Hevpeyvîn Bi Erdogan Çinar Re

Hevpeyvîn Bi Erdogan Çinar Re

Elewîtî Xwe Di Bin Kirasan De Vedişêre!

-Dema ku me li berga pirtûka Erdogan Çinarî ya “Hezar Salên Elewîtiyê Yên Winda” mêze kir, me ji xwe vê pirsê kir: “Ev yek çawa dikare bibe pêk were? Lewra, di sala 325- an de Îslamiyet hê derneketibû holê…”

Lê naveroka pirtûkê jî, li holê ye. Li ser vê yekê Erdogan Çinarî wiha dibêje:

“Elewîtiya Enedolê ya dewra Îslamiyetê, berdewama Elewîtiya Filehtiyê ye ku bawermendên vê baweriyê, ji aliyê Ortodoksên Bizansî ve bi “jirêderketinê” hatine tawanbarkirin û bi saxîtî, di agir de hatine şewitandin.”

Li ser ramanên wî yên balkêş, em ligel hev peyîvîn.

-Hûn di pirtûka xwe de wiha dibêjin:“Di paşerojê de (raberdûyê de) Elewî beşeke jirêderketî ya ola Filehtiyê hatin hesibandin. Elewîyên roja me jî, beşeke jirêderketî ya ola Misilmantiyê têne hesibandin.” We çima baweriya xwe bi wan angaştên serwer ne anî û hûn daketin lêgerîneke wiha?

Erdogan Çinar: Wek tê jî vegot; baweriya giştî ew e ku destpêk û bingeha Elewîtiyê dergeha HacîBektaşê Welî ye. Wek tê zanîn, Hacî Bektaşê Welî ji serhildana Babaî sax xilas bûye û li “Sulucakarahoyîkê” dergeha xwe damezrandiye. Dîsa li gor baweriyeke din ya giştî, ji ber ku dazanînên Ehmed Yesewî bi xêra Elewîtiyê hatine Enedolê; wiha tê bawerkirin ku, bingeha Elewîtiyê Tirk û Îslam e.

Di van baweriyan de gelekî çewtî hene. Beriya her tiştî, Hacî Bektaşê Welî û Ehmed Yesewî tu carî hevdu nas nekirine, dema ku ew hatiye dinyayê; sih (30) sal di ser mirina Ehmed Yesewî de derbas bibû. Nakşebendîtiya Ehmed Yesewî jî, tiştekî herî bêîmkan e. Lewra tiştekî deraqil e, ku mirov rabe û bibêje ku, Elewîtî di nêzîktêdayîna şêxekî Nakşebendî de hatiye damezrandin. Di Elewîtiyê de ji damezranerê resen yê rêya Elewîtiyê re “Serê Kaniyê” te gotin. Qeneeta giştî ew e ku Hacî Bektaşê Welî, “Serê Kaniyê” ye.

Lê Hacî Bektaşê Welî di Velayetnameya xwe de dibêje: “Serê kaniyê ne ez im, Betal Xazî ye.”

Di Velayetnameya wî de serdaneka wî ya gora Betal Xazî, bi awayekî çîrokî hatiye vegotin. Li gor vê vegotinê, di dema serdana gora Betal Xazî de Hacî Bektaşê Welî, wiha bang lê dike: “Selamûneleykum ya serê kaniyê!” û bi vî awayî silavê lê kiriye.

Lê di wê demê de ji gorê, Betal Xazî wiha bersiva wî dide: “Eleykum selam ya zanyarê min!”

Wek tê zanîn, Betal Xazî di sedsala 9- an de jiya ye û di navbera wan de nêzîkê 400 sal an ferq heye.

Tiştekî ji vê yekê girîngtir jî heye, ku ew jî ev e: Di wê dema ku, Betal Xazî jiya ye de ne Tirk hebûn li Enedolê û ne jî Îslamiyet.

Elewiyan di raberdûyê de salê carekî, serdana dergeha Betal Xazî kirine û vê yekê, ji xwe re wek hicekî qebûl kirine. Ev hic, ji aliyê hemû beşên Elewîtiyê ve hatiye pejirandin û Betal Xazî jî, wek “pîrê pîran” hatiye pejirandin. Ev yek, rastiyeke vekirî ye. Rûbirûkirina herdu perestgehan ya fizîkî jî, hindek fikran dide mirov. Mesela perestgeha ku ji bo Betal Xazî hatiye çêkirin, di dinyayê de mabeda herî biheybet ya Elewîtiyê ye. Bi pejirandina serkanîtiya Betal Xazî re, hemû angaştên Tirk-Îslamtiyê jî pûç dibin ku, li gor van angaştan; bingeha Elewîtiyê, Tirk-Îslam tê dîtin.

