Gernas Dildar: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Gernas Dildar: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?
Bi rastî jî pirsek pirr girîng e û dive yek li ser pirr bisekine. Neteweyên cîhanê bi felsefeyê bi pêş ketine û bûne xwedî ramanek pirr berfireh. Her çiqas felsefe, li Îyoniya antîk destpêkiribe û bingeh li wir hatibe avêtin jî, paşî di serî de bi awayekî xurt di nav neteweyên cihanê yên rojava zû belavbûye. Paşî hêdî hêdî neteweyên din jî bi felsefeyê girtin û hêdî hêdî xwe bi pêş xistin, xwe bi pêş dixin.
Herî kêm felsefe di nav hinek netewên rojhilata navîn de xwe dide xuyakirin. Sedema vê jî, ji ber ku neteweyên rojhilata navîn pirr bi olê ve girêdayî ye. Hema ne di wê bîr û baweriyê de ne ku tevahiya olan, bi xwe jî felsefeye. Mînak; ola Îslamê bi xwe felsefeye! Yên ku felsefa ola Îslamê herî pêşî anîn rojhilata navîn û belav kirin jî Kîndî û Mewlana Xalid in!
Bi rastî di vê jiyana hemdemî de herî pirr pêwistiya netewa Kurd bi felsefeyê heye! Ji ber ku hem netewek bindest e û hem xizan e. Hema di demên dawî de ku bi minaya misqalê zerre be jî Kurd li ser felsefeyê disekinin û ekolin nû jê derdixin û di wêjeya Kurd de bi cih dikin. Yek du mîna bide vê bes e li gor min. Mînaya yekemîn; ekola “Eroûtíka” ku mamoste (rehmetiyê bêmirin) Arjen Arî di helbesta Kurdî de afirandî ye. Mînaya duyan jî; di heman baska wêjeya Kurd de (di baskê helbestê de) ku mamoste Rênas Jiyan ekola “Çirûskîzm” ê derxistiye holê. Wek ku me di serî de jî got ku di serî de netewa Kurd, bi tevahî pêwistiya hemu netewan bi felsefeyê heye. Ji ber ku netew xwedî ramanek, fikrek azad û nerinêk berfirehî ji bo pêşaroja xwe bin. Helbet nifşên nû jî dê vê ji dest bigirin, wek meşela ku di baskê sporê de ku ji destan, didin destan.
Gernas Dildar
03.03.2016
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021