IUPAC Elementên Herî Giran Bi Nav Dike

IUPAC Elementên Herî Giran Bi Nav Dike

IUPAC Elementên Herî Giran Bi Nav Dike 

Yekitiya kîmyayî ya navneteweyî (IUPAC) navê çar cureyên atomî yên pirr giran ku di salên dawî de hatine vedîtin, eşkere kir. Yekitî dixwaze bi eşkere kirina navên elementan ku dê di meha çiriya paşin de biryara dawîn bê ragihandin, vebîner (kaşîf) û xebatkarên ezmûngehan rûmetdar bike.

Elementên nû di siruştê de nayê dîtin û dendikên elementên yên pirr giran ji bilez û bez lihev ketina elementên din çêdibe, dû re bi qasî kêliyekî de tune dibin ku ev jî têra weke qebûlkirina elementên nû dike. Di teoriyê de rêya elementên pirr giran ku ji yên vedîtî girantir û dikarin pirr zêde li ber xwe bidin, vekiriye. Pisporên li ser rûyê erdê bi salan e lêgerîna li wê “Girava Aramiyê” dikin.

IUPAC numereyên elementên nû 113, 115, 117 û 118 ku numereyên xwe ji hejmara protonan wergirtine, eşkere kir. Elementên nû ji elementa plotonium ku elementeke herî giran ya xwezayî ye, pirr girantir in.

Navê elementa 113yan dê nihonium be û bi hêma Nh bê nasîn. Nihonium li Japonyayê hatiye vedîtin ku Nihon bi zimanê Japonkî tê wateya “welatê roja gerrok.” Elementên 115 û 117 bi xebateke hevbeş yê Rûs û Amerikayiyan ve hatiye vedîtin, ji lewre jî yek bi Moscovium (Mc) yê din jî bi Tennessium (Ts) hatiye binavkirin ku navê xwe ji bajarê Tennesseeyê wergirtiye û ezmengûha binavûdeng Oak Ridge jî li wir e. Elementa 118an li Rûsyayê hatiye vedîtin û bi Oganesson (Og) hatiye binavkirin ku navê xwe ji kîmyagerê Rûs û Yuri Oganessian wergirtiye.

Metîn Eser 

Çavkanî: De Volkskrant 

Bersivekê binivîsin