Herweha ev yek îsbat dike ku beriya îslamiyetê jî Elewîtî, baweriya Enedolê ya qedîm bû. Ji ber vê çendê jî di 30- 40 salên dawî de hat xwestin ku bila Betal Xazî were ji bîr kirin û ji bo vê armancê jî, Hacî Bektaşê Welî derxistin pêş. Bila çewt neyêtî têgihiştin. Ez rolê Hacî Bektaşê Welî înkar nakim, çimkî piştî sala 1240- an li Enedolê e wî gelek xizmetên baş pêk anîne û di warê yekbûna giregirên Elewîtiyê de jî, rolekî mezin leyîstiye. Lê ew ne damezranerê Elewîtiyê ye, ew xizmetkar û berdewamkarekî gewre, yê Elewîtiyê ye.

-Ji xwe we vê angaşta xwe bi giştî li ser babeta Betal Xazî ava kiriye. Lê di vir de pirsgirêkek xwiya dike:Di çanda me de (ya Tirk de A. G.) Betal Xazî lehengekî destanî ye. Lê hûn dibêjin ew mirovekî dîrokî ye ku, bi navê CHRYSOCHEİR tê nasîn, ku bi angaşta “ Filehên resen em in.” li hember Bîzansê û Dêra Ortodoksê serî hildabû. Ji bilî vê yekê hûn dibêjin Chrysocheir Elewî bû û ji bo ku bikaribe baweriya xwe biveşêre, xwe di kirasê Filehtiyê de nîşan dida…

Ê baş e, bingeha vê wekhevîbûnê (ozdeşlik) çiye, ku hûn dikarin tiştekî wiha dibêjin?

Belê. E wan digot Filehên resen, em in. Lê hemû şertên (rê, rêzik, delk) Fişehtiyêred dikirin. Ango îbadeta dêrê, wewtîz, hic û pîrozîtiya Îsa…

Ev bûyerên navborî, di metnên lanetê yên dêra Ortodoks de her dem hatine dubare kirin. Belê. Betal Xazî li aliyekî lehengekî destanî û li aliyê din jî, mirovekî dîrokî, CHRYSOCHEİR e. Lê destan girîng in. Her dem di naveroka xwe de, li hemberî dîrokekî çêkirî (derew, yapay) berxwedana gel dihewînin. Hemû şerên Betal Xazî yên ku di Betalnameyê de hene, di qeydên Bizansê de jî hene. Ango şerên ku behsa wan derbas dibe, ew di dîrokê de qewimî ne.

Di van şeran de li aliyekî Bizansî hene û li aliyê din jî, di destpêkê de CARBEAS…

-Ku hûn jî dibêjin CARBEAS pêşengekî Betal Xazî, Hiseyn Xazî ye…

Erdogan Çinar: Belê. Di şer de li aliyê din em pêşî CARBEAS dibînin û piştra jî ya CHRYSOCHEİR.

Ez gotina xwe dubare dikim: Di van şerên navborî de aliyên şer, di Betalnameyê de bi ferqên biçûk, mînanî qeydên Bîzansê hatine vegotin. Em di qeydên Bîzansê de dixwînin ku CARBEAS piştî şerekî, dimire û li nêzîkê Enqerayê tê veşartin. Di roja me de ev der, dergeheka mezin ya Elewîtîyê ye. Dîsa di qeydên Bizansê de tê nivîsîn ku Chrysocheir di dema seferekî de, li “Eskîşehîrê” çûye ser dilovaniya xwe. Me li jor jî vegot, mabeda Betal Xazî jî li wir e û mabeda herî navdar, ya Elewîtiyê ye.

-Giramiya (hurmeta) ku Elewî ji bo Betal Xazî nîşan didin, li holê ye. Lialiyê din jî di zargotina Elewiyan de tê vegotin ku ew çend sedsalan beriya Hacî Bektaşê Welî jiyaye.Ê baş e, ew lêkolînerên beriya we ku Elewîtiyê ji Hacî Bektaşê Welî destpêkandine, ew vê pirsgirêka Betal Xazî çawa safî dikin, an jî vê yekê ew çawa şirove dikin?

