Felsefeya I. Kant ya Ehlaqê

Felsefeya I. Kant ya Ehlaqê

Felsefeya I. Kant ya Ehlaqê 

Feylesofê ku armanca tevgerên me yên ehlaqî wekî wezîfeyekî (erk, vatinî, peywir) dibîne, I. Kant e. Kant wiha pêbawer e ku tevgera ji vatiniyê tê, tevgera rast e. Dîsa dibêje ku ‘di gerdûnê de û li derveyî gerdûnê, tiştek tenê heye ku em dikarin wê bi baş binavînin. Ev tişt jî vatinî (wezîfe, erk, peywir) ye, xwestina/daxwaza ‘baş’ e. 

Lewma jî, armanca tevgerên me yên ehlaqî, ne bextewarî ye. Çimku bextewarî, li gor mirovan diguhere/guhêrbar e.’ 

Kant wiha dibêje: ‘wiha tevbigere ku ev tevgera te, ji bo hemû mirovan bila bibe zagonek û tevgerîna li gor vê zagonê jî, bila bibe vatiniya/wezîfeya hemû mirovan.’ 

Di vê xalê de mirov dikare bibê je ku I. Kant, ji zagona ehlaqê ya subjektîv/kirdewar dest pê kiriye û xwe gihandiye zagoneka ehlaqê ya objektîv/neterefgir. 

Ali Gurdilî

[email protected]

24.12.2014 

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye.

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.