên ku zimanekî hevpar heye tevî cudahiya li olê jî de, ew li çarçoveya netewî de digehin hev, wata bi hev re dibin xwedan heman nasname ew jî, nasnameya netewî.

Di sala 1882 zana Irinst rinan waneyek li zanîngeha sirbon –ya ferensî- bi navê netewe çiye da, û Rinan behsê wê yekê kir ku netewe wata vîna bihevrejiyanê ye, wata ew gelên dixwazin bi hev re bijîn wê neteweyekê li encamp de pêk bînin.

Rêber û siyasetmedarê netewî yê Itali C.Matîzînî derbarê têgeha netewê weha axivî: gelên li welatekî de dijîn û xwedî dîrokeke hevpar û heman zimanin neteweyekê pêktînin.

Pênase ûşiroveyên derbarê têgeha netewê gelek in û pir caran hevdijî û cudahî li navbîna wan pênaseyan de heye, ji sixûmetî ku têgehê metewê weke hemû têgehên dî li gel derbasbûna demê guhertin bi ser de peyda dibin.

Em ê li sernavê nivîsê vegerin ” êzidî û nasnameya netewî”

Bi taybetî piştî fermana dawî ya bi serê êzidiyan de hatî ku bi hezran kes bûne qurbanî, her tiş berev guherînê çû, yek ji wan pirên ku bûye cihê gengeşe , lêkolîn û xwendinên germ pirsa kurdbûna êzidiya ye, ka ew kurd in yan na.

Civaka êzidî bi ser du bereyan de dabeş bû ye, bereya ku piştgiriya wê çendê dike ku êzidî kurd in û bereya dî ku xwedî boçûneke hevdijê li gel ya yekê, wate li pey wê yekê ye ku êzidî cudane ji kurdan, anko ne kurdin.

Berî fermanê behra bitir, ne kêmtir ji 80% bi serbilindî xwe kurd dihejmartin û piraniya rewşembr û kesên zane û ciwanên xwendevan alîgirên ((êzidî kurd in)) bûn û  yayekî lawaz hebû ku digotin em ne kurdin û ew ta di nav de kesên ku ra,ana têgeha netewî nizanîn bûn herweha alîgirên Bizava êzidiyan.

Piştî fermanê terazû serûbin bû, rêjeya herî zêde ji êzidiyan kurdbûna xwe red kirin û xwe tenê êzidî dane diyarkirin, sedemên vê çendê gelek bûn ji wan jî:

– Vekişîna hêza pêşmerge ji Şingal ku ji encama wê bi hezaran êzidî şehîd ketin û keç û jinên êzidiyan hatin kolekirin, ji bilî jidestdana mal û milk.

– Piştî koçberbûna êzidiyan, ne êzidiyan behayekî xwe dît li cem hikûmeta kurdistanê ne jî bi qasî êşa wan giringî bi wan û doza wan hate dan.

– Şerê heyî şerekî olî ye ne netewî ye. Wata êzidî ji ber ola xwe bûn qurbanî ne ji ber ku kurd in, vê çendê jî êzidî berev wî arasteyî paldan ku bi xurtî ola xwe biparêzin û aliyê netewî piştguh bikin.

Van sideman derencamek peyda kir, ew jî êzidî êzidî ne, ne kurdin, wata li mejiyê her êzidiyekî de pirsek afirî, kî destê xwe li ser birîn min dike, dema ku destek nedîtî ku rijandina xwîna wî rawestîne neçar bû ew bi xwe birîna xwe bi nixumîne û hest bi tenêbûnê bike.

Dîsa pirsiyar, êzidî kurdin?

Weke me li serî daye diyarkirin têgeha netewê nezelal e, pênaseyên ji hev cuda ne, lê ez jî dê şiroveyekê daynim.

Li gel derbasbûna demê jiyan dijwar dibe û rêvebirina wê ne asane, bi taybetî demê em behsê civakekê bikin ku li nav xiringêle û pêlên ceng û şeran de ye, xefik û dav li rê de pirrin, wata pêdivî bi yekgirtinê li gel civajeje dî heye ku li jêr seywanekê de xwe ji baran û pûka jinavbirinê biparêzin. Du civak yan zêdetir dikarin hev bigrin dema xalên hevpişk li nav wan de hebin. Bi taybetî ew xalên sereke weke ziman, nerêt û çand û cugrafiya. Bi kurtî dikarim bêjim ku pêdiviya yekgirtinê civakê pal dide ku li wekhevekî xwe bigere da berxwedana wî ya jib o mayînê xurtir bibe, ew xala hevgirtinê jî netewe ye.

Em ê li vir rawestin û bi kurtî rastiyekê îninin ziman, ew jî kurdayetî bi xwe ye. Ti girêdan li navbera kurdayetî û musilmantiyê de nîne, û ew berî musilmantiyê heye wata aliyek nikare kurdayetiyê ji xwe re bihêvişîne ji ber ku ola wî musilman e yan êzidî yan çibe. Kurd weku peyv li hezara çarê berî zayînê hebû, ev jî bidîtina lêkolînerê Emrîkî Mîhrdad Azadî, weke gel jî berî hezarên salan heye.

êzdatî weke ol wan xalan li xwe digire ku bingeha kurdayetiyê nev weke netewe, ji wan xalan zimanê kurdî ku têkstên olî yên êzidiyan pê hatine nivîsîn, herweha çand û keltûra êzidiyan jî heman ew çand û keltûra li kurdayetiyê de ye.

Li gorî nêrîna min êzidî yek ji wan olên kevine ku li çarçoveya kurdayetiyê de li gel civakên dî û olên dî jiyan dikir. Wate êzidî ji bingeh de kurdin bêvegeriyan li pênaseyên ku li sedsalên 17an û 18an ji bo neteweyê hatîna danan.

Giringiya kurdbûna êzidiyan ji êzidiyan re li vê qonaxê de:

Ji bo ku ev ola kevnar bimîne û xwe li ber vê rewşa giran bigre pêwîstiya wê bi aliyekî xurt heye, bi vê çendê divê êzidî li hevalekî bigerin, ew heval jî divê kî be. Erebên dewrûberê nikarin ji hev re baş bin wê çawa ji êzidiyan re baş bin, ji xwe ereb weke ereb beşdar bûn li hewla nehiştina êzidiyan de.

Welatên rojava girêdayî berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî ne. êzidî nikarin bala wan bikşînin ku bibin biradostên êzidiyan. Ji bo wan dijminê îro dostê sibe ye û berûvajî jî, wate êzidî nikarin tiştekî bidin Eurpa, Rûssiyaû Emrîka heta ku hevalbendiya êzidiyan bikin.

Kî ma, kurdên musilman, tevî hebûna hin kêmahiyan li aliyê wan ve, lê li gelek aliyan de bi xurtî take hevalên êzidiyan bûn. yên ku xwîna xwe dayîn jib o Şingal û deverên êzidiyan her dîsa kurdên musilman bûn. heta nuhe bi sedan Pêşmerge û Gerîla yî xwîna xwe li ser axa êzîdaxanê rijandiye, li dema ku cîhanê destê xwe daniye ser çavên xwe xort û keçên hêj emrê xwe nexwarîn ji  Duhok, Amed, Qamişlo û Mehabad serê xwe li ber axa êzîdxanê de dan.

Herweha gelek benên girêdayî li nav êzidiya û kurdên musilman de he, weke ziman û çandê, tevî cugrafiya û dîroka hevpişk. Bi min xala here giring li cem kurdên musilman ku êzidiyan berev xwe radikişîne ew e, ku ne tundrewin wata ne weke musilmanên dî êzidiyan kafir dibînin, nerûvajî vê çendê piraniya wan şanaziyê bi wê çendê dibin ku bingeha kurdayetiyê êzidiyatiye.

Jaff Joqy 

31.05.2016 

Bersivekê binivîsin