Francis Bacon

Francis Bacon

Francis Bacon (1561-1626) 

Fîlozofekî İngilîz e. Bi nêrîneka nebaş li zewacê mêze dikir û ne zewiciye… Her dem derheqê zewacê de gotinên nebaş digot. Digot: “Mirovekî zewicî hê di roja yekemîn de, ji hêla zêhnî ve heft (7) salan pîr dibe.”

Siyasetmedar bû… Demekî wezîrtîyê jî kiriye. Bi tawanbarîya bertîlê, ji erka xwe hatiye dûrxistin. Piştra, dest bi nivîsandinê kiriye. Ramanên xwe bi rêbaza “ceribanê-ezmûnê” nivîsandiye. Navekî sereke yê felsefeya serdema nû ye û wekî bavê ezmûngerîya zanistî tê dîtin û hesibandin.

Bacon dibêje: “Divê ku zanist vegerin xwezayê.”

Divê bûyer yeko yeko werin vekolandin û bi vî awayî divê mirov xwe bigihîne encaman. Ango divê rêbaza deduksîyonê/tumevarimê were bikaranîn. Li gor bawerîya wî felsefe, divabû dev ji nîqaşa xwedê bardabûna. Divabû dev ji pirsgirêkên exlaqê bihata berdan û hwd.

Çimku dawîya dewra skolastîkê dihat, dilêrîna ol diguherîya û tevgera Ronesansê ber bi pêş ve diçû. Berhema wî ya sereke “Atlantîsa Nû-The New Atlantis” ye ku wek utopyayekî tê hesibandin. Francis Bacon di vê berhema xwe de, civakeka ku li ser bingeha zanistê hatiyê avakirin pêşnûma kiriye.

Francis Bacon çî gotiye?

1- Xirabiya herî mezin ew e ku mirov ne xwediyê dostekî rasteqîn be.

2- Mirov herdem nikare bibe qehreman, lê dikare bibe mirov.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin