Îbnî Rawendî

Îbnî Rawendî (Mirin 752)
Îbnî Rawendî, fîlozofek balkêş e. Li axên ku ola îslamê lê serwer bû jiyaye. Lê ew bi xwe, fîlozofekî dehrî bû. Dilêrîna wî ya heyînê, maddeperest e. Bi taybetî jî, fîlzofên îslamê navê dehrî li fîlozofên maddeperest kirine. Li gor vê felsefeyê madde, bêdestpêk e [ezelî ye] û bi demê re, xwe bi xwe çêdibe. Ji ber vê yekê jî, afiranderek tune, xwedê tune. Mirov dikare vê dilêrînê, wek cureyek materyalîzmê [maddeperestîyê] jî bibîne.
Rawendîye: Navê felsefeya maddepest ya ku ji alîyê fîlozofê Îbnî Rawendî ve hatiye damezrandin.
Dehrî : Ango, mirovê ku zemanê dike xweda, yê ku demê wek xweda dibîne.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021