Hevpeyvîn bi Helbestvan Mizgîn Hesko re

Hevpeyvîn bi Helbestvan Mizgîn Hesko re

Hevpeyvîn bi Helbestvan Mizgîn Hesko re

Mizgîn Hesko Mehmûd, helbestvaneka kurd e. Di 20ê mijdara 1973an de li gundê Şelhûmiyê ya ser bi bajarê Qamişloyê ve ji dayik bûye. Di destpêka xwe de, bi zimanê erebî helbestan dinivîsîne û paşê bi kurdî. Piştî komkujiya/bombebarandina Helebceyê, yekemîn helbesta wê ya bi navê <Kes nehiştin> di Gelawêjê hatiye belavkirin.

Mizgîn Hesko, ta niha 2 xelatan wergirtiye. Bi helkefta 28ê mîn salvegera koça dawî ya Seydayê Cegerxwîn. Xelata rêzgirtinê wergirtiye ku ev xelat, her sal ji layê Partiya Dimuqratî Pêşverû ve, tête terxankirin. Xelata duyemîn jî, di 27 Cotmeha 2013an de, li Essena Elmaniya xelata <Roja Helbesta Kurdî Li Derve> wergirtiye, ku ev xelat jî salê carekî ji layê <Hevbenda Nivîskar û Rojnamavanên Kurd li Sûryê> tête dabeşkirin. Em ligel xanima hêja Mizgîn Hesko li ser helbest, huner, kar û bar, berhemên wê û felsefeyê peyîvîn.

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Ali Gurdilî: Mizgîn xan, di destpêkê de ez li ser navê xwîner û şopînerên Malpera Felsefevanê gelekî spasiya te dikim, ku te fersenda vê hevpeyvînê da me. Zor spas.

Mizgîn Hesko: Ji dil û can ez spasiya we dikim. Ji bo min ev hevpeyîn derfeteke zêrîn e da ku xwênerên helbesta kurdî ezmûna min nasbikin.

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe, bi hevokên xwe tu dikarî hinekî behsa demên zarokatiya xwe û cih û warên ku tu lê hatiye dinyayê bikî?   

Mizgîn Hesko: Bê guman û li gor zanista psîkologê , bandora dema zaroktiyê di avakirina kesayetiya mirov  de pir heye, dibe ku roleke sereke jî bilîz e. Dema zaroktiya min , demeke pir xweş bû, me ji çuqliyên daran (Eger peyda dibûn) ji heftokan, ji pişkokan , ji parçeyên cêw yên ji ber mayî lîstok û BARBIYÊN xwe çêdikirin. Min  ji temaşekirina asîmên çi bi roj û çi bi şev hez dikir, awirên berfînî… tabloyên ku nîgaşê min ew rengo rengo dikirin, şêw û formên cuda ji wan diafirandin, stêrên bê hejmar ku carna hin dirijiyan ez ber bi xwe  ve şewşen dikirim.

Mizgîn Hesko di pênc saliya xwe de.
Mizgîn Hesko di pênc saliya xwe de.

Gelo çima hin geş dimînin û hin dirijin…? Xwedayê erd û asîman çawa ye, dibêjin ew me dibîne, çima em wî nabînin, çima xwe şanî me nake..?

Min li asîmên dinerî… lê li ser zemînê bêtir bi tevger bûm.

Demsalên çinînê, zerê bênderan, baweşîna şevan, sihara sibê, hilma axê piştî ramûsanên baranê, payîzok û heyranok, çîrok û çîvanokên ku met û xaltîkan digotin, serpêhatiyên bav û kalan, stran û dîlokên xêlvaniyan, giryana dayikan û stranên şînê ku wan bi dil şewatî digotin, sirûdên radyoya dengê şoreşê ku bavê min timî lê guhdarî dikir, û dengê Şakiro, Miradê Kinê, Saîd Gabarî û Mihemed Şêxo û pir ji hunermendên kurd yên din.

Ev hemû tişt bi hev re… Ku ta xirêna mirinê dê di bîreweriya min de zindî bimînin, heywanên pêşî  û sereke bûn di avakirina kesayetiya min de.

Hino hino û li sere girê gund (Şelhûmiyê) yêbiçûk, ez li polik û heftokan digeriyam, wiha işqa lêgerîn û pûnijînê li ba min peyda bû.

Bavê min û li gorî ku ez pê dizanim, wê demê berpirsê PDKSyê ê herêma Cerehê bû, rêbaza Barzaniyê nemir dişopand, pir toleranz bû… piraniya dostên wî yên nêzîk fileh û kurdên êzdî bûn. Di jiyana min de, bavê min kesê pêşî bû ku Quran, Incîl û Mushefa reş wek hev pîroz didîtin.

Mizgîn Hesko di sê saliya xwe de.
Mizgîn Hesko di sê saliya xwe de.

Li Tirbespiyê lêgeriyana min berdewam ma, lê vê care li pirtûkan. Li wir min dest bi xwendina sertayî kir û piştî ku fêrî zimanê erebî bûm.. çi dikete nav destên min, min ew dixwendin ji çîrokên zarokan bigirin û ta bi xwendina helbestên erebî, dîrok û romanê jî.

Tekez hemû bi zimanê min î diwem bûn, zimanê dibistanê ku min pê dikarîbû seferê bikim, îro piştî ewqas sal, hîna ez di heman sefer û rêwîtiyê de me lê vê care bi zimanê mîn î yekem, zimanê zikmakî kurdî û yê siyem yê Elmanî.

Ali Gurdilî: Qasî ku ez dizanim di destpêka helbestvaniya xwe de, te bi helbestên erebî dest bi afirandina helbestan kiriye. Lê piştra, te destê xwe ji zimanê erebî şûstiye û bi zimanê xwe ê resenî helbestan nivîsiye newsa? Sebebên vê guherînê yên psîkolojîk, civakî û takekesî çibûn gelo? Yanî çi bûne sebeb, ku te destê xwe ji zimanê serdestan şûst?  

Mizgîn Hesko: Bi saya serê mamosteyekî ereb, ku mamosteyê çanda erebî bû, ez li berhemdariya xwe hayedar bûm… dêmek bi erebî ez pir serkeftî bûm. Min di destpêkê de helbestên erebî nivîsîn… mamoste digot: ew pir balkêş û hêja ne, qelema te pir tûj û watedar e. Lê hino hino min hest pê kir ku êdî pênûs di nav tilyên min de dilkume, hevok diterpilin, ji lewra min helbestên xwe yên xuro kurdî bi tîpên erebî barkirin, evê yekê dilê min hînik nekir. 

271843_242758915847408_1517133168_o

Piştî karesata Helepçayê nifert li ba min peyda bûbû, min xwe êdî avête bextê mûzîkê, misoger zimanê erebî hew giyanê min î tî rehet dikir, mina pêlên deryayê yên har û bê sekin  kurdî ez ber bi xwe ve dibirim û hêjaye gotinê ku wî çaxî, yekemîn helbesta min î belavkirî ronahî dît û ew bi xwe jî li ser Helepçayê bû.

Ji ber lûbelûba min, Partiyê kesek rêkir da min û du keçên din fêrî kurdî bike, ew  berpirsê me yê rêxistinê bû, ev di kelkela germa havînê de bû, fêrkirinê bi tenê çend rojan dewam kir, Tirbespî wê demê hêlîna nijadperest û Basiyên şofînîst bû, tirs û sahwa wan pir hebû,  herwiha pir ji kesên li derdorê ajanên dewletê bûn.

Rêgeh li ber min hatin girtin, pirtûkên bi kurdî tabû bûn, peyda nedibûn, min hema êdî xwe careke dinê avête bextê çanda devokî û min dest bi nivîsîna stranan kir, bi wî rengî zimanê min î nivîskî paktir bû.