Erdogan Çinar: Şirove nakin, ew naxwazin vê yekê bibînin. Lê belê geştnameya Ewliya Çelebî,girîngiya vê bûyerê nîşanî me dide. Di vê behremê de hatiye nivîsîn ku di zemanê xwe de li dergeha Betal Xazî, 200 derwêş hebû ne. Dergeha Hacî Bektaş, tu carê ne gihêjtiye mertebeyeke wiha. Di geştnameyê de herdû dergehan rûbirû bikin, wê hûnê çêtir têbigihêjin ku ez çî dibêjim.

-Hûn difikirin ku ew ên Elewîtiyê ji tevgera Babaî didin destpêkandin, ewbi awayekî îradî di helwesteke xericandinê (jirêderxistinê) de ne?

Erdogan Çinar: Peyva îradî têrê nake. Ew bi qestî wiha dikin.

-Hûn dibêjin Elewîtiya ku xwe di bin kirasê “Filehên resen em in.” de vedişart û Elewîtiya ku di dema serweriya Îslamîyetê de xwe di bin kirasê “Misilmanên resen, em in.” vedişart, du perçeyên ji hevdu ne û hilika wan jî mîna hev e. Ez vê angaşta we, niha rast qebûl dikim û wiha dipirsim: Ew hilika ku di wan herdu olên ezmanî de jî heman xezebê afirandiye, çiye?

Erdogan Çinar: Ev hilik, yekîtiya heyînê ye. Ango, “Vahdet-î Vucud” e. Bingeha vê baweriyê ew e ku afiraner û aferînekan, cuda qebûl nake. Hebûna afiranerekî ku hemû gerdûnê kontrol dike jî napejirîne. Di Elewîtiyê de, baweriya bihûşt û dojehê, an jî baweriya dinyayek din jî tune. Bi kurtî mirov dikare bibêje ku, Elewîtî û olên ezmanî, bi tu awayî li hev nayên.

-Hûn di pirtûka xwe de dibêjin, Elewîtî piştî dewra Bizansê derbasê Balkanan û Ewropayê bûye û li wan deran jî belav bûye. Ji bilî vê yekê, hûn dibêjin Elewî li van deran jî rastê gelek zordestiyan bûne.Heta hûn dibêjin yekemîn car yên ku di bin xezeba Dadgehên Engizîsyonê de mane, Elewî ne. Lê hege hûn bixwazin, niha em neçin wan deran û li Enedolê bimînin.

Ê Baş e, di dema Împaratoriya Osmanî de rewş çawa bû?

Erdogan Çinar: Ez ji sala 1071- an ve, ango sala ku Tirk hatine ber deriyê Enedolê ve li bûyerê mêze dikim. Heta sala 1071- an, Elewîyên ku di wê demê de li nêzîkê Meletî dijîyan; vê bûyerê ji xwe re wek firsendekî dîtin û xwestin ku, bi saya vê firsendê ji Bîzansiyan tola xwe ya komkujiyan hilînin. Hêzeka mezin civandin û li cem Alpaslan, cih girtin. Li gorî lêkolînên min; Danişmendiyên ku di vî şerî de cih girtine, ew jî Elewî bûn. Piştî ku Tirk xwe li Enedolê bi cîh dikin, Elewiyên ku her dem ji xwesteka desthilatdariyê dûr mane; hedî hêdî bandûra xwe winda kirin û hima hima, mirov dikare bibêje ku ji dîrokê winda bûn. Piştî sala 1240- an, Dêra Katolîk li Balkanan û Ewropayê, dest bi komkujiyên mezin kir. Selçûkiyan jî, bi koordînasyona Fransîyan re di wê demê de li Amasyayê, êrîşê ocaxa Bav Îlyas kirin.

Dema ku Elewî bi vê bûyerê hisîyan, ji bo ku bikaribin pîrê xwe ji wan xilas bikin; bi çar aliyan, ber bi Amasyayê ve meşiyan. Lê belê ji ber wan şerên ku di rê de qewimîn, ku di gelekên wan de bi serketibûn; di zemanê xwe de negihiştin Bav Îlyas û Bav Îlyas, hate kuştin. Ji ber ku Bav Îlyas bi navê “Resul” dihat nasîn, pîrên Elewiyan yên ku ji vê komkujiyê xwe rizgar kiribûn; ji xwe re dibêjin “Em ewladê Resul in.”

