Hevpeyîvîn Bi Şivan Perwer Re

Hevpeyîvîn Bi Şivan Perwer Re

Şivan Perwerê dengê kurdan, ji sala 1976- an ve nikare bizivire welatê xwe. Li Tirkiyeyê konsera xwe ya dawî li Rihayê dabû. Şivan Perwerê ku dibêje “Ez qedexedarê çar (4) dewleta me” li Almanyayê ji bo rojnameya Tarafê axivî.

Em bi Şivan Perwer re li bajarê Bonnê li navenda “Weqfa Huner û Çandê ya Şivan Perwer” axivîn.

Li avahiya weqfê ya 5 “pênc” ketî, hêjî xebatên tadîlatê didomin. Wekfa ku beriya çar (4) salan hatiye damezrandin, ji aliyê dewleta alman ve bi awayekî fermî tê nas kirin. Şivan Perwer beriya bersivdana pirsên me, ji me re hinekî behsa weqfê dike.

Li weqfa ku ji bo xebatên muzîk û hunera kurdî hatiye damezrandin, dibistaneka muzîkê, stûdyoyeka qeydê û saloneka konseran jî hebe. Em cara yekemîn pirsa “gelo peyva qedexe ji bo we çî îfade dike?” jê dikin û bi dengê kurdan ê qedîm re, ku her dem qedexedar bû; dest bi vê hevpeyîvînê dikin.

Şivan Perwer dibêje: Ez hunermendekî wiha me ku, li çar welatan tême guhdarkirin, ez hunermendekî qedexedarê çar dewlata me. Helbet hemû derên ku kurd lê dijîn, ez tême guhdarkirin.

Ji neteweyên din jî, mirov ji min hez dikin û guhdariya min dikin. Lê herî zêde, ez li Tirkiyeyê, Îran, Îrak û Surî, ku kurd lê dijîn tême guhdarkirin. Van çar (4) dewletan jî, min qedexe kir. Çend sal in ku li herêma Kurdistana Federal, ev qedexe rabû. Lê beriya wê, qedexeya herî zêde ji aliyê rêveberiya Sedam ve dihate birêvebeirin.

Ji bona ku li qaset û albûmên min guhdar dikirin, serê gelek mirovan kete belayê. Îşkence dîtin, ketin girtîgehan û heta hatin kuştin jî. Hinek dayîkan bi girîn ji min re qal dikirin, ku lawê wan an jî mêrên wan, bi sedema ku li min guhdar kirine çawa hatine xeniqandin. Herhal, wateya peyva “qedexeyê” herî zêde ez baş dizanim.

– Xerîbî bû çend sal?

Şivan Perwer: Di sala 1976- an de ez ji Tirkiyeyê derketim. Ji wê rojê ve nebû nesîbê min ku ez gava xwe biavêjim wan axên ku ez lê hatime dinyayê. Ez hê neçûme Kurdistana Îranê. Carek du caran, ji ser Surî; ez derbasê başûr bûm. Destûrmendên surî, min binçav nedikirin; lê hema di cîh de min dişandin. Ne dixwestin ku ez zahf li wir bimînim. Heta du- sê caran ji bo dana konsereke min serî li wan da, lê qebûl nekirin.

-Bi çî awayî tu derketî derveyê welat?

Şivan Perwer: Ez bibêjim ku, ez bi reva rev derketim; gotineka di cîh de ye.

Cara yekemîn ez li Enqereyê derketim ser sahneyê. Wê demê min li Zaningeha Xazîyê (Gazî) matematîk dixwend. Di şevaka mebûsên kurdesil de, bi awayekî spontone ez derketim ser dikê. Bang li hunermendekî kurdesil kiribûn, ku ev mirov li Stenbolê dijîya. Navê wî Atakan Çelîk bû. Piştî ku derkete ser dikê, xelkê jê daxwaza stranên kurdî kir. Çelîkî bi “xezal xezalê” dest pê kir, lê bi tirkî domand. Ev yek, li zora min çû.

Min ji hevalan re got; “ji min re tembûreke peyda bikin, ez dixwazim derkevim sahneyê.”

Keyfa hinek hevalan hat û hinekan jî, ji ber xeteriya gotina bi kurdî, min hişyar kirin.

Min got: “Çî dibe bila bibe, ji min re tembûrê bînin.”

Bi navê Şivan Perwer, min anons kirin. Ez derketim ser dikê û min wiha got:

“wê ez ê ji were xezala rasteqîn bibêjim.”

“Xezalê”, straneke kurdî ye. Min pênc- şeş stranên kurdî sitra, salon ji kelecan û coşê, hilweşiya. Polîsan xwestin ku min binçav bikin, lê hevalan, min ji deriyê paş revandin. Ango, wan min revand. Piştra, şeva Weranşerê hat çêkirin. Piştra jî, şeva Herkarîyê. “Hekarî- Hakkarî”

Rehmetîyê Ahmet Arîf jî beşdarê vê şevê bibû; Rahmî Saltuk jî hebû. Dîsa bû wek rewşa berê. Polîsan zor dida komîteya şevê, da ku min radestê wan bikin. Hevalan, pêşiya sahneyê girtin û rê nedan ku polîs min binçav bikin. Hinek heval hatin binçavkirin, dîsa min revandin.

Konsera min ya dawî, li Sirûca Rihayê pêk hat. Cendermeyan, hemû deriyan dada. Rehmetiyê Muhterem Biçimli jî li wir bû. Ew ji ber konserê hat girtin û bi salan di girtîgehê de ma. Vê carê, nedixwestin ku min ji destê xwe birevînin.

Tu çareya ma nema û hevalan, dîwarekî sînamayê hilweşandin; quleke têde vekirin û ez ji wir revîyam. Me şeva xwe di zêvîyeke de derbas kir. Me hem nedixwest ku em serê tu kesî bêxin belayê û hem jî, xelk ji zordestiyan ditirsiyan.

Dema bû sibe, min xeberê ji pismamekî xwe re şand, serkarê şaredarîyê ê karê fenê bû. Bi erebeya xwe re hat û min bire sînor. Piştra, ez ji zêvîyên mayînkirî derbasê Surî bûm. Ji wir jî, ez hatim Almanyayê.

– Te kengê pê derxist ku dengekî te ê wiha xwedîbandor heye?

Şivan Perwer: Malbata min malbatek feqîr û cotkar bû. Bav û xalên min jî, baş distriyan. Dengê min, zêdetir dişibe dengê xalê min. Min ji birayê xwe ê mezin jî gelek tişt wergirt. Gelek sitranan fêrî min kir. Dengbêj dihatin mala me. Bavê min, ji wan hez dikir. Heta nîvê şevê rûdiniştin û sitranan digotin, çîrokan vedigotin, çîkufte diecinandin.

Dema ku wan çîrokan vedigotin, tu dibêkê ez dibûm lehengekî wan çîrokan.

Ez di çoka bavê xwe de rûdiniştim û min li çîrokan guhdar dikir. Dotira rojê jî, min çîrok û sitranên wan digot. Hehû kes şaş dibûn. Dema ku min li wan çîrokan guhdar dikir, hestek li cem min peyda dibû. Ji xwe ji ber tunebûna nivîsê, kurdan hemû tiştên xwe bi sitranan vegotine. Diranekî yekî biêşe, ji êşa diranê xwe dest pê kiriye û sitran û çîrokek afirandiye.

Piştî dibistana serateyî, bavê min nexwest ku min bişeyne dibistanê. Dixwest ku ez herim medreseyê. Min serî hilda. Ez zarokekî serhildêr bûm, ji niheqîyê re qet sebra min tune bû. Bi kotekiya diya min, min dibistanê domand. Em ji du (2) dayîkan, çarde (14) bira ne. Diya min, dema ku wefat kir; hê gelekî ciwan bû. Piştra, bavê min carekê din zewicî.

Ji wê dêya me jî, heft (7) birayên min hatin dinyayê. Ez hê derneketibûm Ewropayê, diya min çûbû ser dilovaniya xwe. Dengê wê jî xweş bû. Hê jî lorîkên wê di guhên min de ne.

Piştî ku derketî derveyê welat, tu maweyeke çawa jiyayî?

Şivan Perwer: Di destpêkê de, li Heidilbergê min perwerdeya ziman dît. Piştra, li Zaningeha Bonnê; min xwe beşa Zanistên Muzîkê qeyd kir. Wê demê çend prefesorana, li ser muzîka kurdî lêkolînê dikirin. Nemaze, wan xwest ku ez qeyda xwe li Zaningeha Bonnê çêbikim.

Dixwestin, ku ez di lêkolînan de alîkariya wan bikim. Demekî, em bi hevdu re xebitin. Piştra, min qeyda xwe ji Zaningeha Bonnê xira kir. Min sê salan li wir xwend, lê bi zêdebûna konseran re, ez bêgav mam ku ji zaningehê veqetim.

