Jêmayên Hûtê Bêdiran

Jêmayên Hûtê Bêdiran

Jêmayên Hûtê Bêdiran

Paleontalogên hewesdar (amator) li qatoreke ku li bajarê Hamburgê ye, îskeleta hûtekê ya bi qasî 11 mîlyon sal kevn û pelvîsa wê hûtê, vedîtin. Paleontologê Museya Sirûştnasiyê ya li Berlînê, Oliver Hampe wiha dibêje: “Li rojhilat û navenda Ewropayê heya vê demê vedîtineke bi qasî vê vedîtinê hêja û girîng pêk nehatiye. Vedîtineke pirr girîng û nûwaze ye.”

Paleontologê hewesdar Wolfgang Höpfner û hevalên wî, çend meh berê vedîtina îskeleta hûtê pêk anîbûn. Ji lêkolînên li ser îskeleta vedîtî hate dîtin ku hût, hûtê bêdiran e ku jê re hûtê bibalen jî tê gotin. Hûtê bêdiran bi qasî 11 mîlyon sal berê li Deryaya Bakur jiyaye. Beriya vedîtina îskeleta hûtê bêdiran, li qatoreke ya li Gross Pampau (li bakurê bajarê Hamburgê ye) îskeleta fokekî prehîstorîk hatibû vedîtin.

Metîn Eser 

Çavkanî: BELGA / 19.10.2016 

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.