Piştî demekî ji bo ku bikaribin xwe ji zordestiya desthilatdaran rizgar bikin, dibêjin di gotina “Resul” de qesta me, Hz. Muhammed e. Lê tiştê balkêş jî ew e ku, ev kiras; piştî du- sê nesîlan dibe rasteqîn û ev neslên nû, bi rastî jî wiha bawer dikin ku, ew “Ewladê Resul in.” Ango, dibêjin em ewladê Hz. Muhammed in. Bi wan secereyên derewîn yên ku di wê demê de hatine nivîsandin re jî, xwestine ku xwe ji zilm û zora serweran rizgar bikin. Ev sereceyên navborî yên derewîn, îro ji bo ku bikaribin Elewîtiyê bi Misilmantiyê ve girê bidin; têne bikar anîn.

-Hûn dibêjin ev veşartin û zordestiya olên din, dîroka Elewîtiyê kiriye du beş. Li aliyê din jî, yên ku dibêje xelqeyên ku van du beş an bi hevdu re girê dide, bi temamî ji holê rabû ne jî hûn in. Di vê rewşê de ji bo nîşandana berdewamiya vê baweriyê, hûn ji xwe re bingeheke çawa ava dikin?

Erdogan Çinar: Dîsa jî hinek delîl hene…

Mesela Gelê Enedolê ku di dewra Filehtiyê de xwe di bin kirasê “Filehên resen em in. ” de nîşan dida, ji aliyê Dêra Ortodoks ve mîna dewra Îslamiyetê, bi dêlindêza “Mûmtefandinê” hatiye tawanbar kirin.

Ev bêbextî, pir caran di metnên Dêra Ortodoksê yên lanetkirinê de hatine dîtin. Ji wan metnan di hebekî de wiha tê gotin: “Bila lanet li wan kesan bikeve ku xwe bi xweh, xwesû û xwehmêrên xwe re diherimînin. Bila lanet li wan kesan bikeve ku, bi hinceta ziyafetê têne cem hev û piştî vexwarina araqê û tefandina şewqan; beyî ku li pismamtî, temen û cinsiyetê bifikirin, aleme dikin.”

-Mînanîtiya ku di navbera çîroka Pîr Sîlvanîus û Pîr Siltan Ebdal de heye jî,Mînanîtiyeka balkêş e…

Erdogan Çinar: Belê. Pîr Sîlvanîus, di dewra Konstantinê IV. (çarêm) de jiya ye û rêzanekî navdar e. Ev şexs li “Şebinkarahîsarê” jiya ye; bi helbest û nefesên xwe re, gelekî vebizava qral û dêrê, kişandiye ser xwe. Qral rojekî walîyekî xwe, ku xwediyê destûrmendiyeka mezin e; dişeyne ser wî. Walî, Sîlvanîus dide girtin, dest û lingên wî dide girêdan û ferman dide mirîdên wî, da ku wî bi kevirbaranê bikujin. Mirîdên Sîlvanîus, kevirên xwe wî alî vî alî jê dûr diavêjin, da ku lê nekevin. Lê mirîdekî wî yekî ku herî zêde jê hez dike, radibe kevirekî qirase di ser serê wî de berdide û wî, ji wê êşê rizgar dike. Ev bûyera ku di qeydên Bîzansê de hatiye nivîsîn, eşkere ye ku gelekî dişibe bûyera Pîr Siltan Ebdal. Ji bîr nekin; di navbera herdu bûyeran de, bi tamamî heşt (8) sedsal heye.

-Hûn wiha diparêzin ku ev çîrok wiha bi devkî 800 salan zindî hatiye girtinû di sedsala 16- an de carekê din hatiye hilberandin, newsa?

Erdogan Çinar: Belê, ez wiha bawer dikim. Li ser bûyera Pîr Silatan Ebdal, di qeydên Osmanî de tuagahî tune ku, Pîr Siltan Ebdal bi vî awayî hatiye kuştin. Ev yek jî, vê yekê sererast dike.Bê guman hemû ev tiştên ku nîşana berdewamiyê têne hesibandin, ew rawêj (hîpotez) in. Lê ez wiha difikirim ku, her rawêjek delîlek e. Em dikarin van delîlan wek destpêk bihesîbînin û carekê din bifikirin.

-Çîroka Pîr Sîlvanîus beriya we jî bo xwendevanan hatibû veguhastin, yan na?

Nexêr. Ev çîrok û gelek zanayiyên ku nîşana berdewamiyê ne, yekemîn car dipirtûka min de hatine vegotin û wiha jî, gihêjtine xwendevanan.

Hevpeyîvîn: Alper Gormuş

Werger: Ali Gurdilî

info@felsefevan.com

Çavkanî: Kovara Aktuelê- Hejmar: 38

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin