Hezkirina Nirxên Serdestan
Çi dema ku kurd, li Tirkiyeyê wekî neteweyekî werin pejirandin û hemû mafê wan ê şexsî, komelî û civakî bi zagonan werin destnîşankirin û mafê wan ê destnîşankirina çarenûsiyê were qebûlkirin û çi dema ku dewleta dagirker ya tirkan ji bo siyaseta xwe ya hovane û tunekirinê ji temamiya kurdan lêborîna xwe xwest, a wê demê dibe ku hezkirina me ya alaya wan dest pê bike.
Ligel vê yekê, em tucar ji alaya wan netirsiyane û natirsin jî. Tirs tiştek e û hezkirin jî, tişteke din e. Hezkirin jî, bi darê zorê nabe. Lewma jî heta ku meriv heqê xwe li hevdu helal neke, hezkirina ji nirxên neteweyên serdest û zordest, dereweke mezin e û pûç e.
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
01.06.2015