Li mala me pirtûk hebûn, tev jî bi zimanê erebî bûn, bi saya sere birayê xwe, min Mehatma Xandî, Albert Kamo, Lênîn, Nîzar Qebanî û Cibran Xelîl naskirin.  

Ali Gurdilî: Di bernameya Asoyên Binefşî de, tu dibêjî ku helbest, divê gopalê bapîrê min û tenûra dapîra min bînê zimên û  xwediyê wesfeke bi vî rengî be. Mebesta vê gotinê çi ye gelo? Yanî, ji kerema xwe tu dikarî ve ramana xwe hebekî din zelaltir bikî û çima?   

Mizgîn Hesko: Belê rast e, min wiha gotibû. Mebest jê ne ew e ku helbestê di hin kakilkan de dîl û êsîr bikim… na. Helbest firîna ber bi asoyê ve ye, aso pir berfereh e, bê sînor e… pirs e ne bersiv e.. girove re ne çarniçik e. Aso destpêka bê dawî ye… dawî ne mirin e… lê jidayik bûne, ji daykbûna lêgeriyanê ye.

Na… mebest ne ew e ku nivîskar di hin sebetên kilasîkê de, pûtkirî bimîn e, di hin davikan de, çengokirî bê tevger û lebat bimîne. Êdî ew dem buhirî. gopalê kalkê min, tenûra dapîra min, bes bitenê simbol in. Hetanî kurd bindest bin, helbest divê teybetmendiya nerîna min, mûzîka zimanê min, nirxên pîroz yên milet û qada min biparêz e, ji helbesta kurdî tê xwestin ku her tiştî ji dest xwe bernedî, hela bila bifir e, lê firîneke rewa û bilind.

617287_268094136647219_61894915_o

Ev ji aliyekî û ji aliyê dine ve, helbestvanê ku helbesteke azad û nûjen binvîse, divê di hiş û aqilê xwe de azad û nûjen be. Na û na… Nexwe helbesta wî xap û dereweke mezin e.

Helbesta ku em wê bi postmodernîzimê pênase dikin, di destpêka xwe de keça mîtologê bû, û paşê bû zarê Feylesofan, ne di şev û rojekê de hatiye sazkirin… Ma ne wisa…?

Di pêvajoya dîrokê de, ew mîna hespê bejî … di tevger û cirîdê de bû…. ma ne wisa…?

Helbest di hin qunaxên xwe yên xwezayî ve derbasbûye. ji mîtologê, ji kilasîkê, ji romansê, ji riyalîzmê û hwd. Postmodernîzima îroyîn, incama xebateke dîrokî dirêj bû. Em kurd, mixabin hîn jî girêdayî prosêsa nedewletbûnê ne.

Ji me tê xwestin ku em îro Baba Tahirî, M. Cezîrî, Xanî bi cîhanê bidin naskirin, ji me tê xwestin ku em îro felsefeya wan bi xelkê bidin bejirandin. Ez bixwe jî helbesta azad dinvîsim… Lê wiha bawer dikim ku hîna tama şîrê dayika min ji hevokan difûr e. Belê em hino… hino azad dibin, lê lihemberî ya cîhanê…?

Belê, eger em ji serê xwe ve kor bin, dê ti kulîlk di bax û rezên me de nebişkivin. Nivîskar bi helbestên çêkirî, teqlîdkirî, bi hevokên li hev siwarkirî ne hêjayî wê binavkirinê ye. 

Ali Gurdilî: Ez vê pirsê wekê rewşenbîr û helbestvaneka welatparêz a kurd ji te dipirsim: Li Rojavayê Kurdistanê, qasî ku zanîna me ye, di navbera partiyên kurdan de hinek pirsgirêk/mesele hene. Gelo sebeb çi ne? Li gor bîr û baweriya te, partiyên kurd çawa dikarin arîşeyên xwe yên navxweyî safî bikin û yekîtiyeke mayende biafirînin?   

Mizgîn Hesko: Bê guman û ji dema ku min bêtir derûnê xwe naskir, min dest ji siyasetê berdaye. Siyasetmedar divê xwedanê duriwan be, nivîskar her riwekî wî heye… riwê rastiyê, rêgeha rastiyê. Her çendîn serbixwe bim jî, hayê min ji rewş û tevgera siyasetê heye.

Li rojavayê Kurdistanê, piraniya siyasetmedaran ne xwende ne, pê lîstok in, ne lîstikvan in. Siyaset jî zanist e, bi wata ku rêzanê siyasetmedar divê aqil be… Me û mixabin hîna jî ew feraset û aqil nîne.

Piraniya caran hayê me ji dîrokê tuneye… Ji lewra em nikarin mufayê jê werbigrin… Di dema avakirina Imperatoriya Medan de, her heft êlên sereke li hev civiyan û ji nav xwe , kesekî ne serek êl, lê jîr û zane, dadperwer û mafnas (Diyagos) hilbijardin e. Diyagos û ji ber pişgiriya êlan, di demeke kurt de Akbatana da avakirin, avahiyên aborî, artêşa leşkerî û imbarên genim avakirin, Med bûne hêzeke mezin ku paşê Nînew di sala 632 b.z hilweşandin. 

1381487_413175765472388_504591750_n

Lê di dema Astiyagês de, Med lawaz bûn, mixabin Astiyagês her tişt qurbanî xewnekê kir.. Hîna jî em kurd bi giştî û yên rojava bi taybetî li ser xewnan dijîn, hîna jî sawîr û berjewndiyên takekesî serê me dixwe û em ji xewa mirinê şiyar nabin.

Ji wilo pêve… Min bibexşînin ma ez ê êdî çi bibêjim…? 

Ali Gurdilî: Dîsa dixwazim ku pirsa xwe ya berê bidomînim. Piraniya erdnîgeriya Rojavayê Kurdistanê, rojên pirr dijwar derbas dike. Ji bo azadiya xwe, bedelên mezin da û wer xwiyaye ku dê bide jî. Gelo rêveberiyeke çawa dikare gelê kurd yên rojavayî bextewar bike û ta radeyekî wê êş û xemgîneya wan bitemirîne, yan kêm bike? Ez behsa êrîşên Daîşiyên gemar û hilweşîna gelek bajarên kurdan dikim. Yanî, kurdên rojavayî li benda otonomî, rêvbebiriyeka kantonî yan serbixwetiyê ne? Li gor bîr û baweriya we baştirîn çareserî çi ye gelo?  

Mizgîn Hesko: Li jor û di bersiva xwe de, tekez min hinekî bersiva vê pirsê jî daye. Ji ber ku em kurd rojhilatîn e, pêdiviya me bi kesayetiyeke karîzmî heye, li rojavayê Kurdistanê hîn me ew kes nîn e. Hela we behsa serxwebûnê kir, çi serxwebûn ku em îro li rojava jêre qet ne amade ne, misoger dikim doza serxwebûnê dozeke rewa ye, lê li gor mercên cîhanê, avakirina dewletan, a niha ew ne realîtêt e.

Berî  niha qaşo berî buhara erebî me li rojava sê herêmên sereke hebûn, Cezîr, Kobanî û Efrîn…. Girêdana her sê herêman Qamişlo bû, belê Qamişlo navend û paytext bû… Ew ji aliyê her kurdekî ve dihate pejirandin. Ma ez çi dizanim, me îro kanton hene, her kantonek sînorkirî, xwedan paytext…! Dêmek bi min, Fîdralîzim bêtir guncan e, bêtir nêzîkî çareseriyê ye. 

Ali Gurdilî: Mizgîn xan tu tenê helbestan dinivîsînî newsa? Nivîsîna çîrok, kurteçîrok yan jî romaneke, di nav pîlanên te de heye yan?    

