Guney Tanriverdi: Pergal, Perwerdehî û Felsefe

Guney Tanriverdi: Pergal, Perwerdehî û Felsefe

Guney Tanriverdi: Pergal, Perwerdehî û Felsefe

Baran çima dibare? Ez çawa hatime cîhanê? Pelên daran çima kesk in? Xweda li ko ye? Ez çima nikarim wî bibînim? Ev çima wisa ye lê wisa nin e? Ez bawer im hema herkesî di biçûkatiya xwe de ev pirsîne û aniha jî rastî li wan pirsan tên.

Gelek caran û  ji aliyê gelek kesan ve hatiye gotin ku ‘zarok felsefevan in’. Û ev wek felsefevan dimînin heta ku ‘em’ miraqa wan dishkînin. Gava meriv li rêvebir, serok, serokkomar û siyasetmedarên cîhanê mêze bike, dibîne ku pirraniya wan xwedan miraqa pirskirin û zanyarî nîn in. Ev pirsên jor di serî wan re jî derbasbûye lê aniha dev jê berdane. Çimkî pergal li ser nemiraqkirin û nepirsinê hatiye ava kirin. Pergal mirovên ku bes karê xwe dikin, serî xwar dikin û qet pirs nakin dixwaze. Pergala perwerdeyê û bernameyên TV ji bo vê armancê hatiye avakirin û tê meshandin. Desthilatî û koledarî ji vir tê. Heke em naxwazin bibin koleyeke/ê tu kesî divê em dest bi pirsan bikin û di heman demê de jî pirsên ku ji me tên kirin jî bêbersiv nehêlîn da ku em jî nebin desthilat.

Guney Tanriverdi 

07.03.2016 

Bersivekê binivîsin