Ji sedî 2 zarok, zarokên ‘sexte’ ne

Ji sedî 2 zarok, zarokên ‘sexte’ ne
  • Ji sedî 2 zarok, zarokên ‘sexte’ ne!

    Wisa tê zanîn ku kêmzêde ji 10 zarokan 1 zarokek sexte ye, ango kesê ku ji xwe re yekî weke bav dizane, ne bavê wî/wê yê biyolojîk e. Lê ev yek ji aliyê genetîkvan, biyolog û civaknasên Leuven-Belçîkayê ve hate pûç kirin.

    Pispor ji lêkolînên xwe yên li Belçîkayê, Îtalyayê, Malî û başûrê Afrîkayê bidest xistin ku di her nifşekê de ji sedî 2 zarok, zarokên sexte ne.

    Maarten Larmuseau, ku di sala 2013an de bi pisporên din re lêkolînên xwe li ser DNA û secereya mêrên Belçîkayî pêk anîne, wiha dibêje; ‘Li Belçîkayê di her nifşekê de ji sedî 1, zarokek sexte ye û ev rewş 400 sal e stabîl e.’Lewre çîroka ji 10 zarokan 1 zarokek sexte ye, ne rast e.

    Biyolog vê yekê wiha vedibêjin: ji ber ku pêwendiyên-danûstandinên navbera jin û mêr de pirr xurt e, rê li ber çêkirina zarokên sexte tê girtin, û mezinkirina zarokan zehmet e û dîsa rewşa aboriyê jî roleke mezin digire. Û hev û din xapandin jî nikare her tim berdewam bike: xeteriya ji hev cihê bûn û ji civakê dûr xistin-heromoyî kirin jî heye.

    Metîn Eser

    Çavkanî: RA 

Bersivekê binivîsin