Mizgîn Hesko: Ta vê gavê, min pênc berhemên çapkirî hene, ya şeşê jî amadeye, lê derfet û imkana min vê gavê ji çapkirinê re nînin. Çend helbestên zarokan min nivîsîne, lê hê ew  pîlan bi dawî  nehatiye, herwiha min hin tişt ji elmanî wergerandine kurdî… Ez êdî nizanim çi ji wan bikim. Carna jî ez gotarê dinvîsim û ji bo pirsa romanê hîn dudilî me, roman demeke dirêj dixwaze, dema min mixabin pir kurt e.. Mal û malbat jî pir demê dixwazin, ji romanê pir hez dikim, lê hîn pêre li hev nehatime… Her gava ku bêriya xwe dikim ew tê bîra min,  jînenîgarî û ezmûna jineke nivîskar hêjayî romanê ye û bi taybetî jînenîgarî û ezmûna min…!

Nivîsîn, û nemaze di civaka kurdî de têbi wata hewildana ku em rêgehên nuh êdî di dilê latan bi neynûk û diranên xwe  vekolin. 

Ali Gurdilî: Beriya demekê di peyameke xwe ya medyaya civakî de, te wuha gotiye: <Piraniya rewşenbîrên kurd girêdayî hêzekê, yan ji rexekî ne, ta radeya ku ew nirxên pîroz pişt guh dikin (mîna alaya Kurdistanî) û bê şîrove, bê bersivên aqlane xwe di nav alayên partî û hêzan de vedişêrin.> Çima gelo? Yanî li gor bîr û baweriya te, sebebên vê rewşa aloz çi ne û çawa em dikarin xwe ji vê rewşê rizgar bikin? 

Mizgîn Hesko: Li welatên Rojava, li welatên ku gihiştine astek berz ji şaristanî û medeniyetê, lêvegera siyasetmedar, karmendên dewletê, rêvebir û karsazên xwedan sermiyan her rewşenbîr in (Intelektull).

Belê li wan welatan û di pişt perdeyan de, ew her tiştî nîgar û xêz dikn, serok û rêvebir, xwestekên wan bi cî tînin, lê mixabin li rojhilatê me, ciyê wan nîn e, her tişt serok û rêvebir dikin, bi tena serê xwe, tucarî mêjiyek nabe wekî du mêjiyan, rojhilatiyan mêjiyên xwe (Rewşenhizrên xwe) her û her piştguhkirine, bê kar û tevger ew pûçkirine.

560834_424701174319847_1770640325_n

Pêdiyiya me kurdan bi rewşenbîran heye, pêdiviya rewşenbîran bi avakirina sazî û dezgehên serbixwe heye, pir girînge ku rewşenbîr xwedan Insiyatîv bin, xwedan gotin bin, bi hizirîna xwe, xwedanê yek helwesê bin. Eger me Insiyatîv hebin, wî çaxî dê gotina me bêtir mafê xwe bistîne, divê rewyenbîr serbixwe be, ev yek da ku partî û rêxistin lê bêtir guhdarî bikin.

Li ba me kurdên rojava hîn vexwendin ji bo beşdarbûna mihrecanan bi destê xal û xwarzê ve dibe, ev tê bi wata çikûzî, zikreşî, û berjewendî… nikarim ti navê dinê lê bikim. 

Ali Gurdilî: Di 17 ê Tebaxa 2014 ê de, te di peyameka xwe de wuha gotiye: <Reşkên tariyê we ji hev cudanakin. Êdî bes e nakokî. Hela hayedar bin. Êdî bes e… bes e… bes e.>Kurd çawa dikarin nakokiyên xwe yên naxweyî ji holê rabikin? Û hestên/nirxên netewî, gelo dikarin jiholêrakirina wan nakokiyan rolekê bilizîn?     

Mizgîn Hesko: Ax… ji bihîstina vê (nakokiyê) pir westiyame, gurên dev bixwîn ketine nava pez û hîn her yek dibêje ez û ez. Eger em tê bighin ka çi wata nirxên dîrokî heye, naxwe em dihizirin, eger ew nirx me neghînin hev naxwe dê tiştekî dinê me neghînê hev.. divê mirov kurd li xwe vegerê û ji xwe bipirse… ax ma ez çi dixwazim….?

