Felsefeya Ehlaqê ya Hacî Bektaşê Welî

Felsefeya Ehlaqê ya Hacî Bektaşê Welî
Hacî Bektaşê Welî, ramana <wehdetî wicûdê/yekîtiya heyînê> parastiye. Li gor vê berbiçûnê, hemû tiştên ku hene ji Xwedê der çûne. Mirov ji bo bikaribin yekîtiya heyînê nas bikin, divê ku ji mertebeyên cihêreng derbas dibin.
Di mertebeya yekemîn de, mirov hemû tiştî bi Xwedê şirove/rave dikin. Di mertebeya duyemîn de, cûdahiya madî û manewiyatê diparêzin û hemû tiştên ku hene, bi hilikeke hevpar şirove dikin. Di mertebeya sêyemîn de jî, digihêjine nêrîna ‘yekîtiya heyînan/wehdetî wicûdê’ û têdigihêjinê ku ew jî, xwiyakirineke Xwedayî ne. Herweha di dilêrîna ehlaqî ya Hacî Bektaşê Welî de bingeha zagona ehlaqê, hezkirina ji Xwedê û mirova ye.
Ali Gurdilî
13.01.2015
Latest posts by Felsefevan (see all)
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021