Hebûnparêzî û Sartre

Hebûnparêzî  û Sartre

Ji bo giyanê Jean-Paul Sartre…   

Hebûnparêzî  û Sartre

            Jean-Paul Sartre di sala 1905’an de li parîsê ji dayik bûye. Hem nivîskar û hem jî feylezofê fransî ye. Sartre wek parêzgêrê hebûnparêziyê tê nasîn. Wî di romana xwe ya ‘’Xelîn’’ê de ramanên xwe yê li ser hebûnparêziyê vegotiye. Sartre ne tenê romannivîs û feylezofe, ew rexnegir û kesekî sosyalîste. Sartre di sala 1980’an de li heman bajarê çû ye ser dilovaniya xwe. 

       Hebûnparêzî çi ye?

Sartre bi xwe bersiva pirsa ‘’hebûnparêzî çi ye’’ nade ew tenê taybetiyê hebûnparêziyê dibêje:’’ Ger em bi peyvê felsefeyê hebûnparêziyê bêjin, ev hêsan e. Hilika her çawanî(nesne)yê heye û her wekî hebûneke wê jî heye. Pirî kesan hilik pêşî, hebûn paşê pêk tê, dibêjin. Yanî ew wiha dibêjin: Pincar ji ber ku dizane hilika wê pincare şîn dibe, xiyar encax ger wekî hilika xwe tevbigere dibe xiyar.’’ Sartre ev ramanên hanê wekî ramanên oldarî dibîne. Nivîskar, berî ku romana xwe binivîse an jî jiyana lehengê xwe biafirîne pêşînê pêşî kaxiz reş dike û paşê jiyana wan dide wan, li vir hilik, beriya hebûnê tê.

      Lê di hebûnê de berevajî wê, hebûn- tenê di însanan de- beriya hilikê pêk tê. Çawa?

Însan ji dayik dibe, şer dike, êş dikşîne û hilika xwe, bi xwe diafirîne. Însan dema ji dayik bû êdî ji hemû kirinên xwe berpirsiyar e. 

       Hebûn, berî hilikê pêk tê

Ev çi ye? Pêşînê pêşî însan heye, pêşî ji dayik dibe, xwe dinase û tê nasîn û hilika xwe derdixe holê. Dema zarok di zikê diya xwe de ye, navê wê zaroke û xwedî statuyek an jî rolek nîn e. wextê ew ji dayik bibe, ew bixwaze bibe çi ew ê bibe ew. Çawanî bi aqil û bi hişmendî nîn in, ji ber wê nikarin bibin tiştê ku ew dixwazin. Kevirekî nikare bibe peykerek an jî bibe kevirek ji kevirên diwaran an jî darek nikare bibe kampolek. Ji bo ew bibe kampolek divê bê z

jêkirin û xetarek bi hûrik li ser wê bisekine. Hilika çawaniyan berî hebûnê tê.

Li gor Sartre, Însan bi aqil û hişmendî ye. Ew bi hişmendî biryara xwe dide û bi hişmendî tevdigere. Însan dema hat dinyayê xwedî rolek û hilikekî nîn e, ew êdî hilika xwe bi xwe diafirîne. Însan bi xwe wateyê dide jiyana xwe û ew bixwaze bibe çi dikare bibe ji ber ku ew bi bîryare û b’aqile.

       Xwezaya qefilandî nayî şirovekirin, dibêje Sartre. Li gor Sartre qeder tuneye, Qeder berî hatiye nivîsandin û wekî jiyaneke qefilandiye û jixwe jiyaneke hatibe qefilandin nayî şirovekirin. Însan nikare behsa jiyaneke qefilandî bike. Rola însan heke berî hatibe nivîsandin mirov nikare wê sucdar bike, wê demê tu sucdar tunene li rûyê erdê. Wê demê sucdarek hebe ew jî Xwedaye, ji ber ku wî xwestiya, ew kesê afirandiye, wê sucê bike. Li gor Sartre, Ji ber ku hebûn, beriya hilikê tê, însan li valahiyekî hatiye avêtin û bi wê avêtinê re ew êdî bi tena serê xwe ye. Ew êdî çi bike û çawa tevbigere li gor biryara wî ye. Ew êdî ji kirînên xwe berspiyare û ew ewqas jî ji însanan jî berspiyare.

