Îbnî Heysem

Îbnî Heysem

Îbnî Heysem – 965-1039

   Bi eslê xwe Basrayî ye. Zanyarê fizîkê ye. Di warê optîkê de lêkolînan kiriye. Gotiye ku: ‘Di bûyera dîtinê de şewq, ji nesneyan der diçin.’ Berîya Heysem wiha dihat bawerkirin ku şewq, ji çav der diçe. Zanyarê ku yekemîn car ji sîstema rojê behs kiriye, ew e.  Derheqê pirsgirêka zanayîyê de jî (epîstemolojî) xebatên wî hene. Li gor bîr û bawerîya wî felsefe, bingeha hemû zanista ye. Felsefeya Arîstoteles diecibîne. Gellekî girîngîyê daye mantiqê. Pirtûkên wî li zimanên biyanî hatine wegerandin. Roger Bacon û Kepler, mirov dikare bibêje ku di bin bandûra wî de mane.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin