Hevpeyvîn bi Demhat Dêrikî re

Hevpeyvîn bi Demhat Dêrikî re

Hevpeyvîn bi Demhat Dêrikî re 

Demhat Dêrikî helbestvan, nivîskar û rojnamenivîsekî kurd e û di sala 1973 an de, li gundekî Rojavayê Kurdistanê bi navê Girbalat ku ser bajarokê Dêrika Hemko ye ji dayik bûye. Demhat Dêrikî, heta dibistana amadahî xwendiye. Lê ji ber karên xwe yên siyasî deh salan, di zîndanên Tirkiyeyê de maye.  Berî nuha bi navê Demhat Hezexî di rojname Azadiya Welat, Kovara Peyv, Nûbûn, Zaxo û Hêzil de gotarên siyasi, nivisên wêjeyî nivisandî ye. Niha, li herêma Başûrê Kurdistanê li bajarê Duhok dijî. Her wisa, li Duhokê endamê Sendîkeya Yekîtiya Rojnamegeriya Kurdistanê ye. Di nava desteya nivîserên Kovara Zaxo de cih digire û di dengê Radyoya Zaxo de kar dike.  

Ali Gurdilî: Li ser navê şopînerên Malpera Felsefevan, di destpêkê de ez gellekî spasiya cenabê te dikim, ku te vê daxwaza me ya hevpeyvînê erê kir, malavahî bo cenabê te.  

Demhat Dêrikî: Hêjayî kek Alî, ez jî gelek keyfxweş bûm ku ez ê bersiva pirsên Malpera Felsefevan bidim û destxweşiyê li vê keda we ya giranbuha dikim.  

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re, tu dikarî hebekî behsa zarokatiya xwe bikî? Yanî tu bi eslê xwe ji kû yî û hebekî jî dikarî behsa jiyana xwe ya zarokatiyê û perwerdehiya xwe bikî?  

Demhat Dêrikî: Zarokatiya min weke her zarokek ên ji malbatên hejar derbas bû. Dibe ku; di şêwaz, nêzîkbûn û jiyankirinê de hindek cudahî hebin, lê di koka xwe de heman jiyane, ew jiyana hejartî ye. Ez li sala 1973’yê di nava malbatek oldar (bavê min melayê gund bû û bapîrê min zaniyarekî olî bû) de li gundê Girbalat yê girêdayî bajarê Dêrika Hemko (Rojavayê Kurdistanê) hatim dinyayê. Hêj ez di pêçekê de ji ber hindek pirsgirêkên di nava malbatê de (Di navbera dê û bav de), diya min û tevlî du xwişk û brakî min, em hatin bajarê Dêrikê (Di vê navberê de tu carî keda dayîka xwe ji bîr nakim ku jiyana xwe fedayî zarokên xwe kir). Lê ji ber egerê aborî berê me kete Şamê (peytexta Sûrî). Li vir, li vî bajarî min gelek kar kirin, weke; firotina pakêtan, firotina kovar û rojnameyan, firotina kîsan (Elege), boyaxkirina pêlavan… Lê derbarê xwendinê de, paşê min xwendina xwe kir, heta dibistana amadehî min xwend. Ew jî di nava mercên herî teng de. 

1471745_740717455951247_9002754302763704277_n

Ali Gurdilî: Te kengê dest bi nivîsê kir û yekem car, te bi kurdî dest bi nivîsê kir yan jî, bi zimanekî din û berhema te ya yekem, kîja berhem e gelo?   

Demhat Dêrikî: Yekem nivîsa min helbest bû û min bi zimanê dayîka xwe nivîsî. Navê helbestê Ey Welat bû. Yekem berhema min dîsa helbest bû, bi navê Rêjne. Ji bilî hindek berhemên din, min ev berhema xwe di nava befir û bagerê de nivîsî. 

Ali Gurdilî: Di bîrûraya kurd de, herî zêde tu bi helbestên xwe têyî naskirin. Ji bilî helbestan, xebatên te yên bo siberojê çi ne gelo?

Demhat Dêrikî: Ji bilî helbestê, min gelek çîrok nivîsîne. Gelek ji van çîrokan bi navê Demhat Hezexî di Azadiya Welat de hatine belavkirin û di kovara Peyv de jî belav bûne. Bi navê Keça Agirî berhemeke min ya çîrokan heye. Û heta îro jî gelek hevalên ku min nas dikin, rexnê li min dikin ku çima çîrokan nanivîsîm. Ji xebatê zêdetir, xewn û aşopên min ew e ku karibim romana ji jiyana xwe binivîsîm. Ew jî, dê sibe çi bi min re çêbe nizanim. 

1959579_727557460600580_47660716_n

Ali Gurdilî: Dema ku mirovî helbesta kurdî û ya cîhanê rûbirû bike, têkiliyeke çawa di navbera wan de heye gelo? Asta helbesta kurdî û ya cîhanê çi ye gelo? Yan tu difikirî, ku mirovî nikare rûbirûkirineke bi vî rengî pêk bîne?    

Demhat Dêrikî: Helbest hest e, zimanê cîhana hestên wî/wê ye. Çi bandora ji derve yan ya hundir, ew bandor derbasî nava kûrahiya ruh dibe û di nava levhatinekê de bi nîşanan xwe derdixe derve, xwe li ser rûpelê bi nav dike, bi deng dike. Bê goman, em nikarin hest û jiyana helbestvanên cîhanê û Kurdan weke hev lê bikin. Lê, têkiliya di navbera wan de her ew hest in, lê hestên cuda. Her yek derd, êş, daxwaz, evîn û hezkirinên xwe li gor jiyan û mercên di nav de dijî, tîne ziman.