Li derveyê welat, konsera xwe ya yekemîn çawa pêk hat?

Şivan Perwer: Min konsera xwe ya yekemîn, li Berlînê da. Beriya ku ez werim Almanyayê, konserên min deng vedabûn. Ango, navê min di pêşiya min de hatibû vir. Wê demê, li vir gelek grubên sîyasî hebûn. Burusk hebû, ku rêxistineka DDKO ya Ewropayê bû, Hevraya Partiya Sosyalîst hebû, Bahoza PKK ê hebû û sempatîzanên Kawayê hebûn, sempatîzanên Rizgarî hebûn.

Her grubê dixwest ku min bikşîne cem xwe. Digotin tu hozanekî, divê tu jî beşdarê partiyê bibî û hwd. Ez hinekî rastê rexne û zordestiyan bûm û bi rêya sitranekî, min wan zordestiyan bersivand.

Min got: “Hevalê bar giran im, hevalê şoreşger im. Ozanê gelê bindest…”

Evê sitranê, gelek tişt vegotin. Hunermendek, ji hemû kesan re dibêje. Min yekîtiyê dixwest. Temam, divê rêxistin hebûna. Lê ne divabû ku hewqas dijberê hevdu bin. Ez nû hatibûm û min dixwest ku ez vî welatê ku ez nû hatimê binasim , min dixwest hinekî mirovan binasim, min nedixwest ku ez hema di cîh de beşdarê grubekî bibim. Çî bû bû, bi alîkariya çend hevalên bêteref; li Berlîn êmin konsera xwe ya yekemîn pêk anî.

– Ev konsera te ya yekemîn çawa derbas bû?

Şivan Perwer: Hinek kurdên Surî, li wir hebûn, hinek jî kurdên Tirkiyeyê. Konser bicoş derbas bû eleqeyeke mezin hebû. Piştra, konserên din hatin. Min li welatên cihêreng, bêhejmar konseran da. Gel ji min gelekî hez dike. Ez jî ji wan. Hinek kurd dibêjin, “tu bes ku bijî bes e. Tu konseran jî nedî, tişt nabe. Hemû tiştî, ji xwe me ji te wergirt.”

Rihê min, rihê zarokekî ye. Ez naxwazim ku mirov bihebînin û ji bo min, xwe biçirînin.

Dixwazim bi awayekî gelek sade bijîm. Li ber çavê min, her mirov xwedîqîmet e. Her mirov, hewcedarê hezkirinê ye. Mirovên ku ji min hez dikin jî, hewcedarê hezkirina min in.

Gelek hevalên min dibêjin: “Hewqas xwe li holê nîşan nede, bi mirovan re muhatab nebe.”

Lê bi salan in ku mirov, ji min hez dikin û li min guhdar dikin. Ez pênc deqîqeyên xwe ji wan re veqetînim wê çî bibe?

– Dema ku hûn li Tirkiyeyê bûn, bo derxistina albûmekî; karekî we hebû gelo?

Şivan Perwer: Ez çûme Stenbolê, min dixwest ez kasetekî derxim. Lê tu kesî xwe neda ber derxistina kasetekî bi kurdî. Ditirsiyan. Piştî ku hatim Almanyayê, bi çend sitranên ku berê qeyd kiribû, pîlaqekî derxistin. Hege ez ne xelet bim ew jî hate civandin û wan jî, ceza xwar. Me bi teybên basîd qeydê çêdikir û ew jî, belav dibûn.

– Heta roja me, te çend albûman çêkir?

Şivan Perwer: Li ser hev, dibin 30- 32 albûm.

– Navê albûma te ya yekemîn çî bû?

Şivan Perwer: Govenda Azadixwazan, di sala 1976- an de der çû. Sitranên ku min wan li Tirkiyeyê çêkiribûn, me wan li vir; li studyoyên modern qeyd kir. Wisa berdewam kir. Hersal, me albûmek derxist. Carinan, me di salekî de du albûman jî derdixist.

Ango, sitran, gelek bûn. Min hem ji muzîka klasîk ya kurd û hem jî, ji sitranên xwe xwendin. Ji hewl da, ku ez baş bikaribim zimanê kurdî bikar bînim. Ez li peyvên nû geriyam û min wan, bikar anî. Ez bi zimanên din jî dizanim, lê encax bi kurdî, ez dikarim xwe bi temamî îfade bikim. Peyvên ku min dîtibûn, niha medyaya kurdî jî wan bikar tîne.