Ali Gurdilî: Di civaka me de, irf/adet, tore yan jî em bibêjin kevneşopiya ku herî zêde te aciz dike çi ye gelo? 

Mizgîn Hesko: Weke jineke kurd î nivîskar, rewşa jina kurd î îroyîn ne bi dilê min e, hîn ta vê gavê jin bi navê namûsê tên kuştin, yan jî hin jin dawiyê li jiyana xwe tînin.

Civaka ku jin têde parsiwê xwar be, yan baskê şikesî be… ne tu civake.. Jin e ya nifşan xwedî dike û hestê mirovanî, welatperwerî  di hinavê wan de divejîne, eger ew êdî  di civak û malê de bê rol û şikestî bebe, dê êdî nifiş bi giştî  bê rol şikestî rabibin.

1120057_389905191132779_973409711_o

Di civaka kurdî de, hîna jî dexs (Hasûdî ) pir heye.  Herwiha û di heman civakê de, kesên rastgoyî û rastiyê dibêjin nayên hezkirin, kesayetiya kurdî meyldarê şelafî û pesindanê ye, ev rewşeke pir alûz e û min diêşîn e.

Hîn civaka kurdî nêr e, hîn em kurd nizanin alavên têkiliyên civakî bi kar bînin, piraniya caran kurd telefonê ji bo lewlewa vala dixebitînin, ne ji bo gihandina nûçeyên durist, û veqetandina demê ji bo serdanan, hîna jî û li vê Ewropayê, kurd wiha tevdigerin, hîna ew Fêsbokê wekî mînak ji bo tiştên vala bikartînin û jibîr dikin ku wan malbat û karên pêwîstir heye. Belê ev tişt û pir tiştên dinê min diazirînin, pêdiviya me bi lêkolînên zanistê yên ji bo bilindkirina civakê heye….! 

Ali Gurdilî: Mizgîn xan, helbestên ku tu dinivîsîne, gelo çi cure helbest in? Mirov dikare wan bi navekî bilêv bike yan na? Mesela weke helbesta serbest, lirîk yan cureyeke din? 

Mizgîn Hesko: Di destpêka xwe de, min jî helbest bi şêwaza kilasîkê nivîsandibû û bi wê stîlê min berhemek jî da çapkirin, lê li gor ezmûna xwe, min pê derêxist ku ew stîl, mirov bi hin form, kêş û rêzbendan ve girêdayî dihêle.

Helbest hespekî bejî ye nayê kedî kirin, di cirîda xwe ya berdewam de, sînoran dibezîn e… ji lewra min helbesta xwe bi tu stîlan ve pîvan nekiriye, ez îro û berî her tiştî xwe dinivîsim, bi hest û derûnê xwe re lihev im, li pênûsê mukir têm. 

Ali Gurdilî: Jiyana xeribiyê, bandûreke çawa li ser we dike/dihêle û heke bandûreka neyînî hebe, hûn çawa xwe jê dûr dikin, çawa hûn xwe jê xilas dikin? 

Mizgîn Hesko: Li helbestên min vegerin, hûnê çilmisîna dilê asoyê bibînin, hûn ê bîna şewatan bikin, xerîbiyê nîvek ji dil û sewdanê min pûçkir, belê… dinvîsim… dijîm.

Hela hayê we jê heye ku îro rojavayê dil, welatek ber bi rêgihên tarî ve koçber dibe…?

529977_242760699180563_84607138_n

Belê… dinvîsim… dikarim heşîn bim, nivîsînê, xwendinê, guhdarîkirina mûzîkê û hezkirina malbat û kesên li derdorê hêzeke ne penî dane min, bi vî rengî min dikarîbû û hîn jî dikarim li hemberî vê biyaniyê hêzdar bimînim. 

Ali Gurdilî: Li gor bîr û baweriya te, gelo felsefe çi ye? Û ji kerema xwe, tu dikarî hinekî behsa felsefeya xwe ya jiyanê bikî? Yanî jiyan bo te çi ye, ji çi hezdikî, jê qayîlî yan na û hwd? 

