Ezîz Xemcivîn: Pêdiviya me çima bi Felsefeyê heye?

Ezîz Xemcivîn: Pêdiviya me çima bi Felsefeyê heye?

Ezîz Xemcivîn: Pêdiviya me çima bi Felsefeyê heye? 

Ji bo pîrozkirina Roja Felsefeya Kurdî

Pêdiviya me çima bi Felsefeyê heye?

Ramandin di ramandinê de Felsefe ye…

Kurdan pir bi awayine Felesefî û bê ko bizanin ev Hoyekî berfireh û Zanînek e derbirrîna Hestên xwe pê kirine…

Çima pêdiviya me bi Felsefê heye?

Giringî bi Zanîna Xwezaya Hiş, Xwezaya Ziman û ravekirina Hoyê Felsefeyê heye. Rêxwendina Huner û Zanînê Babetên guhdana Felsefeyê heta bi xwendina Sincî, Paşhiş (Hişê veşartinî) û Paşhişîtiyê.  

Kurdan Evînî û Derdên xwe bi Tîrêjên Felsefeyê hûnandine, bi Dilê xwe Pencereyên dilovaniyê bi Girnijînên xwe  rêsandine.

Eristo gotiye: ‘Felsefe bi çawaniya Mirov ve girêdayî ye, ya ko dihêle ew bi xwezaya xwe li Zanînê bi coş be.’

Felsefe Hoyekî li diristiya tiştan lêkolên dike…

Felsefe gotineke Yewnanî ye, ji du gotinên giring pêk tê: “Philos”  Heval an Dost

“Sophia” Pend, Pendyarî anko Hezkirina Pendiyariyê.

Giringiya Felsefeyê ji Mirovan re bi giştî ko ew di Têderxistin û Zanînê de Hez û Givêla Mirov têr dike. Felsefe têgihana Mirov bilind dike û alîkariya wî di pêkanîna dîtineke xweser û cuda ji hêla Jînê û Mirovî ve dike. Babet û Mijarên Felsefeyê pir in û di hemû aliyên Jiyan û Hebûn û Gerdûnê de diaxivin…

Ezîz Xemcivîn

02.03.2016 

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.