Carina ku yek min disekîne û dibêje: “Min navê zarokê xwe, ji sitrana te wergirt” ez tahmeke cihêreng jê distînim.

– Ji bo albûmeka nû, tu xebataka we heye gelo?

Şivan Perwer: Pênc sal in, ku min albûm dernexistine. Ez gelek xebitîm. Gelek sitran civîyan, ku têra pênc albûman jî dikin. Lê divê ez vê yekê jî bibêjim ku, ev pênc salên ku derbas bûn; salên min, ên herî dijwar bûn.

Min heta niha tu carê ji jiyanê rû ba nedaye, bêhêvî nema me, min têkiliya xwe ne birîye û ne jî, jê sar bû me. Ez bi awayekî pakij jiyam, min sporê kir û baş li xwe rênd. Lê di pênc salên dawî de, gelek bûyer li ser hev hatin, ku di jiyana min de bedelê sed salan in.

Wisa bû ku, ez ez êdî nikarim li ser lingan bimînim. Bi hawirdorê min re, têkildar in ev. Gelek zordestî li min kirin, gelekî bi ser min ve hatin. Mirovê ku herî zêde min jê hez dikir jî, ji min rû bada. Ez bi serê xwe tenê mam.

Dibe ku, divê mirov carekê din behsa van bike. Li hember vê yekê, min xwe avête bextê hunerê. Sitranên ku min çêkirine, bi vê pêvajoya ku ez jiyame re têkildar in. Tengasî û zehmetî, pir caran mirov dikin afirandêr. Sitran amade ne, lê min hê wan li situdyoyê qeyd nekiriye.

Di nav wan de evîn heye, sîyaset heye, destan heye û di gelek sitranan de serbûriyên min hene. Hêvîdar im, ku wê ez ê di demeke nêzîk de albûmeka xweşik derxim.

– Tiştên ku tu vedibêjî, bi evînê re têkildar in?

Şivan Perwer: Belê. Hevrabûna jin û mêran, hevrabûneka ruhî ye. Yekbûna du riha ye. Xwetemamkirina wan e. Ez dema ku zewicîm, gelekî ciwan bûm, zewaca min ne bi dilê min çêbû; bi xwestina civakê pêk hat. Xwesteka, hawirdorê min hate cîh.

Min xwest ku ez bi yeka ku jê fêhm bikim, lê werim û jê hez bikim re bizewicim. Û min xwest, ku ez li hember wê rast bim. Lê tu bi daxwaza civakê dizewicî, tu bi nîrxên civakî re dizewicî. Tu nikarî bextewar bî, dest û lingên te têne girêdan.

– Çima tu ne bextewarî?

Şivan Perwer: Tiştê ku min lê digeriya, min di zewaca xwe de nedît. Ez bextewar nebûm. Belê, kurekî min heye û ez gelekî jê hez dikim. Ew hemû tiştê min e. Lê tiştê ez lê digeriyam, di zewaca min de tunebûn. Hevaltiya bi hevaljiyanê re, fêrbûna jê, bi hevdu re beşdarbûna hevrabûnê; wê demê zewac zexim dibe. Ez zewicîm û piştî salên dirêj, me hevdu berda.

Hevduberdaneke dijwar bû. Rexne û êrîşên wiha pêk hatin ku, tu dibêke ez ji bo vê zewacê hatibûm vê dinyayê… Tu dibêkê, divabû ez ji bo vê zewacê bijîm. Hemû kes dev ji hevdu ber didin, min jî wiha kir.

– Li gor hindek vegotinan, dibêjin ku wê tu ê bizivirî welêt. Hege tu rojekî bizivirî, tu dixwazî çî bikî?

Şivan Perwer: Ez li bendê me. Hege organizasyonek baş pêk were, ez dikarim herim. Hindek dibêjin; “Konferansa min heye were.” û hinek jî dibêjin “Were newroza min.”

Lê kesek bo vegera min, tu organizasyoneke pak çênake, lê nafikire. Bila ji bo civînên xwe, bang li min nekin. Bila wek Şiwan Perwerê ku salên xwe ên dirêj li xerîbiyê derbas kiriye, bang li min bikin. Hesreta min ev e.

Hege ez herim, ez bawer dikim ku wê lêzêdekirineke min a li çanda kurd hebe. Ji bo biratiya du gelan, wê lêzêdekirineka min hebe. Ji bo kurdan jî, ji bo tirkan jî wê ez ê sitranên xwe bibêjim. Ji bo gel ên din jî wê ez ê bibêjim. Bedela vê yekê jî, çî be ez amade me.

Lê, ez herim cem kî?

Lê mêze bikin, kesekî ku herim cem wî tune. Ez dikarim herim cem gelê xwe. Helbet wê dewlet ji min re nebêje tu bi xêr hatî. Çimku astengîyên ku li pêşiya ziman û çanda kurda ye, hê li cîhê xwe ne. Belku jî, ez li cîhê xwe bimînim û lêzêdekirinên xwe bidomînim, wê baştir be.

Belku jî, beriya çûnê ez bimrim. Lê çûyîn, hesreta min e. Çûna Amedê, Colemergê, Rihayê, Melatyayê, Stenbolê, Îzmîrê, dixwzaim Behrareş bibînim. Wê ez ê ji bo gelê tirk jî sitranên xwe bibêjim.

Wê ez ê bibêjim: Ez hatim ku sitranên xwe ji we re bibêjim. Ez ji tirkî hez dikin û lê guhdar dikin. Hûn jî guhdariya sitran û destanên me bikin. Qedexekirin, ne baş e. Ji vê yekê ye ku ez bi salan derve mam.

Hûn jî, ji me hez bikin. Hege hûn ji vegotina min ya kurdî aciz bibin, werin li min bixin. Lê ev şer ji bo çî, ji bona kê? Ev welat besê hemû kesî ye.” Dixwazim, herim û bi awayekî serbest bibêjim. Ji bo ku kurd û tirk hevdu fêhm bikin, wê feyda min ji wan re hebe.

– Dibe ku organîzasyoneka kurd- tirk, bang li we bike û we wek Şivan Perwer vexwîne?

Şivan Perwer: Wê baş be. 

– Di van rojên dawî de çareserkirina aştiyane ya pirsgirêka kurd, tê axaftin. Ramanên we ên di vê babetê de çîne?

Şivan Perwer: Aşitî, peyveka zor delal e. Xizmeta, mirovbûna mirovan dike. Gelê kurd, her dem aşîtiyê xwestiye. Kurdan êrîşê tu kesî ne kirine. Lê li hemberê kurdan, gelek êrîş pêk hatine. Welatê kurdan hate perçekirin, ziman û çanda kurdan hate qedexekirin.

Ji bo asîmîlekirina kurdan, qanûnan derxistin. Ez fêhm nakim, ku çima dixwazin kultureka wiha dîrokî ji holê rakin. Destpêkirina pêvajoya aşîtiyê, gelekî baş e. Ez jî dixwazim ku, kedaka min di vê pêvajoyê de hebe.

Tiştê ku dikeve xewnên min û ez hesreta we dikşînim, aşîtiye. Ez li gelek deveran derketim ser sahneyê û min bi ewropayî, amerîqî û afrikîyan re sahneya xwe parve kir. Lê, mixabin heta niha nebûye nesîbê min ku, ez heman sahneyê bi hunermendekî tirknîjad re parve bikim. Ev yek, tiştekî gelek xirab e. Gelek hunermendên kurdnîjad, bi tirkî xwendin. Min jî xwend. Hinek sitranên min ên bi tirkî, ku min ew çêkirine jî hene. Bila hunermendekî tirk jî rabe û bi kurdî bibêje. Li nîk wan gelek dijî, bila hinek bala xwe bidinê.

Kurd, mam û xal, metik û dilketî û birayên wan in…

– Hunermendek tirk, yekî/ka ku tu dixwazî sahneya xwe pêre/ra parve bikî heye gelo?

Şivan Perwer: Ez pirr dixwazim. Lê mixabin keseke xwe neda ber.

Mesela pêşniyar ji Sezen Aksuyê re çûye, lê wê qebûl ne kiriye. Projeyeka wiha, wê bandoreke erênî li pêvajoya aşîtîyê bike.

-Tu qet li sînemayê fikirî?

Şivan Perwer: Gelek pêşniyar ji min re hatin. Lê ji ber ku proje ne bi dilê min bûn, min wan qebûl nekirin. Projeyeka min jî heye. Lê ji ber tunebûna çavkaniya madî, me hê dest pê nekiriye…

Rojnameya Taraf- Hüseyin Kalkan

Werger: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin