Friedrich Wilhelm Nietzsche

Friedrich Wilhelm Nietzsche

Friedrich Wilhelm Nietzsche ehlaqa ku heye, red dike. Ê baş e, heke em ehlaqa ku heye redbikin, em ê çawa bikaribin hêjahiyên nû yên rasteqîn û ehlaqekê nû biafirînin?

Friedrich Wilhelm Nietzsche li ser vê meseleyê wiha gotiye: ‘Em baş dizanin ku Xwedê tune û ji bilî vê dinyayê, dinyayeke din jî tune. Ji ber vê çendê jî etîk, hêjahî û ehlaq, nabe ku weke nirxên raser (derveyê) cîhanê werin dîtin, yan wiha bin. Loma jî ew nikarin ji dereka din werin, çimku ew aîdê vê dinyayê ne û dinyayeke din jî tune. Dîsa mirov bi dest û hişê xwe, dê wan biafirînin. Çavkaniya wê ehlaqa koletiyê ya ku em li ber sitûyên xwe xwar dikin, ne warek pîroz yan xwedayî ye.

Ehlaqa navborî ji layê koleyên berjewendperest, garanê û ebabozan ve li me tê ferzkirin û gelekî eşkere ye ku ew çima vê yekê dixwazin. Heke em carekê din têbigihêjinê ku afiranderên nirxên xwe em bi xwe ne, wê demê em ê baş têbigehêjinê ku di hilbijartina nirxên xwe de, em serbest in. Tiştê ku me ji qraltiya heywanan (ajalan) rizgar kiriye û şaristaniyê aniye holê (di her warê jiyanê de ji layê hêzdaran ve jiholêrakirina bêhêzan), ew nirx in. Her cure serekeyên xwezayê yên wêrek, yên xwediyê hêza xeyalî, agirpare, meraqdar, afirandêr, gernas û mêrxas, divê bi zincîrên ehlaqa koletiyê neyên girêdan û bikaribin bi serbestî xwe pêk bînin û weke xwe tevbigerin.’

Ali Gurdilî
[email protected]
30.03.2016

(Çavkanî: Destpêka Felsefeyê II – Ali Gurdilî)  

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.