Mizgîn Hesko: Felsefe, lêgeriyan e, lêpirsîn û vekolîna mentiqê ye (mentiqa rastiyê): Felsefe, hewildaneke bêdawî ye, ji bo pêşxistina hemû kinarên zanistê û dîtina wî werîsê ku wan careke dinê bi nerîn û ramanên aqilane bihevre girêbide.

Zaradeşt pêxember dibêje : ‘Di jînê de rêyek heye ew jî rêka rastiyê ye.’ Ev pend, pir nêzîkî dil û hişê min e, ji mêj ve min ew ji xwe re xistiye pêpelok û pê hildikişim.

* Ji min re her Xwedayek heye, ew jî xwedanê hezkirin û lêburînê ye, ji lewra rêz û hezkirina min ji bo wî, wê kesê ku serê sibêdeyan xwe ji dareke kerikî re diçemîne heye.

* Belê ji felsefeya xwe ya jiyanê, ji ezmûna xwe ya çil salî lêgeryan têdighim, ku her çendîn mirov (takekes) xwedan raman be jî, zor e ku di civakeke  lihev herbilî… zagon û normên olî li ser xwe dipejirîne û ew civak hîn di sawîr û rewrewkê de gevizî û raketî be… zor e ku ramanên wî yên takekesî bêne bihîstin û bikaranîn.

* Civaka ku li gor berjewendiyên desthilatdaran bête şîrove û analîzekirin, dê ramanên azad têde ronahiyê nebînin.

* Malbat, mêr, zarok, dost û heval ji bedewtirîn nîşanên jiyanê ne, lê hizirîn wan bêtir bi wate dike.

* Ji bêdengiya şevê hezdikim, lê min hîn hezkirina xwe ji seharên sibê re negotiye, dêmek ji şiyarbûna zû bêtir hez dikim.

* Heyanî ku evîndar bim dê binvîsim û heyanî ku binvîsim dê evîndar bim….wiha xwe nasdikim. 

Ali Gurdilî: Malî ava Mizgîn xan, ku te derfeta vê hevpeyvînê da me. Zor zor spas.  

09.02.2015

Kurtejiyana Mizgîn Hesko

      Mizgîn Hesko Mehmûd (z. 20ê mijdarê 1973, Şelhûmiyê, Qamişlo), helbestvaneka kurd e. Di 20’ê mijdara 1973’an de li gundê Şelhûmiyê ya ser bi bajarê Qamişloyê ve ji dayik bûye. Di destpêka xwe de, bi zimanê erebî helbestan dinivîse, û paşê bi kurdî. Piştî bombebarandina Helebceyê, yekemîn helbesta wê ya bi navê <Kes nehiştin> di Gelawêjê hatiye belavkirin.

Berhemên wê yên çapkirî

Tîpên evînê, Avdar 2007

Asoyekî tijî Endeko, Tîrmeh 2008

Di nav henasên kovanan de, Avdar 2010

Li ber pala welatekî birîndar di herikîm, Avdar 2012

Mizgîn Hesko ta niha 2 xelat wergirtiye. Di 11 mijdara 2012an li hanoverê (Elmaniya) Bi helkefta 28mîn salvegera koça dawî ya Seydayê Cegerxwîn. Xelata Rêzgirtinê wergirtiye ku ev xelat, her sal ji layê Partiya Dimuqratî Pêşverû ve tête terxankirin.

Di 27 Cotmeha 2013an de, li Essenê (Elmaniya) xelata <roja helbesta kurdî li derve> wergirtiye, ku ev xelat jî salê carekê ji layê Hevbenda Nivîskar û Rojnamavanên Kurd li Sûryê tête dabeşkirin.

Jêder

1- http://ku.wikipedia.org/wiki/Mizg%C3%AEn_Hesko

2- https://www.facebook.com/mizgin.hesko

3- https://www.youtube.com/watch?v=p7lCwnVWL-4&feature=share 

Bersivekê binivîsin