Felsefe xweyîkirina ramanê ye

Felsefe xweyîkirina ramanê ye

Têngîz Sîabendî: Felsefe, xweyîkirina ramanê ye.

‘Pêdivîya me çima bi felsefeyê heye?’ Wekî bersiva vê pirsê bê dayînê, divê girîngiya felsefeyê nîşan bidin. Ferhengnasên felsefeyê yên navdar P. Yudînû M. Rosenthal girîngiya felsefeyê nîşan didin û wisa dibêjin: ‘Felsefe navgîniyeke hêzdar ya zanîn, livbatî û çalakiyên mirov e.’ Ez wek Xwedêzanîst dibînim, ku di serî de pêdivîya me bi rast Xwedê hebandinê, Xwedêparastinê heye. Çimkî kanîya serwextîyê û her tiştê Xwedê ye. Eger bi dilê paqij û rast ber bi Xwedê diçin, Xwedê amin e û qanûna jîyan û tebîyetê jî me fêr dike. «Felsefe» (bi yewnaniya kevn․՝ φιλοσοφία/fîlasofîa/), -koka felsefeyê, ji peyva hevedudanî ya ku ji fîlîa, anku ‘hezkirin’ û sofîa, anku ‘pirzan, serwext’ pêk hatiye. Awa gotî “Fîlasofîa” ji wergera yewnanî tê weteya “hizkirin ber bi serwextîyê.” Parêzkarên felsefeya mengîwer, Calvin û Luther jî ramanên xwe yên berevajî felsefeya pîzewar ku li gora dogmayên olî teşe girtine. Li gora nêrîna Calvin, divê ku mirov hîçayiya (rebeniya) xwe dizanibe û ji bo kêmxistin û mirandina xwe çi ji destê wî/ê bê, wê, bike. Li gora Luthe jî, sparteka mezintirîn a mirov hêza xwedayî ye. Mirov ne xwemal e (aidê xweye). Ev feraseta ku mirov reben û serberjêr dike û wî/ê ber bi evdîtiyê (bi taybetî evdîtiya evd û serdestan) de didehfîne; hê ramana dêrê (kinîse) ya Serdema Navîn e.

‘Pêdivîya me çima bi felsefeyê heye?’

Felsefe, xweyîkirina ramanê ye.

Hilberandina ramanê, taybetmendiyeke xwezayî ya di ku hişê mirov de bi cî bûye û mirov ji lawirên hov û har vediqetîne, ye. Wekî din jî felsefe, rêzkariya vegotin û daxwaza bikaranîna behreyên ramana takekes; a ragîhîna rasterê ya rasteqîniyê ye jî. Ango raman û ferseta felsefeyî û zanistî, tu car di bin çewsînerî û serdesthilatiyan de namîne. Mirovê/a ku bi felsefeyê mijûl dibe dikare her gav li hemberî bûyeran, mantiqa xwe bi serbestî bide xebitandin û azadane birame û tevbigere. Ji bo ku mirov dikaribe wekî kesekî/e azad bifikire an bijî, divê ku di bin bandora tu hêz û desthilatdariyan de nemîne û hêza xwe ya ramanî bi serbestî bikar bîne. Bi vê wateyê jî mirov dikare bibêje felsefe, mirov digihîne radeyeke azad û serbixwe û wî/ê li hêzdariyeke bêpayan dadigerîne. Rê li ber peresîna behreyên mirov vedike û bi navê mirovahiyê wî/ê bi nirx û hêjahiyên zexm dixemilîne.

Têngîz Sîabendî 

03.03.2016 

Bersivekê binivîsin