       Heke bi rastî, hebûn beriya hilikê bê, wê demê însan berpirsiyare. Li gor Sartre gotina‘’însan berpirsiyare’’ nayî wê watê ku ew tenê jixwe berpirsiyar e, ew ji hemû însanan berpirsiyare. Bi kirinên xwe, bi tevgerên xwe û bi rola xwe ji hemû însanan berpirsiyar e. Însan dema xwe hilbijêre, hemû însana jî hildibijêre, dema însan hemû însana hilbijêre, xwe jî hildibijêre. Bivê nevê însan dema tiştekî hilbijêre, ew tişt ji bo wî baş e û bi qiymete.

Sartre wiha dibêje:’’ Dema ez bixwazim bizewicim û bibim xwedî zaro û zêç, ev zewac ji ber arzûyê min, daxwazên min be jî, dîsa jî ez tenê xwe bi vî zewacê girênadim, ez rêya însana ber bi zewaca yekjinanî(monogamîe) dixim û wan bi wê zewaca yekjinanî ve girê didim. Ji ber wê ez tenê jixwe berpirsiyar nîn im, ez ji herkesê berpirsiyarim.’’ Mirov çiqas li hemberê xwedê berpirsiyare ewqas jî li hember xwe jî bi azadene berpirsiyare.

       Li gor Sartre, exlaq, xwedê hebe an tunebe jî, heye. Ger xwedê tunebe jî, meriv di pevçûneke piçûk de li gor exlaq tevdigere. Ger merivek bixwaze diziyê bike, xwedê hebe jî dê bike û xwedê tunebe jî dê bike, êdî ev li gor exlaq û biryara wî dimîne. Li gor xwedênenasa jî û li gor xwedênasan jî exlaq heye. Exlaq spartekên civakê ne.

            Serbixweyî

       Li gor Sartre, azadî(serbixweyî), ji tunebûna dilê mirov tê. Wê demê Azadî ji tiştê tunebûnê tê . Mirov dema tiştê ku tunebe, wê teswîr bike an jî ji tunebûnê tiştekî biafirîne ew azadiya wî/ê nîşan dide. Dema nivîskarek, Şa’îrek, Peykervanek, wênesaziyek û hwd. ji tunebûna dilê xwe, romanek, şi’îrek, peykerek û wêneyek afirandin ew azadiya wane. Ew bi tenê azadene tevgeriyan û ji tunebûnê tiştekî afirand û wan azadiya xwe nîşan da. Azadî ji hîçiyê tê wê demê.

      Her wekî din, kesekî bibe endamê partiya şoreşî, ew kes hem azadiyeke berbiçav dixwaze û hem jî azadiyek nedîtbarî dixwaze. Lê dîsa jî dixwaze azadî berbiçav be. Ev jî tê wê wateyê; di zagonê dewletê de mafê te heye ku tu bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînê lê birêvebirinê de ev qedeheye. Wê demê ew azadî nedîtbarî ye. Ew kes dema bibe endamê partiya şoreş hem ji bo azadiya berbiçav hem jî ji bo azadiya nedîtbarî tevdigere. Ger mesele were ser  me, em jî di tiştê taybetê de, di hundirê azadiyê de azadî dixwazin.

      Li gor sartre dema em azadiyê dixwazin, em wê tenê ji bo xwe naxwazin em wê ji bo hemû civakê dixwazin. Ji ber ku azadiya me bi civakê ve girêdayê ye, azadiya civakê jî bi me ve girêdayê ye. Ev tê wê wateyê, dema em azadiya xwe bixwazin em azadiya wan jî dixwazin, dema em azadiya wan bixwazin, em azadiya xwe jî dixwazin. Heke em azadiya xwe neparêzin em nikarin azadiya tu kesê biparêzin.

      Li vir jî tê wê wateyê hebûnparêziya Sartre, hebûnparêziyeke civakiye. Her kes ji her kesê berpirsiyar e, her kes ji azadiya her kesê berpirsiyar e.

Em nivîsê bi gotina Jean-Paul Sartre biqedînin:

Hebûnparêzî li ser ispatkirina tunebûna xwedê mijûl nabe,

Ger xwedê hebîya jî dê tu tişt neguheriyana

Çavkanî:

1. Sartre, Jean-Paul, weşanxaneya Say, werger:Asim Bezircî, Çapa 23’mîn, 2012.

2. Gok, Abdulqadir, Vejîna Felsefeyê, Weşanxaneya ronahî, Diyarbakir, Gulan 2011.

3. Karakaya, Yard .Doç. Dr. Talip, Jean Paul Sartre ve Varoluşçuluk, weşanxaneya Elis, İstanbul 2004

4. Bozkurt ,Nejat, 20.Y.Y. düşünce akımları, Kasım 1995

B’arî Jiya

11.11.2013 

Bersivekê binivîsin