Kurtenêrînek Li Ser Felsefeya Dîrokê

Kurtenêrînek Li Ser Felsefeya Dîrokê
Felsefeya dîrokê, beriya her tiştî li zagonên ku bûne sebebê pêşveçûna şarîstanî û pêşketina dîrokê vedikole û li ser wateya guherînê û siberoja mirovahiyê, ramanan pêşkêş dike. Herweha, hewl dide ku qodên kulturî yên ku aîdê medeniyet û mirovahiyêne jî, destnîşan bike.
Ji vê hêlê ve jî Felsefeya Dîrokê dibe sê beş:
1- Felsefeya Dîrokê a Metafizîkî
2- Felsefeya Dîrokê a Şexsparêz
3- Felsefeya Dîrokê a Diyalektîk.
Li gorî Felsefeya Dîrokê a Metafizîkî: Dîroka mirovan, bi îradeya xwedê pêk tê. Xwedê wiha xwestiye û ev yek, bûye dîrok û wê her dem, ev yek wiha be.
Li gor Felsefeya Dîrokê a Şexsparêz: Dîrok ji layê şexsên mezin, ramanwer û serokên xwedîbandor ve tê birêvebirin û ji ramaneka bi vî rengî, dest pê dike.
Li gor Felsefeya Dîrokê a Dîyalektîk: Ramana <dîrok, ji aliyê civakên ku bi têkiliyên hilberandinê têne destnîşankirin tê birêvebirin.> Serwer e.
Hasilê mirov dikare bibêje ku rastqîniyên dîrokî, girêdayê îfadekirina rasteqîniya ne. Kirûya rasteqîniyê jî, li gorî avahiya bûyer, war û demê, şekil digre.
Ali Gurdilî
24.02.2015
Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021