Na, qet astê helbesta Kurdî ne kêm e. Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û heta li serdema helbesta nûjen de yên wekî Qedrî Can astê xwe gelek bilind e. Lê mixabin, mejiyên ji derve ku di nava me de hatîn bi cih kirin (bi zorê û tundî), rê nedaye helbesta Kurdî di nava helbesta cîhanî de cih bigirê. Lê, hêdî hêdî berhemên Cizîrî û Xanî dibin mijara gotaran di wêjeya cîhanî de. Û berî niha jî, berhemên van navdarên Kurd hatine wergerandin bo zimanên cuda cuda. 

Ali Gurdilî: Jiber ku îro kurd nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin, xwendin û nivîsandina kurdî jî, her wisa lawaz û qels dimîne. Ji bo ku em bikaribin zimanê xwe xurt û berfireh bikin, pêşniyazên te çi ne gelo?  

Demhat Dêrikî: Konferanseke berfireh li ser astê her çar parçên Kurdistanê û Ewrûpa bê li dar xistin. Zimanzan û pisporên zimanê Kurdî di vê konferansê de amade bibin û alfebeke ku hemû alî bipejirînin destnîşan bikin. Lê, di van mercan de negengaze ku pêk were, divê yekbûneke netewî hebe di warê mejî de. Bê goman, ger hat û pêkhat dê hêdî hêdî di nava Kurdan de ziman geş bibe. Bi rêka dibistanan, kombûnan, rojname, kovar, radyo û televîzyonan… ev kar li gorî mercên niha ku Kurd tê de dijîn pêk werê.

Ali Gurdilî: Navbera te felsefeyê çawa ye gelo? Tu bala xwe didî kitêbên felsefî û ji kerema xwe re tu dikarî bi awira xwe, felsefeyê bo şopînerên me pênase bikî?     

Demhat Dêrikî: Madem di nava vê jiyana geh dijwar de, geh jî dilxweş de ez heme, lê vê heyîna xwe digerim ku çawa ez heme, li xwe, li dora xwe, li rastî û derewan, li bêbextî û bêwijdaniyan û gelek aliyên din digerim û ji xwe pirs dikim, di nava pirs û bersivên xwe de kûr diçim û dixwazim wan li ser mêza şîrovekirinê rêz bikim û encamekê bi dest bixim, ez bi xwe felsefe me. Bê goman têkiliya min bi xwedina felsefê re heye, lê di rastiyê de ez bi xwe felsefe me, lê çawa? Ez kî me? Çi dixwazim, jiyaneke çawa dixwazim? Divê çawa berisva pirsan bi dest bixim û bi hezkirineke mezin di nava vê derûnê de melevanim, nexwe ez felsefe me, felsefeke ku hêj li xwe digerim, li rastiya xwe, li rastiya civaka xwe digerim li gorî derfetên xwe. Bi kurtî, felsefe; li xwe gerîn e, pirsa xwe kirine, bersivdana çareserkirina pirsane û çareserkirine. 

1175624_622860734403587_526705374_n

Ali Gurdilî: Di bîrûraya kurd de, baweriyek wisa heye û ku li gorî vê baweriyê, felsefeyê li cem kurdan dest pê kiriye. Derheqê vê mijarê de, ramanên cenabê te çi ne?

Demhat Dêrikî: Kek Alî, Kurd her ji dîrokê were di nava felsefê de ne û têkiliya wan bi felsefê re heye. Lê felsefeke çawa? Ev felsefe xizmeta kî dike? Gelo ji bo Kurdane? Kurd bi sedê salane; bi mejiyên xerîb, bi nêrînên ne ji xwe, bi pirsên ne têkilî xwe pirsa xwe kirine. Lê, ez bi dilekî rehet dikarim bibêjim, di serdema niha de êdî Kurd (her çende hêk kêmasî hene) pirsa xwe ji mejiyê xwe dikin (li gor mercên derdorê) û bi nêrîn û dîtina xwe dixwazin bersiva pirsgirêkên xwe bidin. 

Ali Gurdilî: Pirsa me ya dawînî jî, dîsa li ser felsefeyê ye. Ji kerema xwe tu dikarî hebekî jî behsa felsefeya xwe ya jiyanê bikî? Yanî, jiyan bo te çi ye û tu jiyanê çawa dinirxînî?

Demhat Dêrikî: Ez parçek ji vê civakê me, parçek ji civaka Kurd im, ez bixwazim nexwazim divê gelek aliyên jiyana civaka xwe li ber çav bigirim. Belê, jiyan qonaxa di navbera ji dayîkbûn û mirinê de ye, lê ya girîng ew e ku tu bizanê di vê qonaxê de çawa bijî, şopa xwe bi erênî bihêlî û ji meşa xwe ya jiyanê nepoşman bî. Li cem min, pîroztirîn xal jiyan e, lê ger karibim bersiva vê jiyana dijwar û dilxweş bidim.

Ali Gurdilî: Kekê Demhat, ez gellekî spasiya cenabê te dikim, ku te demeke xwe bo me veqetand û pirsên me, bersivand. Mala te ava û her serkeftî be.

Demhat Dêrikî: Dubare gelek sipas bo van pirsan, gelek keyfxweşbûm û we pîroz dikim ser vê kar û xebata we. 

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

01.05.2014 

Jêderên giştî

1- http://ku.wikipedia.org/wiki/Demhat_D%C3%AArik%C3%AE

2- http://demhat-deriki.blogspot.com.tr/

3- https://www.facebook.com/demhat.deriki?fref=ts 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina hevpeyvînê qedexe ye.

Bersivekê binivîsin